|
»Paşeroj« yan
»pêşeroj«
STOCKHOLM,
12/8 2003 — Di van salên dawiyê de, di
kurmanciyê de peyva »pêşeroj« ji bo
destnîşankirina dema hê nehatî – dema piştî niha
– hatiye dîtin. Xuya ye eger weha bêdeng derbas
bibe dê cihê xwe bigire. Bêguman dewlemendkirina
zimanî bi peydakirin û çêkirina peyvên pêwîst
tiştekî baş e. Çi xiş di hindê de jî nîne ko
zimanê zindî ew e yê ko digel pêşdeçûna dem û
jiyan û teknîkê xwe bi pêş de dibe.
Lê
diristkirina peyveka nû di zimanî de
şehrezahiyeke taybetî pê divêt. Ko mirov bixwaze
peyvekê ji bo navkirina tiştekî çêbike divêt
mirov berî her tiştî lêkolînan bike û bizanibe
ka ji bo wî tiştî yan wê wateya dilxwaz peyvek –
di çi zarave û devokeka wî zimanî de be bila
bibe – heye yan na. Eger na, bi dîtina min çêtir
e ko mirov vebigere bo zimanekê dî ko ji eynî
binemala zimanê mirovî ye û sûdê di peyvsaziyê
de jê bibîne. Di rewşa kurdiyê de farisî zimanê
herî nêzîkî kurdiyê ye.
Û eger ew jî
nebe wê çaxê mirov li zimanine din dinêre û wecê
ji peyvsaziya wî dibîne û li gor rêdarên zimanê
kurdî peyvekê diafirîne.
Lê ez bi guman
im ko di karê peydakirina peyva »pêşerojê« de ev
pirensîp hatibine ber çav girtin. Xuya ye di
nîva dawiyê ji salên heştiyê de û dibe ko ji
kurdên kurmancîaxêvên Ewrupayê dest pê kiribe,
peyva »pêşerojê« ji bo binavkirina dema piştî
niha ya ko hê nehatiye, hatiye bi kar anîn. Eger
mirov rê bide ko »pêşeroj« ji bo vê wateyê bête
bi kar anîn, wê çaxê mirov mafî dide xwe ko
»paşerojê« jî bo dema buhurî (derbasbûyî) bi kar
bîne. Ev jî ji »paşerojê« re du wateyên hevdij
çêdike. Ji ber ko her ji kevin de »paşeroj« bi
mebesta dema piştî niha; yê hê nehatî hatiye bi
kar anîn.
Feqê Teyran di
malika 223-yê ya »Şêxê Sen'an« de ya ji
berhevkirina Rudenko ya ko Memo Yetkînî
wergerandiye bo tîpên latînî û »Roja Nû« di
1986-ê de li Stokholmê weşandiye, dibêje:
Dê aşiqan
meylek hebî
Guhdarê
mehbûba xwe bî
Qet hayî ji
paşrojê nebî
Li intîzara
wesletê
Eve, ji bilî
ko di soraniyê de »paşeroj« peyveke cihgirtî ye
û mana wê ji her kesekî soranîaxêv û kurmancên
Behdînan, Botan û Hekariyan re xuya ye û mebest
jê dema piştî niha ye.
Di ferhenga
Xal de ya ko sala 1960-ê hatiye weşandin û yek e
ji ferhengên kurdî-kurdî yên pir baş, wisa
hatiye nivîsandin:
Paşeroj:
rojanî lemewdiwat
Pêş: berdem,
katî raburdû
Hejar, di
ferhenga xwe »Henbane Borîne« de, eynî wateyê
dideyê:
Paşeroj:
Lewdiwa, ayinde, rojanî diwayî
Pêşo:
leberêda, ber le.
Qenatê Kurdo
di pirtûka xwe ya gramerê de wextî wisa dabeş
dike:
Wextê bihirî,
berê
Wextê niha
Wextê wê bê
(paşwext)
Di »Hawar«,
»Roja Nû« û »Ronahiya« bedirxaniyan de dema
piştî niha bi zelalî nehatiye bi nav kirin.
Carna jî herweko di hejmara 2-yê ya Ronahiya
gulana 1942-ê di rûpela 18-ê de »ayend« li şûna
»paşerojê« bi kar anîne.
Lê Kamuran
Bedirxanî di rûpela 39-ê de, di pirtûka xwe
»Turkçe izahli Kürtçe Gramer« de »dema paşî« bo
»paşerojê« bi kar aniye.
Herwiha
Celadet Alî Bedir-Xanî jî di ferhenga xwe ya
kurdî–fransî de, ko hêj çap nebûye, bêjeyên
»paşroj« û »paşrojî« bi kar anîne û bêjeya
»pêşeroj« di ferhenga wî de nîne.
paşroj, f. :
économies, f.pl. ; pécule, f.
paşrojî, f. :
économie, f. ; paş rojî kirin, économiser.
Ji van
nimûneyan jî fêm dibe ko têkiliya »paşerojê« bi
dema bêt ve heye. »pécule« bi zimanê fransî dibe
»pereyên ko mirov ji bo rojên piştî îro yanî
paşerojê kom dike«. Û »paş rojî kirin« jî dibe
»kom kirin yan jî parastina tiştekê bo rojên
piştî îro, yanî ekonomîk bûn«.
Bi dîtina min
»paşeroj« û »pêşeroj« li gor du rêdaran hatine
afirandin:
1. Li gor
dabeşkirina wextî (zeman) bi xwe:
Dema pêşiya
niha > Dema niha > Dema piştî niha
Roja pêşiya
roja îro > Roja îro > Roja piştî roja îro
Eger em ji ya
li jor peyvan dirist bikin wê encam ev be:
Dema borî =
pêşeroj > Niha = îro > Dema bê = paşeroj
Di zimanên
hindo-ewropî de sê demên bingehî hene; ango dema
bê, dema niha û dema borî. Sebebê vê ew e ko em
zemanî weke xeteka rast fêm dikin. Dema niha
niqteyek e li ser vê xetê, paşeroj dema li piştî
niqteyê ye û dema borî dema li pêşiya niqteyê
ye. Demên gramera me bersiva vê dabeşkirina
polên zemanî ne.
» Ev grafîk
gelekê xweş diyar dike ka »paşeroj« çi dem e.

2. Li gor
peywendiya wextî bi tişt, cih û kesan re:
> Rojên ko
mirovî li paş xwe hiştine (rojên ko derbasbûne)
> Rojên mirovî
yên niha
> Rojên ko li
pêşiya mirovî ne (yên ko dê bihên)
Ji xwe bi
gotin jî em dibêjin:
Ez nikarim
niha biryarê bistînim, dê niha hizra xwe kim û
dê »paşê« biryarê bidim. Niha gera min e û
»paşê« gera te ye. Berê ez û »paşê« tu. Yek
dipirse dibêje: şevaheng çawa ye, yê din bersivê
dide û dibêje: pêşiyê baş bû û niha jî xerab
nîne lê em dê bizanin ka »paşê« çawa be.
Bêguman ew
»paşeroja« ko li destpêkê cihê xwe di zimanê
kurdî de girtiye li ser bingehê dabeşkirina demê
hatiye ava kirin. Lê, em bibêjin ev jî çewt e,
divê em bizanin ko vê cihê xwe girtiye û pêwîst
nake em yeke weha peyda bikin ko wê ji binyat bi
çewt bide nasîn. Mirov di rewşeke weha de dikare
xebatê ji bo sazkirina hevwateyan bike lê ne
dijwateyan ji eynî peyvê re.
Min ev nimûne
li vir bi nav kir ji bona ko em ji evro pê ve bo
dema piştî niha hem peyva »paşerojê« wekî berê
bi kar bînin û hem jî dev ji bikaranîna
»pêşerojê« di cihê wê de berdin. Û hem jî bona
ko ew kesên destan di zimanî de wer didin di van
pirsan de pir li ser xwe bin û bi awayekî
şehreza qelemên xwe di nava karên ji vî rengî de
bajon.
-----------------------------------
Nivîskar:
SIDQIYÊ HIRORÎ
Weşandin:
2003-08-12
|