Berbang.net

LINKDSL Homepage
  Berbang.net
 

 Nûçe

 

 ZANIST Û TEKNÎK

 

 TENDURISTÎ

 

 DOSYE

 

 ERSHIF

 

 link

Skip Navigation Links

Call 16333
 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

Residential DSL
Business DSL
   

Mesud Hamid ji çewisandina rêjîma Suriyê rizgar bû

 

 

 berbang.net

 

 

Mesud Hamid dawî xelata xwe bi dest xist (ji aliyê çepê ve: Yasir Ehmed (pismamê Mesud), Julien Pain (berpirsê beşê internêtê di RSF de), Mesud Hamid û karmenda RSF Hacir)

PARÎS (amude.com) - Piştî sê salan di zindanên rêjîma Suriyê de û çewisandin û zordariya ku li ser destên dezgehên ewlekariyê yên vê rêjîmê gihan wî, Mesud Hamid giha Fransayê. Bi piştgirtina Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) Hamid ji Suriyê reviya û xwe gihand welatekî azad û demokrat. Wî do di avahiya RSF de xelata xwe bi dest xist, a ku wî nikaribû di dawiya sala 2005ê de wê bi dest bixe, çimkî ew hingî di zindanê de bû. RSF hingî Mesud Hamid ji bo vê xelata navneteweyî ya giring hilbijartibû, ji ber zordariya ku ji aliyê rêjîma Suriyê ve li dijî wî hatibû pêkanîn. Hamid ji Malpera Amûdê re kêfxweşiya xwe anî zimên, ku ew ji zordariya li Suriyê rizgar bûye û diyar kir ku armanca wî ya sereke wê ew be, "ku ez xwendina xwe ya rojnamevaniyê li Fransayê berdewam bikim".

Xwendekarê beşê rojnamevaniyê li Zanîngeha Şamê Mesud Hamid di 24.07.2003ê de li Şamê hatibû girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê hingî sê sal zindan lê birîn. Ew ji ber kişandina wêneyên xwepêşandaneke zarokên kurd li Şamê di 25.06.2003ê de û weşandina wan di internêtê de hatibû girtin. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) gelek caran bal kişand ser rewşa Mesud Hamid di zindanên Suriyê de û ji bo serbestberdana wî gelek çalakî pêk anîn. RSF di dawiya sala 2006ê de xelata xwe ya navneteweyî ya di beşê “cyberdissident” (bikarhênerên internêtê yên di zindanan de) dabû Hamid. Ev yekemîn car bû ku xelatek wilo mezin digihê Kurdekî.

Do Mesud Hamid ev xelata xwe bi dest xist û diyar kir ku ew "gelekî kêfxweş" e ku dawiya dawî ev xelat kete nav destên wî. Hamid ji RSF re eşkere kir, ku wî nûçeya ku wî ev xelat stendiye, hingî di zindanê de bihîstibû 

Piştî qedandina sê salan di zindanên rêjîma Suriyê de, Mesud Hamid di 23.07.2006ê de serbest hate berdan. Ji ber ku wî nekarî xwendina xwe berdewam bike, ew neçar man ku dûrî welatê xwe bikeve. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, ku navenda wê li Parîs paytexta Fransayê ye, li ser wê yekê xebitî ku bikaribe alîkariya xwendekarê kurd bike ku ji Suriyê derkeve. RSF bû ya ku ji Mesud re vîzayeke fransî bi dest xist û rê ji bo hatina wî ya Fransayê re vekir 

Di 19.12.2006ê de, Mesud Hamid ji Suriyê derket û di rêya qaçax re derbasî Libnanê bû. Jê re qedexe bû ku ew di rêya fermî re ji Suriyê derkeve. Ji ber pirsgirêkên li Libnanê, Hamid nekarî zû bi zû ji Libnanê derkeve. Piştî xebateke dirêj ji aliyê RSF û Amnesty International ve, girtiyê berê di 9ê vê mehê de karî ji Libnanê derkeve û bifire Parîsê. Li Fransayê ew dê doza mafê penjaberiya siyasî bike û gerek di rojên bê de ev xwezteka wî bête pejirandin.

Ji ber çewisandina berdewam di zindanê de, rewşa Mesud Hamid a tenduristî gelekî xerab e. Hamid ragihand Malpera Amûdê ku pişt û serê wî diêşin. Wî got: "Carekê berpirsê ewlekariyê li Şamê, Elî Mexluf, carekê di zindanê de pênek li serê min xist, ku hişt diranê min di lêva min re derkeve." Herweha ji ber lêdanên berdewam di dulab de, ku rêjîma Suriyê bi vî şêweyê işkencekirinê navdar e, êşeke berdewam ketiye pişta Kurdê 29 salî. Herweha ji ber lêdanê beşek ji lingê wî yê rastê pûç bûye.

Li ser hatina xwe ya Fransayê Mesud Hamid ji Malpera Amûdê re got:

"Ez gelekî rehet û kêfxweş im ku hatime Parîsê û ji zordariya rêjîma Suriyê dûr ketime. Berî hertiştî armanca min ew e, ku ez xwe hînî zimanê fransî bikim, da ez bikaribim xwendina xwe bidomînim. Ezê herweha xebata xwe ya ji bo miltê xwe berdewam bikim û li ser bixebitim ku bala raya giştî ya fransî bikişînim ser rewş,a miletê kurd li Suriyê. Ez gelekî spasiya Peyamnêrên Bêsînor, Amnesty International û hemî kesên ku piştgirtin û alîkariya min kirin, dikim."

Malpera Amûdê careke dî wan wêneyan diweşîne, yên ku ew derbasî zindanên uriyê kir:

 
 

 
 
 
 

Subscribe Now