Berbang.net

 

  Berbang.net

 

 

Nûçe

 

ZANIST Û TEKNÎK

 

TENDURISTÎ

 

 ERSHIF

 

DOSYE

 

 link 

Skip Navigation Links

 

Berbang.net     

 

 

 

 

 

 

 

Mihemmedo Lawo!

(oxirbe bira Mihemmed Uzûn….)

Besam Mistefa

 

 

Ji vê qerebalix û xirecirê, ji van gotin û derew û zariyan,

Tu xilas bûyî!

Ji cadûgeran, xwefiroşan, sêrûyan û sexteçiyan!

Ji siyasetmedaran, fêlbazan, têkçûyan, qehpik û dolarvanan,

Tu xilas bûyî.

Ji jimêryaran: emê çiqas pereyan sibe bidin hev?

Çend nêçîran nêçîr bikin?

Ji penaberiyê, sar û seqema wê.

Ji rojnama, kovar, xerîbiyan, bajar, welatan.

Ji şîretên şîretkaran.

Lêbelê, te nikaribû Ameda xwe bi xwe re bibe…

Destên te bê hêz bûn û Ameda te a dûrî nêzîk

Ji nav tiliyên te diherikî….

Dicle diherikî……hawar dikir: ax lo Mihemmedo lawo!

Firat diherikî…..

Amed ey Amed,

Îşev tê bê Mihemmedê xwe raze!

Mihemmedo Lawo!

Îşev tê bê Ameda xwe raze!

Mihemmdo!

Ziravo!

Dev li keno!

Teniko!

Ey Mihemmedo!

De raze bira!

Sibê tê zû rabe

Rûpel li benda te ne

Defter û pênûs bang li te dikin

Hêviyên jar û belengazan

Amed bê çavên te kor dibe:

Kê wê hûnik hûnik, hêdî hêdî di pencera

Zivistanê de lê binere?

Kê wê partiyên wê di landikê de bihejîne?

Kê wê bi dizî bigirî, da tu bikene?

…………….

………………

Tu dikene,

Aniha,

Tu dikene:

Şofêrên Hewlêrê delodînin

Te dibin Amedê eger tu bixwazî!

Û welatê min û te di nav pêlên evîn û tozê de pêçayî ye.

Çend şehîd li vir ketin

Çend Evdal bi pey Zeyinkên xwe ketin

Çend hêvî berbi jorve ketin

Çend stêrk wekû te ji ezmanê welatê min ketin!

…….

Tu dikene

Aniha,

Tu dikene.

Te mala xwe dît,

Xewek bê veqetîn.

Li ber dergehên Mêrdînê,

Li ber lingên Toros, tu tevlû vê ax û van çiyayan bûyî!

……….

Ax!

Me ev ax li xwe mehir bikirana

Me têr têr ew biramûsana

Em têr ser sing û berên wê bigeriyana

Li çiyayên wê, gir û bajar robar û deşt û kaniyên wê!

Me çavên zarokên wê geş bikira

Paş evînek û şehîdekî,

Em bimirana!

 

 

Erê…

Ez li ser kê bigirîm niha

Ser te

Anjî ser Ameda te ya şewitî?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



المقالات المنشورة تعبر عن رأي أصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

|.rgo b.kes

 

Sel,m bereket

Ax,n welat

Kam,ra hersan

Mose enter

Kam,ran b.kes

 

Rizgar kurdax,