Berbang.net

 

Skip all menusSkip first menu
   
 
     
 
   
 
     
 
 

 

 

Peydara peyvan

 

Temoz ŞEMALî

Carna li aliyekî şevê

hêvî xweşik berbext dibin ,

û carna pistepista nuhaniyên bêdengiyê

di rêza windahiyê de

kedî dibin

yan neşya dibin ,

belkim jî,bi şimiteka sibehê re

bê tirs bipijin

û ew pirgala desdanê

di motika stêra evînê de

balkêş dibû.

Li bendîxana her car

li kêleka keniştê

û dengbilindiya zengilê wê

çav li rêpana hatina wan

nezok diman

û tu carî çavliwiyên wî

ji kolanên qermiçokî fedî nedikirin ,

Çend gûrbûn bûn

li ser peydarên demê

keçaniya xwe bi derdidan?

Bi Xwidê be

me gunehe ku

tuxûmava zelal

di şermgeha reştariyê de

biyan dizîrmite.

Bi Xwidê be, me gunehe ku

çavtengiya gerdûnê hemî

li ser riya bê dawiyê

ewqas çepel be ,

de bese li ser girê nemirovahiyê

li bakirina ala stûxariyê;

ev roja buharê zû li me hilat

û buhar jî,bê şahî beravêtî bû,

çivîk ji vî welatî koçber bûn

û pinpinîk baskoyî mabûn.

Bi Xwidê be me gunehe

de bese sûtariya civakê

ji pelên dara evînê duxe,bese.

Deng bala bû

ew xweşiya roja Çarşema sor

û hêstir ji çavên tengahiyê

berve ewran difirîn .

Mihrivan

ew kenê domdariyê

li ser doza hevdîtina

di xewnên bersibehê de

gava li hembêza fediyê

kirasê şevê şil dima,

du evîndaran jî,li aliyekî din

gotinên dawî diparzînin

gava rabêja navbera du agiran

sar digeriyan,

ma qey çiqas kawik e?

hezkirina kulîlkan û buharê

Şemar nedibû lavenda şevê

li ber lingên berbangê

û qenciya li ber dîwarê xatirxwastinê

destbera pêşerojeke dînbûnê bû .

 

 

 

 

 

 

 

  line
Return to top of page