|
|
|
|||||||||
|
|
| ||||||||
|
|
|||||||||
|
|
Xwendinek, Li Çîrokên Pirtûka „Penaber“
Arşevê Oskan
Di van
çîrokan de, gelek mijarên balkêş, di nava rûpelên xwe de hildigrin, bi
şêweyekî pir hêsan, ku her kes dikare van hevokan bixwîne, bêyî ku
carekê tenê jî, li gotinên wan bilikume. Bi zimanê kurmanciya jorîn, ev
hevok hatine hûnandin û di nav de, kêm caran jî bi zaravê herema Kobanê
hatiye bikaranîn. Ew Kobaniya ku nivîskar bi xwe rojên temenê zarotiya
xwe lê mezin kiriye. (Dilbixwîn Dara, foto) Herweha ji aliyê avakirina hevokan jî, gelek caran bala min kişand ku mîna hûnanduna despêka romanê hatibû avakirin, wisa bi kûr û hûr bûyer hatine şopandin. Ne dûre, ku gelek çîrok di despêka xwe de, ji bo mijarên nivîsandina romanê hatibin hilbijartin û pilankirin û di dawiya hewildanê de, nivîskar ew di formên çîrokan de hiştibin, yan jî spartibe xaneya çîroknivîsînê.. Ne tenê nivîskar çîrokên penaberan di vê pirtûkê de destnîşan dike, wekî ku min di hinek jêderan de xwendibû, yan bihîstibû, lê belê ji vê bêhtir dest avêtiye pirsgirêkên civakî û ji wê wêdetir jî, destê xwe avêtiye bîranîn û pirsên zarotiya xwe, wekî ku di çîroka „Solên Mistikê, Rojiya Bavê Min, Negrî, Jiyan Hîn Jî Xweş e!“ û hinekî din… ango nivîskar bi xwe, bûye wek şahidê demeke jibîrbûyî di bin toza salan de. Bîranînên xwe dixwîne, di neynika giyanekî şikestî de, bi çi şêweyî bin ne xeme, lê ev bîranîn, dikarin carna bibin romaneke qalind jî, ne tenê wek kurteçîrok bimana, ji ber ku nivîskar dest avêtiye gelek pirsan di nava çîrokekê bi tenê de wek mînak: di çîroka „Windabûna Nivîskarekî“ de. Dest avêtiye derdên penaberiyê, xwendina bi zimanê kurdî, xapandina xwedanê çapxanê, poşmaniya li welêt û malbatê, nakokiyên di hundirê wî nivîskarî bi xwe de, bazdana li dûv çaraserkirina pirsgirêkan û pêdarya li dûv nivîsandina zimanê kurdî…. hwd. Ez tiştekî di van çîrokan de dibînim, ku kêm caran di çîrokên kurdî de tên dîtin, û grêdanên tiştên dijberî hev, wek: ken, xem, kesayet, têkçûn, serkeftin, tirs û mêranî, herweha mirov dikare nav li wan bike, pêkenokên xembar. Nivîskar di çîroka xwe ya bi navê „Eyo Namûsê Diparêze“ de, çîroka kurê axayekî, ku ji bêçariya abûrî û hejariyê, dest ji war û malbata xwe xwe berdide û berê xwe dide kolanên Elmaniyayê û axurê çêlekan ji rêxê paqij dike. Bibîrtîne, ku li welêt nîvê temenê xwe di axuran de derbas kiriye, lewma ji navê axur nefret dikir… li vir wek ez dizanim, li welatê me kurên axa axuran paqij nakin, karkirên wan hene, dibe ku nivîskar li vê xalê hayê nebûye, yan jî rewşeke taybet hatibe holê, lewra xwendevanê çîrokê dikare di vê mirêkê de şaş bibîne. Bawer dikim wê dirustir baya, ku kurê axa ev kar red kiriba û ev redkirin, ji wî re bibûya sedemên gelek pirsgirêkên dîtir. Ji wê meznahiya xwe daneketiba, lê nayê wê wateya jî, ku hûnandina çîrokê bi vê xalê tê şikandin yan jî têkdiçe, berovajî vê yekê ye, ku nivîskar xeyal, rêbaz û armanca çîrokê bi hêsanî daye pîvandin Tiştê ku çîrok xwendevan bi xwe ve girê dide, ku ji serî heyanî binî hatiye hûnandin, û bi saxlemî di hersê qonaxên xweyî giring re derbas dibe. ango vekirin, naverok, xetimandin. Ev nijad bi xurtî li cem nivîskar peyda dibin. Zimanê hûnadin û avakirina hevokan, rêzkirina bûyeran, bûyer û tevger bi şêweyekî hêsan in. Her xwendevan dikare derbasî nav mijarên bûyeran bibe, herweha dikare xwe di nav de jî bibîne, ji ber ku bûyer ne bi awayekî fentazî radestî xwendevanên xwe dike. Dibe ku ji aliyê dahînanî, wek nirxekê wêjeyî, bi vê mebestê, hinek qelsî peyda kiribe. Ew dimîne karê rexnev û lêkolîneran, dema ku mirov bixwaze bi lêkolîn û berawerdiyeke hûr li van xalan mikur bên. Dema ku ez hevoka pêşî dixwînim, ez pê dihisim ku hevoka li dûv wê çiye, ew jî tê wê wateyê ku nirxê hêsanî û herikandina gotinan serkeftî ye. Bi awayekî din jî, çîrokine hene, ku hevokên wan mîna hevokên helbestan hatine avakirin, û ev şêwe heyanî radeyekê li cem çîroknivîsê Kurd, Pîr Rusten peyda dibe, ew jî dimîne şêweyek ji şêweyan. Aliyê din yê ku bala mirov dikşîne ser xwe, aliyê ken û komîdî ye, ez bawer dikim ku wê bi hostayî û mebest, ev alî hatibe nivîsandin, ji bo sivikbûna giyanê xwendevan, ez dikarim wek vehesîna ruh bi nav bikim. Dibe ku ev bi xwe nijadekî hunerî giring be, ji bo berdewamî û girêdana çavên xwendevan bi rûpelê ve, lewra ev his bi min re çêkir. ji aliyên din ve, ku bi giringiya xwe ne kêmî nijadên din in, ew jî navnîşanên çîrokan in, û balkişandina xwendevan ber bi çîrokan ve, ez dikarim nav lê bikim kilîta derbasbûna mijara çîrokê. Di vî warî de, gelek nemûne bi xwendina min re derbas bûne, ku navnîşana çîrokan ji çîrokan bi xwe fentazî tir tên xwanêkirin, ev ezmûne li cem çîroknivîsê kurd, Helîm Yusif gelek caran derbas dibe, wek „Mirî Ranazin, Dilê bê derî, Komara Dîna…“ lê li cem D. Dara berovajî vê tên dîtin, bi wê hêsanî û dîrekbûna xwe, dikarin bibin navnîşanên jîwariya civakî wek „Şêx Mirîşkê Naxwe“, „Eyo Namûsê Diparêze“…. hwd. Di çîroka „Negrî, jiyan hîn jî xweş e!“ de, piştî wê hezkirina germ û dûvdirêj, dema ku Ciwan bi rê dikeve, ji ber şêweya ku nivîskar hûnaye, û dana forma xatirxwestinê, mirov dixe wê hisê ku wê Ciwan here û nema li hevala xwe vedigere, û bi taybet dema ku Rewşen jê re dibêje: du roj pir in. Di wê dema ku dilê xwendevan bi gotinên Rewşen di´êşîne, ev xala dawiyê nişana serkeftina nivîskar di hunera hunandina bûyerê de ye, „ Ezê ji Zozanê re çi bibêjim, wê ji min nepirse kanî bavê min? ezê bibêjim tu bi kûve çûye“ (R86). Şêweyê ku ev çîrok pê hatiye nivîsandin, ji yên din cûdatir e, ne wisa bi dîrekî hatiye. Wekî ku ji min re diyar bû, ku ev çîrok di hevokên xwe de, hem ji xwendevan, yan jî, ji nivîskar bi xwe re hatibe pirsî, û soza nivîsandina çîrokê ji aliyê nivîskêr ve hatiye dayîn. Wekî hate diyarkirin, ku şaxek ji şaxên penaberîyê bi xurtî di vê çîrokê de derdikeve pêş, û herweha çîroka „Rojiya Bavê Min“ û gelekên din, di jiyana gelekan ji me derbas bûye û ev çîrok baş hatiye hûnandin…
Bi tevayî ez dikarim êşên kurdan ji van çîrokan bêhn bikim û hew!?. 26. 05. 2006. Hamburg Ev nivîs ji malpera Tîrêj hatiye wergirtin
| |||||||||||||||
|
| |||
|
|
berbang2005@yahoo.com | ||