|
Pakrewan
Dr. Kamiran Bêkes
20.03.2007
Diyarî ji
Şehîdên Adara Rojava re
Dil dixwaze
tiştekî bêje
Pênûs dixweze
tiştekî binivîse
Bêdengî jî
dixweze baxêve, biqîre...
Ne ziman
digere,
Ne jî pênûs
îro digre lîwanê
Her du jî guh
li pêlên dilxwestinê nakin...
Em ne gihan
xêtir ji hev bixwazin
Dil ji lewre
birîndar e,
ziman di
kelogiriyê de lal bûye
dil jî di
liberketinê de diperite, dişewite...
– Çawa tuyê
neşewitî, neperitî,
gava ewqas
jêhez û delal ji ber çavan bar bikin û di dilî
de xwe bi cî bikin?!
Çawa tiwê
neşewitî…?!
Liberketinê
dêmek, dilê min, tu guvaştî
û xemxweriyê.
Na, na
xwe mede destê
vî xinizhevalî.
Mehêle kûr,
kûr birîn bike te û ramanî.
Mirin destpêka
jiyanê ye,
pageha yekem e
di rêveçûna
zindiyê de.
Megrî, dilo
megrî!
Ji bo lêgerînê
tu çê bûye
ji bo bibî
tîrêj jî
lê didî.
Tîrêjeke
ronakdar
Tîrêjeke
germdar.
– Ji kê re
tîrêja nirxjîn?
Mepirse, dilo,
mepirse!
Belkî ji giyan
û canekî re
ku hîn çirûsk
nenasîne
ne jî
ronahî...
Megrî, dilê
min, megrî!
Jiyan tenê
navgîna
gihîştina aliyê din ê jiyanê ye
keştiya
rêveçûna jormirovatiyê ye...
Çi mezin û
gewre yî,
ey pakrewan!
Çi berz û
bilind î,
ey cangorî!
|