|
Şandeyeke Parêzer û
Hakimên Kurdistanê hate Almanya
|

Bonn-Avesta:
Li ser dawetnameya wezareta edaletê ya Almanya û
bi rêberiya NAVEDN (Navend ji bo Lêkolînên
Kurdî) şandeyeke ku ji parêzer, dozger û hakiman
pêk tê, bi serdaneke fermî hate Almanya.
Li gora ku
serokê NAVEND Metin Incesu ji Avesta re
ragihand, wan programeke dewlemend ji şandeya
Kurd re amade kirine..
Li gora vê
programê, wê şandeya Kurd li Almanya û gelek
bajarên din, bi wezareta edaletê re hevdîtinekê
pêk bînin.
Her wiha wê
gelek hevdîtin bi dozger, dadger û hiqûzanên
Alman re pêk werin.
Şandeya Kurd
wê çend zindanên Almanî jî ziyaret bike.
Şandeya
mafperwerên Kurd ji 12 kesan pêk tê û di nava
wan de 3 jin hene.
Armanca vê
serdanê ewe ku pêwendiyek di warê hiqûqzaniyê de
di navbera Kurdistan û Almanya pêk were û ji
tecrubeya Almanya sûd were girtin.
Serokê şandeyê
û di heman demê de serokê Yekîtiya Mafperwerên
Kurdistan Tewfîq Kerîm Sadiq ji Avesta re
ragihand ku ewê hiqûqnasên Alman dawetî
Kurdistanê bikin
Şande ji van
kesan pêk tê:
Hakim Tewfîq,
Hakim Mamend Payîz, Gêlan Seyîd Ehmed, Fewzî
Etrûşî, Soran Îsmaîl, Fewziye Feqî Reşîd, Suham
Nebî Abdulqadir, Mihemed Rêkanî, Mihemed Hesen,
Pişdar Mecîd Xidir, Piştîwan Abdulwahid, Serdar
Hesen.
24 Mar 2007
|