|
Şahê Xewnan
Gulnar Eli
29.08.2007

şev
roj
xewn
bi
şevxewnerojkê
dibînim
bi
roj xewneşevkê
dibînim
Eger bibêjim kî dê
bibhîze?
Eger nebêjim kî dê
bipirse?
Dixewim,
dikenim
digirîm
dikem şer
dikem yarî
Xewn dibe yar
yar dibe xewn
bi şev xewn
bi roj xewn
xewê ji ser xwe
dihavêjim
li ber tor u bextê
te....
di himbêza xwe de,
min bigivêşe,
singê min bi morkekê,
ji morikên xwe
bixemlîne,
min binvîne.
Heyva çardeşevî
dilêra xewna ye
Heyvê carekê dibe
mêvan –
ji bo mebestekê tê.
Lê mixabin
hercar
berî şêrîniyê
bigêrînin
hişyar dibim ez.
|