|
Mîtan û pencerê
Axîn welat
14.08.2007

du pire
û heyşt rêyên çûn û
vegerê.
çar ji bo tirimbêlên
mezin û biçûk in,
didu ji bo bisklêt û
mitoran.
didu ji bo yên peya.
***
cîrana me ya Alman li
ser bisklêtê ye,
ji nêşkê ve tê bîra
wê ku
ev mehek e
dixwaze kûçkê xwe yî
sipî,
ji şîr veke.
mêrekî reşik bi du
daran dimeşe,
rexrêya teng jê
dipirse:
bi çi gunehî tu bê
ling î?
yek di tirumbêleke
biçûk de,
dibêje:
gelo Amûdê hîn wekî
sî salên berê ye?
jinek derketiye
bazdanê,
dibêje: ez ê vê
havînê
li Efrînê biqedînim.
***
Mihemed li ser kevrê
reş dinivîse,
li ser Ararat (çiya)
li ser Ararat,
yê ku keçka xwe
hildida pencerê,
û ji nişkêve
dilê wî rawestiya.
li ser bûnewerine ku
dilê wan
tenê ji wî re lêdide.
û Mîtan hêlehêla wan
bûneweran gişa dibîse,
tengijandina van
kevira gişa dipelîne,
çav li deriyê oda wî
ne,
hema ku derkeve,
wê bi destê wî bigre,
da ku herdu di
pencerê de bin.
***
Mîtan li ser keviyê
rûdine,
rê bi rê
li piş camê mezin
dibe,
fêrî reng
û jimartina
tirimbêlan dibe:
ev sor e,
ev sipî ye,
ev zer e,
ev kesk e
|