Berbang.net

 

  Berbang.net

 

 

Nûçe

 

ZANIST Û TEKNÎK

 

TENDURISTÎ

 

 ERSHIF

 

DOSYE

 

 link 

Skip Navigation Links

 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

Residential DSL
Business DSL

 

 

 

 
 
     
2007/05/13

سليم بركات

2007/05/13

عبدالله بشيو.. شاعر الحلم الکوردستاني

2007/05/13

كاميران حرسان

2007/05/13

محمد عفيف الحسيني

2007/05/13

آخين ولات شفتاك تسفحان الكرز

2007/05/13

 

 

   

 

 

Padişahê têlan Adîk 

Nezîr Palo

 21.06.2007

   

 

Di destên Adîkê de , tenbûr dibû çem û dinaliya

Tenbûrekê çêke xalê Adîk

bila kodik ji dara tûyê be, û destik ji dara zeytûnê be

û çardeh perdeyan girêde

perdeyekê ji axînan

yekê ji xeman

yekê ji hesretan

yekê ji keseran

yekê ji êşan

yekê ji bêzariyan

yekê ji nalînan

û heft perdeyan ji eşq û evîn û serxweşiyê

û sê têlan li ser saz bike xalo

têlekê ji mijangên Eyşan û Iwêşan, yan jî ji berger û omidiya Şêx Bozan

têlekê ji biskên Edûlên ser bi dûman, yan jî ji tamarên pişta Delalê Delalan

û têlekê ji guliyên Zîna zîndan, yan jî ji temriya hespê Memê Alan

 

De lêxe xalo ... lêxe

û tiliyên xwe li ser perdeyan bikuvişe

wan tiliyên nazik û mijûl û girînokî

wan tiliyên mest bi dastan û serdor û stran

wan tiliyên mişt ax û ahîn û dengvedan

 

De bijenîne padişaho ... bijenîne

bila Efrîn di dilê me de hîn pir bibe

bila çivîk di destên te de fêrî fîxanê bibin

her sê têlan bi hev re binalîna

bila deng bi ber çiyan keve, û li me vegere

û aliyên me yên tî tijî awaz bike

 

Va ye kodika te xemgîn bû ye

têlên te di êvaran de gazinan dikin

perdeyan bîra tiliyên te kirine

de biherikîna wa tenbûrê bi ser me de xalo

ku hîn em kesrkêş û xempirin

 

Bi qasî hezkirinê, tenbûra te dadirive dilê me

bi qasî bîrîkirinê em disojin stranan

bi qasî dastanan em di xwe de diçin ava

û bi qasî sozan em di xewnan werdibin

dêng bi têlan xîne xalo

bila di tevliheviya xwe de em bilerizin

bila sizî di canê me re herin û werin

û bi kulmistan em li sîngê xwe xînin, û bêjin axû ax û ax

 

 

 

 

 



المقالات المنشورة تعبر عن رأي أصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع