Berbang.net

LINKDSL Homepage
  Berbang.net
 

 Nûçe

 

 ZANIST Û TEKNÎK

 

 TENDURISTÎ

 

 DOSYE

 

 ERSHIF

 

 link

Skip Navigation Links

Call 16333
 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

Residential DSL
Business DSL
   

 

Şêx Alî bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin 

 ji efrin.net    

19.02.2007 

Duh li yekşemmê di 18. 02. 2006-an de, li demjmêr dora 11 berî nîvroj, mamoste M. Şêx Alî Sekreterê Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî) Li Efrînê bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin, her weha di pêşwaziya Şêx Alî de nûnerên Partî û tevgera Kurdî amade bûbûn û li rex wan jî kesayetiyên Ereb û hin berpirsiyar ji aliyên rageha Şamê.

Şêx Alî li Autostradê Şam-Heleb ji hêla Ismaîl Umer Serokê Partiyê û serkirdayetiya PYDKS û hejmareke mezin ji heval û dostên tevgerê ve hat pêşwazî kirin.

Bi hejmareke mezin ji erebeyên ku bi ala Partiya Yekîtî û ya Sûrî xemilandî cemawer berên xwe dan Bajarê Efrînê.

Dîsan jî li çata Kefercenê -ya ku di koka çiyê de- bi hezaran heval û hogirên Partiya Yekîtî û tevgera Kurdî li rêya mamoste Şêx Alî rawestiya bûn, bi xemleka rengîn, Komên Mûzîk û yên Folklor bi Def û Zirneyê pêşwaziya wî kirin.

Li Efrînê jî dîsan gelê Kurd li lawê xwe xwedî derket û cefayê xebatkarên xwe da nîşandan, ji gund û navçeyên Efrînê – Raco, Mubeta, Şera, Cindirêsê, Şiyê, Bilbilê... gel hatibûn pêşwaziyê û li kêleka Lîstikgeha bajêr( mel3eb elbeledî) civînek mezin li darxistin.  

Di destpêkê de, Parêzer Selah Kico bi xêrhatina Şêx Alî û mêvanan û spasiya gel kir, her weha Îsmaîl Umer û nûnerên Tevgera Kurdî gotinine Siyasî li ser wateya girtina Şêx Alî û law û Keçên kurd kirin.  

Heya nuha jî, Konê pêşwazî li pêşiya mala Şêx Alî li kêleka çemê Efrînê vegirtiye, dê çend rojan ji bo pêşwazî û pîrozbahiyê vekirî bimîne.  

Mihemed Şêxmûs Alî yê ku bi nave Mihyedîn Şêx Alî tête nasîn di 20. 12. 2006-an de li çayxana El-nexîl li Rawestgeha Bexdadê li bajarê helebê hate girtin, demeke dirêj rêjîma Sûriyê(hêzên ewlekariyê) cî û girtîgeha ku Şêx Alî lê bû diyar nedikirin, ew yeka jî bû sedema ku, tevaya tevgera demoqrat li Sûriyê û ya Kurd jî bi taybetî li gel komîteyên mafên mirovan, Emnestî... bi tundî daxwaza diyarkirina ciyê girtina wî kirin û li seranserî welatên Ewropî çalakî hatin lidar xistin.

Pîroz be û bi hêviya ku tevaya xebatkar û têkoşrên gelê me û demoqratên Sûrî ji girtîgeh û zîndanan bêne derxistin.

 

 
 

 
 
 

حملة تضامن مع سكرتير حزب الوحدة الديمقراطي الكردي في سوريا- يكيتي- شيخ آلي 

 

Subscribe Now