|
» »
Yaşar Kemal: di sala
1923 Ata Tirk soza otonomî da kurdan
Îlhamî VURAL - Erdem
TOPRAK
Konferansa
Aştiyê ya ku ji hêla rewşenbîran ve li Enqereyê hate lidarxistin, bi
axaftina nivîskarê navdar Yaşar Kemal dest pê kir. Yaşar Kemal, di
axaftina xwe de got ku ‘hûn çi dikin bikin bi rûmeta mirovekî
bi rûmeta gelekî nelîzin" û ji pirsgirêka kurd re
çareseriyeke demokratîk xwest
Yaşar Kemal ku axaftina xwe li ser bingeha ‘An
demokrasiyeke rast an jî hîç’, di konferansê de axftineke dîrokî kir.
Yaşar Kemal, bi gotinên Mustafa Kemal ku di sala 1923’yan de ji kurdan
re soza muxtariyetê dabû dest bi axaftina xwe kir. Kemal, bi bîr xist ku...
rêveberiyên ku piştî Mustafa Kemal hatine soza ku dane
kurdan ji bîr kirine û wiha axivî: "Sedsala 20’an bi mirovan êş û elemên
mezin da kişandin. Şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê û şerên sar, êş û
elemên mirovan zêdetir kirin. Ev 25 sal in ku li hemberî kurdan şerekî
tê meşandin. Lê nediyare ka dê ev şerê li hemberî kurdan kengê biqede."
PIŞTA TIRKIYEYÊ ŞIKAND
Yaşar Kemal, bal kişand ku hin kes şerê li hemberî
kurdan wekî ‘şerê biçûk’ û ‘nerm’ dinirxînin û axaftina xwe wiha
berdewam kir: "Neteweperestên nijadperest ên Tirkiyeyê hene. Ew şer
dixwazin. Her çiqas agirbest hatine îlankirin jî ev şer dewam dike. 5
hezar malên gundan hatin şewitandin. Mirov ji ber tîbûn û birçîbûnê
şerpeze bûn. Kuştinên kiryar nediyar êdî bûn kuştinên ji rêzê. Vî şerî
pişta Tirkiyeyê şikand."
ŞER DÊ TIRKIYEYÊ BIRIZÎNE
Yaşar Kemal, bal kişand ku hin derdor ji gerîla re
dibêjin terorîst û wiha axivî: "Di vî şerî de, ji gerîlayan re gotin
terorîst. Ji vê yekê jî hêvî dikin. Ewropayiyan jî ev yek fêm nedikirin.
Digotin qey ev şer maceraya ciwanan a gerîlatiyê ye. Lê îro çapameniya
cîhanê hemû tiştî dizane. Ger ku ev şer dewam bike, dê ev şer Tirkiyeyê
birizîne. Kes dê nikaribe ji binê vî şerî derkeve."
Nivîskarê navdar, bi bîr xist ku Anatoliya Rojava û
Herêma ku kurd lê dijîn dergûşa şaristaniyê ye û gotinên xwe wiha anî
ziman: "Ev ax, Mezopotamya, ev mirov xwedî dewlemendiyên mezin bûn. Ev
der wiha feqîr û xizan nebûn. Lê ev gel ji axa xwe hate sirgûnkirin. Bi
her tiştên xwe, ji tûnebûnê re hatin mehkûmkirin. Ger ku di vê yekê de
israr bikin, kes nizane dê ev şer bi ku de biçe.
‘BI RÛMETA GEL NELÎZIN’
Yaşar Kemal, di axaftina xwe de got ku "hûn çi dikin
bikin bi rûmeta mirovekî û bi rûmeta gelekî nelîzin" û wiha dirêjî da
axaftina xwe: "Halbûkî kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, her tiştî anî
serê gelan û mirovan. Dibêjin ‘ji xeynî tirkan dostê tirkan tune ye’
Na, ne wisa ye. Ji xeynî tirkan, dostên tirkan hene. Kurd ji Melazgirê
heta şerê rizgariyê (şerê îstîklalê) dostê tirkan ne."
Yaşar Kemal, di axaftina xwe de li ser pêvajoya Kongreya
Erziromê û çûna Mustafa Kemal a Samsûnê jî sekinî. Nivîskar Kemal, da
zanîn ku dostaniya kurdan a vê demê, tesîreke mezin li ser avabûna
Tirkiyeya niha kiriye. Hin kes dibêjin ku kurd dixwazin Tirkiyeyê parçe
bikin. Kesên ku van gotinan dibêjin, belkî jî tu tiştekî nizanin. Dîrokê
nizanin. An haya van kesan ji dostaniya kurdan a bi tirkan re tune ye
yan jî dizanin, lê wiha dibêjin. Belkî ji ber van gotinan hin kes min
wekî qehremanekî bibînin. Lê em li vir behsa aştiyê dikin. Ez ne
qehreman im. Ez nivîskarek im, li ser jiyana vî gelî dinivisînim. Ez van
gotinan dibêjim; çimkî dilê min diêşe. Şerm e. Ma bira van tiştan tîne
serê birayê xwe."
AN DEMOKRASÎ AN HÎÇ
Yaşar Kemal, înkara li ser çand û zimanê kurdî jî bi
zimanekî tûj rexne kir û bal kişand ku kurdî zimanekî pir dewlemend e.
Kemal, ev tişt gotin: "Di kurdî de gelek zarava hene. Ev jî îsbata
dewlemendiya zimanê kurdî ye. Ji sedsala 15’emîn heta roja me, gelek
destanên mezin, berhemên dîrokî, helbestvanên mezin û bi sedan pirtûkên
kurdî derketine." Yaşar Kemal, di axaftina xwe de navê wêjevanên mezin
ên kurd jî rêz kirin û wiha axivî: "Feqiyê Teyran helbestvanekî mezin e.
Li Kirgizistan û Îrlandayê, mîrateyên hêja yên ji vê çandê hene. Feqiyê
Teyran û çandên bi vî rengî, rola van a di çanda mirovatiyê de pir
girîng e."
Yaşar Kemal, ji bo cîhanê gotina "Dinya baxçeyek çandê
ye û ji hezaran kulîlkan pêk tê" bi kar anî û wiha pê de çû: "Divê bi
çanda kurdan re têkiliyeke bingehîn bê danîn. Divê em nan, rûmet û çanda
welatê xwe rizgar bikin. Divê ev pirsgirêk bi riyên aştiyane û
demokratîk çareser bibe." Yaşar di dawiya axaftina xwe de, sê caran ser
hev gotina "An demokrasiyeke rast an jî hîç" bi kar anî.
Çû ba dayîkên aştiy
Kesên ku salona konferansê dagirtin, bi deqeyan li ser
piyan, ji bo axaftina nivîskarê navdar Yaşar Kemal, li çepikan xistin.
Çapameniyê jî bi eleqeyeke mezin axaftina Yaşar Kemal guhdarî kir. Yaşar
Kemal piştî axaftina xwe, çû ba Samî Selçûk rûnişt. Kemal, piştre çû ba
dayikên aştiyê rûnişt û bi wan re sohbet kir. Dayikek aştiyê laçikek spî
ku temsîla aştiyê ye, xist stûyê Yaşar Kemal.
Di konferansa ‘Tirkiye li aştiya xwe digere’ de, gelek
siyasetmedar, akademîsyen, hunermend û wêjevan cih girtin. Di konferansê
de, gelek kesên navdar hene
Azadiya Welat/ ANF
14 Jan 2007
|