|
1.5 milyon dollar ceza
ji bo du zarokên kurd! |
QAMIŞLO - Du rêxistinên
mafên mirovan ên kurdî ragihand ku dadgeha ji bo
tawanên zarokan li Hisiçayê li du zarokên kurd
şeş meh zindan û 50 hezar lêreyên surî birîn.
Rêxistinan herweha diyar kir, ku dadgehê herweha
biryar daye ku divê herdu zarokên kurd Kawa
Mihemed Seîd Salih Bekir û Hisên Xelîl 76.5
milyon lîreyên surî (dora 1.5 milyon dollar)
bidin, "nirxê ziyana ku gihaye avahî û dezgehên
dewletê li bajarê Dirbêsiyê". Ligel ku ev biryar
di 2ê vê mehê de hatibû stendin, parêzerê herdu
zarokan ew piştî 11 rojan bi dest xist. Kawa û
Hisên, ku herdu jî ji bajarê Dirbêsiyê ne, têne
gunehkarkirin ku wan di rojên Serhildana adara
2004ê de li bajarê xwe avahiyên dewletê
şewitandine.
Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (KCHR)
û herweha Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên
Mirovan û Azadiyên Giştî li Suriyê (DAD) di du
daxuyaniyan de, ku ji Malpera Amûdê re hatine
şandin, vê biryara dadgehê şermezar û protesto
dikin û wê wekî "biryareke siyasî" û "li dijî
destur û qanunên Suriyê" bi nav dikin. Ew
herweha bangî rêxistinên mafên mirovan ên
navneteweyî dikin ku piştgirtina van girtiyan
bikin û ji bo azadiya wan tevbigerin.
Hêjayî gotinê ye, ku di
15.07.2004ê de ji aliyê serokê Suriyê ve efuyeke
giştî ji bo hemî girtiyên Serhildana Adarê
derket, ku gerek li gorî wê hemî ji zindanan
derketibana. Lê hîn jî komek ji welatiyên kurd
ji hingî ve di zindanan de ne û çarenvîsa wan ne
diyar e.
Ji aliyekî dî ve û di heman dozê
de, dadgehê dozên zarokên kurd Tariq el-Umerî,
Elî Mehmud Eyo, Behaeldîn Ibrahîm, Salih Ezîz û
Ehmed Şêxo dereng xist bo roja 04.02.2007ê.
Parêzerên van girtiyan ji dadgehê re eşkere kir,
ku tu belge li dijî miwekilên wan tune ne û doza
serbestberdana wan kirin. KCHR di daxuyaniya xwe
de diyar dike, ku parêzeran ji dadgehê re gotiye,
ku axavtinên miwekilên wan "bi zorê ji wan
hatine stendin û ti qanun van gotinan napejirîne".
Di vê dozê de bi giştî 46 zarokên
kurd têne dadgehkirin. Ew hemû bi karên
xerabkirinê di dema Serhildana adara 2004ê de
têne gunehkarkirin
|