|
MEMOZÎNA EHMEDÊ XANÎ
Rizgar
Kurdaxî
PÊŞGOTIN
Ehmedê Xanî helbestvanê kurdan yê netewî ye.
Xanî di sala 1651 da li navça Hekariya hatiye
dinê, di sala 1707 da li Bazîdê anjiyan buye.
Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî, Baba
Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran bi
zimanî kurmancî berhemên hêja afrandibûn, Xanî
ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest
nivîsandine, lê ferqa wî ji wan hebestvanên berî
xwe ew e ku wî doza azadiya gelê kurd wek
mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî
ya sazkêş "Memozîn" wek sertaca toreya kurmancî
ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye
çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo
afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina ala
yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsandiye.
Herçend ew dastan-çîrokeke evînî be jî, hozanê
mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikir û ramanên
xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşî gelê xwe
bike.
ji bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din jî
hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û "Eqîda
îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka kurmancî ya
pêşîn e, wî ji bo zarokan nivîsandiye.
Va ye Xanî dîsan diqîre û kela dilê xwe dertîne..
Ez mame di hikmeta Xwedê da Kurmanc di
dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm Bilcumle ji bo
çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bê kemal in Ema yetîm û
bê mecal in
Fîlcmle ne cahil û nezan in Belkî
sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek Àlî-keremek,
letîfedanek
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî Memozînê de,
bi min be, mirov dikare bibêje ku Xanî ne tenê
xudan kitêb e. herwaha Xanî pêxember e jî.
Pêxemberê Ola me ya milî, pêxemberê ola me ya
nijadîn e.
Xanî di demeke waha de, rabû ko beriya niho bi
sêsed û neh salan di heyameke welê de, Ehmedê
Xanî bîra gelê xwe, bîra kurdayetîya xwe birî bû
û ji kurdan re goti bû hûn berî her tiştî kurd
in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û
bindestiya miletên din mekin. Eslê wî ji êla
hekariyan ji eşîra xaniyan e. Bi xwe hatiye
Beyazîdê, di tarîxa hezarê da rûniştiye . Di
zimanî kurmancî de, Memozîn nav kitêbek aşiq û
maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û
erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokêd
Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf
jî xezeliyat û helbest û malik bi zimanî
kurmancî gotiye. Û di zimanî erebî û farisî û
tirkî de,jî pir jîr û zana ye û xudan irfan e.
belkî ji hemû helbestvanan jî zanatir e. Û di
hezar û şêst û sisîyan de, jî anjiyan bûye û di
nav Beyazîdê da, mizgeftek jî bi navê xwe ava
kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê de binaxe.
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst
û yekê hicrî de, hatiye jiyanê.
24/12\1650 zayînê
II. Sala temamkirina nivîsandina Memozîn
22/8 1694
III. Sala mirina Ehmed Xan
14/4\1706 z
Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx
hezar û şêst û yek bû
Îsal gehişte çil û çaran Ev
pêşrewê gunahkaran
Xanî ji Memozînê pê ve hin berhemên din hene.
Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî
ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji paş hemd û selewatan Ev çend
kelîme ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî Nav lê
Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan Belkî
ji bo piçûkê di kurmancan
Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn, zanîn, vên û kelam Bihîstin
digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de
dersa zarokan bi kurmancî digot. Di pey mirina
wî re şagirtê wî Smaîn bîst salên din li wê
dibistanê guhdar bû û dersên kurmancî tê de
gotin.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji
xwe re kirine behane û bi vê berhemê kula dilê
xwe bi der daye, derdê miletê xwe yê ker û lal
bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê,
rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik
winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û
dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin,
belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin
rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva
bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:
Sazî dilî kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit
Şerha xemê dil bikim fesane Zînê û
Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî
ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan
ji nû ve rakim
Meşhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz
bikim mihib û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne
temaşeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê Aşiq
bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêşaye digel
wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî
ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e
bi min qewî şirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e
bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûşiwar e Milkê di
min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me
ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend
xeber in di kurdwarî
Ehmedê Xanî berî 311 salan jiyana îroyîn jiye û
zaniye ku kurd qet û qet lev nakin hertim jev
pijiqîne û ne li ser hev in, heryek dibêje ez û
nekes . ango: nexwaşiya ezokiya qirêj û genî
ketiye xwîna ez-ezokiyan !???
Ji berê û paşê de, bav û kalên me waha dibêjin
" GER EZ BÊJIM EZ Û TU BÊJÎ EZ GURÊ TÊKEVE NAVA
PEZÎ !!!???"
Eger gur kete nava pezî jî xwînerino wîn dizanin
ewê çi bi serî wî pezîwîne wek çawa li
DÊRSIM,PALA GÊNCO, MAHABAD Û ZÎLAN an jî weke
HELEPÇEYA NEMIR
We hovîtîya segê Bexdayê ewê ku gilêz bi dêv
ketibû dît û mîze kir
Vêca kurdino çima em lev nakin?
Gelo ma gava neyar me bombebaran dike dibêje ev
filane û ew bêvan e
Gelo ma dibêje ev partî ye û ev nepartî ye ?
helbet na lê ema kursi gelekî bi serokan şîrîn
in
Lê gelo ew kursî ji KURDISTANÊ şîrîntir in
helbet na
Lewra waha diqîre
Lew pêkve hemîşe bêtifaq in Dayim bi
temerud û şiqaq in
Ger dê hebuya me itifaqek Vêkra
bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl
dikir me îlim û hîkmet
Rom û Erep û Ecemêd ferman Meşhûr e bi
navê Mîrê Botan
Bextê me ji bo me ra bibêt yar Carek
bibêtin ji xew hişyar
Rabêt ji me jî cihan-penahek Peyda
bibêtin me padişahek
Ger dê hebuya me serfirazek Sahib
keremek suxen-newazek
Ger dê hebiya me padîşahek laiq
bibiya xwidî kelahek
Ez mame di kitmeta xwedê da Kurmanc di
dewleta dinê da
Aya bi ci wechî mane mehrûm Bilcumle ji
bo ci bûne mehkûm.
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem Her mêrekî
wan bi rezmê Rustem
Yanê her mêrekî Kurd bi gernasî, cîwanî,camêrî
ûcomerdiya xwe weke Hatem e.Hatim mirovekî ereb
bû(Hatim eltayî) A lîkariya belengazan pir kiri
bû.Her mêrxwazekî Kurdan jî di şer û cengan de,
bi pehlewanî û qehremaniya xwe
Dev jî Kurdîtiya xwe bermedin, di xew de memînin,
şiyar bin
Lê gelekî mixabin! Di dema ku Xanî êşa
bindestiya gel dikêşand de, gel guh nedida
axaftin û gotinên wî. Tenê weke hozanvanekî, yan
jî dengbejekî lê dinêrîn û ew dinerxandin.
Nedizanin ku Xanî ji azadiyê re, ji rojeke
serfîraz re dibêje. Rizgarkirina Kurdistanê ji
Xanî re derd û kuleke giran bûye. Di dilê wî de
Kurdistan weke guleke geş bûye, her demê li ser
dinalî û keserên kûr dikîşandin.
Di demeke wîsa de, ku bi hemû rengî welat dihate
dagîrkirin, bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê
ji aliye Xanî ve, karakî gelekî mezin bû. Gava
ku em qala Kurdperweriye Xanî dikin, bi taybetî
em wê niştimanperweriyê bi wê demê ve girêdidin
û dinerxînin.
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, dîlî û bindestiya
gelê Kurd weke wêneyekê rûnî kiriye.
Xanî dixwaze bêje ku Sefewîyîn û Osmaniyan
biqasî ku pevre dikirin şer û ceng kurd di nava
şerên wan de, dimirîn û dihtin kuştin
Ev Qelzimî Roma û behrî Tacîk Hindî ku
dikin xiruc û tehrîk
Kurmanc dibin bi xûn muletex Wan jiêk
ve dikin mislalê berzex
Camêrî û himet û sexawet Ew xitma
ji bo qebîlê Ekrad
Hîndî ji şecaetê xeyûr in Ew
cend ji minetê nefûr in.
DE KA EM PEVRE TÊKEVIN HUNDIR DESTANA XANIYÊ
NEMIR(MEM Û ZÎNÊ)
Xaniyê nemir û zana wek hemo kurd û gelên ku
ketibûn bin şûrî ola îslamî ta
ku wî dê helbestek an namak jî
binivîsanda bi navî xudê an bi pesna wî dest bi
nivîsa xwe dikir. Bi kêmanî û roja îro
pir kes hene gava
nameyekê dinivîsinin di serî de, vê pêşnivîsê
dikinê
(bi navî yazdanê dilovanê dilovîn)
Lê tabî xudê ne yê muslimanan bi tenê ye ew ê
hemo olan e ,lê pêximber(pênameber) cuda ne ,di
van malkên jêrîn de, ew yekbûna wî dide xuyakirn
Ey şukrê te cewhera zebanî wey
zikrê te sîqla cenanî
Ey wahidê bêşerîkê yekta wey
wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê dayim wey
hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û esimanan wey
xaliqê cumle ins û cinan
Mulk, melek û felek bi carek
Bil-cumle te çêkirin tebarek
Subhanek kule ma feleqit Ehsente
fekeyfe ma xeleqet
Bê husnê te nîne wan wucûdek Bê nûrê
te nîne wan numûdek
Sorgul te kir ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar şeyda
Ronahî te da ser şemalan
Perwan kirin bi şewqî talan
Totî bi xwa ma şekir dirêjin
Herçî dibhîsin wê dibêjin
Zebanî: ziman Sîqla: Ewê ku zingarê ji ser
şûran paqij dike
Cenanî:Dil yekta: tenê, jê tuneye
hemta: jê heye
Yekta#hemta numûdek: mexloqat\jînber
Şema:şeme totî: bexbexa
XANÎ DI NAKOKIYEKE BELÛQ DE
Lê di van malkên jêrîn de, em dibînin ku Xaniyê
me yî musliman xwe dide aliyê Iblîsê ku limêj ji
adem re nekir û fermana xudê nebihîst.
Bi rastî ev nakokiyeke diyar û belûq e, Xanî
çavên me lê vedike, çawa ku xudê ew ji roniyê
çêkir û adem jî ji av û kîlê çêkir û ew dê
limêjê ji adem re bike.
Ya din xudê bi xwe gotî divêt tenê wîn ji min re
limêjiyê bikin çawa dibêje melaykan(firişteyan)
nimêjê ji adem re bikin, Xanî dixwaze vê
nakokiyê zelal bike û bîne ziman, û bersîvê
dihêle ji xwîneran re.
Lê bi bîr û baweriya min Xanî ev malkên jêrîn ne
ji bo Îblîsê rast nivîsandine
Ewî zanyarî ji me kurdan re nivîsîne.
Wek çawa ku mirovekî kurd di saziyekê de kar
bike, xebatê bi şev û rojan bike
Piştî demekê ji xebata wî mirovî ji ber sedemine
curecur ew neçar bimîne ku karî berde û hinek
din rabin karî wî bikin.
Dev ji saziyê berde belkim ji sedema nexwaşbûnê
an an !?
Êdî divê- helbet li gor nirînên heyî- dîrok û
xebata wî kesî bête jibîrkirin û ew kes reş bête
boyaxkirin, ger nebêjin bûye filan an bêvan..???
Yanê tim keda mirovî wanda ye û sipasbûn nîne
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
hindî te hebû digel inayet
Her roj dikir hezar taet
lewra
ko te da wî istitaet
Wî secde nekir li xeyrê mebûd kir te ji
ber deriyê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêşê exyar Qehra te
kire muxellide nar
Elqise ji hîkmeta te agah Ferdek
me nedî tebareke Elah
Zanan telebî xudan îdrak Der
heqê te gotî: ma erfnek
Xanî bi nezaniya xwe de heqê Gomrahî
bibêt ne dûre elheq
Gomrah: wandayî,nezan xudan îdrak: pêximber
QÊRÎN,GILÎ,GAZÎ Û KELA DILÊ XANÎ
Ehmedê Xanî bi dilekî şewitî û çavên tijî histêr
û girî hawaran dike û waha
girîniya xwe bi zimanekî helbestane
daxive herwaha Xanî hal û rewşa miletê
xwe daniye ber çavên xwe û paşmayîna
kurda bi nirîneke konevanî dinerxîne
û wê rewşê dike erik û sitibariya axa û
began û wek serok û rêberên
îroyîn(naha) û lavêjan ji xwe diweşîne, herwaha
Ehmedê Xanî bi xwa şoreşek bû, ango ne şoreşvan
an şoreşger na ew bixwa
şoreş û ceng bû.
Ala serefirazî û serbixwabûnê bilind kiribû.û
digot em jî miletik in em jî xudî
ax, ziman, dîrok û netewak in vêça divêt ku em
jî xudî dewlet bin.
Lê pirî çaran jî li têla tembura nelihevkirinê
jî dide ta ku kurdan şiyr bike ji xewa giran
xewa nelihevkirnê û perçebûnê xwazî tenê çarekê
wan şiyar bike lê ew tim bê pêkanîna wê hêviyê
mabû ta roja ku çav damirndin û ji nava kurdan
barkir.
Lê mixabin û biborînin xwînerino hîn em lev
nakin.em hemî gotinên Xanî dixwînin û dibêjin
divêt ku em vê destanê li mêjiyê rêberan xînin,
ta ku wan em bikin yek
Ew jî waha diramin, lê nakin !!!?????????
Herwaha xanî nedixwast zêde bi ser kurdan de
bibase carina dibêje ku xudê em wîsa dan lê çira
xudêyo tu li me waha dikî gelo em ne li yaqî
welatekî ne !?
Gelo çira te em sêwî û bêkes ji dayîk dan!!??
Bila bersîv a xwîneran be
Saqî tu jibo Xudê kerem ke Yek
cureyê meyê di camcem ke
Da cam bi meyê cihan-numa bêt Herçî me irade
ye xuya bêt
Da keşf bibin li ber me ehwal Kanî
dibêtin muyeser îqbal
Qet mumkîne ev ji çerxê lewleb Tali’
bibitin ji bo me kewkeb
Rabêt ji me ji cihanpenahek Peyda
bibêtin me padişahek
Ger dê hebuya me serfirazek Sahib
keremek suxen-newazek
Ger dê hebiya me padîşahek laiq bidiya
xwidî kelahek
Te’yîn bibuya ji bo wî textek Zahir
vedibu ji bo me bextek
Hasil bibuya jibo wî tacek Elbete
dibû me jî rewacek
Ema ji ezel de xudê wîsa kir Ev Rom û
Ecem li ser me rakir
Pirsî ji dinê min ev bi hîkmet Mehra te
çiye gote min ko hîmet
Ez mame di hikmeta xwidê da Kirmancî di
dewleta dinê da
Aya bi ci wechî mane mehrûm Bil-cumle ji
bo ci bûne mebkûm
Lew pêkve hemîşe bêtifaq in Daim bi
temerud û şiqaq in
Ger dê hebuya me ittifaqek Vêkra
bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl
dikir me îlim û hikmet
Rom,Ereb û Ecem temamî Hemîyan ji
me re dikir xulamî
Saqî: Meyîger
Camcem: Piyala Cemşîd padîşahê firsa.
Cîhan-numabêt: cîhanzelalker
Îqbal: Şansa rind
cihanpenahek: rizgarkarê gerdûnê
Suxen-newazek: zimanxwaşek
Çerx: felek pêkve: pevre Hemîşe:
Giş, hemî
Inqiyad: taeet, gulêkirin, guhdan
Namdar:navdar\ serkêş
Tawan: sûc rûs:teezê pêkve:bi
hev re\pevre Hemîşe:giş\hemî
Herwaha Xaniyê gorbihuşt li ser zimanî Zîna
çeleng daxive, diqîre û dibêje ku felek û aso
hertim bi me kurdan re xayîn û xinize, daxive
xudê û dibêjiyê te dewrek ji me re nekir
serfirazek an azadiyek,layîq nedîn te
serbestiyek ji bo gelê min ê jar û perîşan
gava dibêje
Dewrek te nekir demek jibo min Pir dî te
Memik jibo min
li ser ezeziya serkêşan jî dinale, wa ezokiya
qirêj genî û pîs gava ku dibê
Bilindiyê ji xwe ra dixawzêt
Sufliyê ji me re nîhan dixwazê
fermo em pevra van malkên jêrîn bixwînin
Mehra felekê ji ezel de edîme kîna
felekê ebed qedîm e
Herçî we go ji erdê raket
Elbete ewî di erdê daket
Bilindiyê ji xwe ra dixawzêt
Sufliyê ji me re nîhan dixwazêt
Nabînî ko her-roj avtabî
davête mixareta turabî
Xasima ko digel qebîlî aşiqan Him
xayîn, xar û him minafêq
Elbite dilî me aşiqî bazan
Ewel dibêtin bi xenc û nazan
Axir dikêtin melûl û meyûswekî Memê
zelîlî mehbos
Davête mehbesê bênakam Datîne
merqedê bêserencam
Herlehze digo çerxî dewar Eyî
zalimê bê eman û xwînxwar
Min qesid û xered digel te nîne Aya te
digel min ev çi kîne?
Dewrek te nekir demek jibo min Pir dî te
Memik jibo min
Norek di riwê min kir te peyda Sohtin li
Memê te pê sewda
Şewqek di roxê Memê te hilkir Qelbî min
bi wê te sohit û kul kir
Ew te waha li min eyan kir Paşê
te çira li min hinda kir
Sohtin te em bi agirî fîraqî
Kuştin em bi derdî iştiyaqî
GUYANA NETEWÎ LI NIK XANÎ
Xanî li ser destana Memozînê radiweste û dixwaze
bi xwe wê binerxîne
Lê ya rast ew ne destinê dinerxîne ew dixwaze
bêje ku wî bi kurmancî ew nivisîye û wê demê wî
dikanî ku bi Farisî, Erebî û Turkî binivîsanda
lê kurdî vebijart
Safî şemirand foxwarê durdî
manendê durê lîsanê kurdî
Da xelik nebêjin ko ekrad bê
merifet in bênijad û binyad
ta ku zimanî kurmancî jî derxe holê û
dibêje bila wê pîs nenerxîne jiber ku bi
kurdî hatiye nivîsandin .Na bila wê bi û di
wateyên wê de, binerxînin.Ango: bila
rexnegir jê re ne tixumperest an nijadperest
bin
Ev name ger xirab ger qenc e
kêşaye digel wê me dused renc
Nobare ye tîfle norsîd
e Herçend ne hîn
qewî gezîd e
Norestê gulistana yî fuad
e Bêguneh,nazlê û xanedan
e
Nobar e ger şîrîn ger taal
e Xwaş e ji rengê etfala
ye
Min hêvî heye ji ehlê
halan Teqbîh nekin evan
tifalan
Ev meywe eger ne şîrîn
e Kirmancî ye, ew
qeder li kar e
Ev tifle eger ne nazelîn e nobar e
Bi min qewî şîrîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifle bi min qewî ezîz e
Name: pîrtûk, destan renc: zor,
westan nobare\norsîd: fêkiya teze
Gezîd: baş, rind, dilkê
Xanî xwastibû vê çîrokê bi zimanî kumancî
binivîse û sedema wê jî ango bersîva pirsa çira
wî wergî xwastibû jî di helbestên jêrîn de,
diyar in, di vir de em guyana netewî li nik Xanî
dibînin, wî dikarî bi zimanî Turkî, Farisî yan
bi zimanî Erebî ev destana binivîsanda lê wî
zimanî xwa yî zikmakî da pêşiya hemo zimanan
Ji lewra jî ew kurdperwerekî zor hêja ye.
Û şervanekî bêrawestan e ji bo pêşxistina zimanî
kurmancî, herwaha ew dibêje ku kurmanc ne cahîl
û nezan in lê bêkes û bêxudan in.
Fil cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl t bêxwadan in
Û dizane ku gelên derdor ji wêjeya kurmancî
gelek tişt dizîne ji lewra jî helbestvanên
pêşî xwe tîne zimên û bîranîn ta pê
bicespîne ku kurmancan ji berê de helbest
nivisîne û xudî tore ne…
Binve riha Melê
Cizîrî Pê heyî
bikira Eiliyê Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran ta
bi ebed bimaya heyran
Dîsan diqîre û dibêje:
Ger dê hebtya me jî xwidanek
Alî keremek letîfe danek
Ango : bila yê me jî heba xudanek û
piştgiriya zimên û toreya kurdî bikira
,hîngê me yê ziman pir û pir li pêş xista lê
biborînin hîn em bi zimanine dîtir
dinivîsin daxivin û dixwînin!!??
Biborîne nivîsakirê min î delal gava ku tu
bi kurmancî nenivisînî mebêje ku ez kurd im,
û xwe weke kurdan mejmêre
Eger em dîroka wêjeya kurmancî birûpelînin, emê
bibînin ku berhemên wêjeya me bî çar zarawan
hatiye nivîsandin ew zarawe jî ev in : Lorî,
kurmanciya bakur,goranî û soranî
Yekemî zarawe jî ya lorî bû.
Lê Xanî bi kurmancî destana xwa ya zêrînî ya
Memozînê nivisî bû . Herwaha ew di destanê
dibêje
Safî şemirand foxwarê durdî
manendê durê lîsanê kurdî
înane nîzam û intizamê
kêşaye cefa ji bo wê amê
Da xelik nebêjin ko ekrad bê
merifet in bênijad û binyad
Hem nebên ko kirmanc
Eşiq nekirin ji bo xwe amanc
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Ema di yetîm û bêmecal in
Fil cumle ne cahil û nezan
in Belkî di sefîl t bêxwadan
in
Ger dê hebtya me jî xwidanek
Alî keremek letîfe danek
Durdî: cureyeke ji cewherê giranbuha û binerx
manend: nîmune (mîsal)
Amanc: armanc, daxwez yetîm: bêkes,
bêxudan
*******************************************************************
Xanî dixwaze bêje, baxive û razên dilî xwe
biderîne lê ew ji sedemine nediyar(belkim ji
tirsa hakimdaran be jî lê ev ne sedemeke rast
diyar e. ev nirîna min e.lê biqasî ku dijmin
hertim zimanî me qedexe dikin wî dixwast serxwûş
bibe pêra çen rastiyan baxive—Rizgar Kurdaxî)
dixwaze bi meyê gelekî serxwaş û mest bibe ango:
Teles bikeve pêra biçe nava dost û hevalên xwe,
û ji wan re binale .lewra dibêje meyîfiroşan
kanî bila piyal li pêş min her tim dagirtî be wê
ji min bidûr mexin ta ku ez ji we re gotinên
cewherî bêjim. Ta ku pê va dilî agirpêketî
bihênikînim û aram bikim ???
Saqî bike camî esimanî
Roha we go canî cawdanî
Da em bikin dimaxê can ter Yek
lehze bi meyê canî perwer
Saqî tu birêje camê mîna Ava
ku dikit demîrî bîna
Şadî bikira qelbî mehzûn
Medhoş bikira eqlî mecnûn
Saqî bike kaseya micewher wê
şîrî mueserî paqijker
Durtene yî xwe birêje navî Yanê
meya wekî gulavî
Dem dem bide destê meyperestan Xelqê ko
hinik ji dîl di destan
Yanê bikêfte canî şewqek Heta
bighête qelbî zewqek
Sed xunce yî dil jiber bikeribin Sûsin
biziman û bixeber bin
Bişkuj bipişkivin ji xaran
Xwînrêzî bibin dûvî hezaran
Saqî bide min şerabî gulgûn Bê
dengî def û sedayê qanon
Teşwîş biçin ji qelbî mehzûn Dîsan
bibim ez ji nû digirgûn
Mexmor bibim bi kelamê lafan Serxwaş
bibim bi kelamî guzafan
Bê keyîf neşîm çi ez bêjim
Dîwane bibim duran birêjim
Bedhal bibim siran biderdim Bêqal
ji batinî xeber dim
Bêdeng ji xordil bê aheng
Sedrengî seda bidim wekî çeng
Şerha xemî dil bikim fesane Zînê û
Meme bikim behane
Nexmê waha ji perdê derînim Zînê
û Memê ji nû vejînim
Roha: meyî canî: guyan durtene:
tenên lolo
dem dem: hinek hinek
Cawdanî: nemirtî (xilud) xune:
gupik bişkuj: gulgupi, gupikê gulan
Xaran\xar: stiriyên tayî gulê xwînrêz:
rondikên xwînî hezar: bilbil
Gergun: dilnearamî, xemxwarî lafan: gotinên
am neşîm: nikarim
Xordil: kuftê dil, hundir dil hezar:
Bilbil
Xanî jî weke hemî kilasîkên kurd peyvên ne bi
kurdî bi kar anîne lê ew peyv jî li gor rêz û
rêçikên zimanî kurmancî bi kar anîne
Kurdî, erebî, dur û tazî
Terkîb kirin bi lez û bazî
XANÎ Û ZAROWÊN KURMANCAN
Xanî li hember serkêş û rêberên kurmancan ên wê
demê bêhêvî dimîne û tu omdiyan ji wan nahîve.
Lewra hêviyên xwe yên pêşerojê di zarokan de,
dibîne
Herwaha xanî dibêje zarowên kurmancan fêrî
Quranê bikin
Lê bila armanca wê fêrbûnê ne ya dawî be na û ne
jî jibo jibîrkirina zimanî kurmancî be dîsan na.
Armanc bila vekirina mêjiyên zarokan be, û di
rêya zimanekî alîkar re, ne zimanekî şûngir ra.
Îro roj em dibînin ku kurmancên me yên ketine
bajarên mezin zarowên xwe fêrî zimanine dîtir
dikin. Di malan de, tev zarowên bi
Erebî,Turkî,îngilîzî û h d.
Û dibêjin em di mal de, tev zarowên xwe bi vî
zimanî daxivin ta ku ew çûne dibîstanan
zehmetiyê di zimên de nebînin.
Lê ev bi xwe kuştina zimanî kurmancî ye, bila
zaro li kolanan bi zimanî wa welatî an bajarî
baxivin ne xeme, lê di malan divê ku tenê fêrî
zimanî kurmancî bibin , û ne tu zimanine dîtir.
Ev ger ku em xwe kurmanc dibînin???
Lewra Xaniyê nemir mîrê hebestvanan waha dibêje:
Ne ji bo sahib rewacan Belkî
ji bo zarokêd kurmancan
Wekî ji Quranê xelas bin Lazim e
li sewdê çavnas bin
Da bi van çend reşbelekan Li wan
tebî-yetî melekan
Derê zihnê vebêtin
Herçî bixunêt zehmetê nebîtin
Zarok simbol in, diruşme û stêrên pêşerojê ne,
ew rêber, mamoste û xebatkarên siba ne.
Gelo eger siba wan jî wek hin serokên îroyîn bi
zimanî kurmancî nikaribin namak binivîsandana
yan bixwandana gelo ma ne me malik li xwe xera
kir
Gelo ma ewê çi li ser me bêjin, ewê tif ser
gorên me bikin ?
An ewê bêjin ciyê we bihuşt be?
Wîn çawa dixwazin ku siba zarokên îro li ser we
bikin an baxivin wîsa jî naha bi kar û barê xwe
rabin,
Wîn sipasiyê dixwazin wan fêrî zimanî kurmancî
bikin
Û ger wîn lêdanan dixwazin wan fêrî zimanî
Ateturkê genî bikin!?
Xanî û bedewtiya keçên kurdan
Xanî dixwaze bedewtiya keçên Kurd derxe hole
çawa jixwa xwaşin çawa riwê wan hergeşin, û çawa
bidilekî paqij û safî hezdikin û fîdekarî xortên
ciwan dikin,
Tevî ku her tim jî perdên şerim û fediyê hebin
jî lê ew di yar û dilberên xwe qet naborin.
Herwaha ew dice û wan keçên bedew bi ro û hêvê
re beramber dike bi qasî ku rûgeş û stêrweş in.
Xanî wan bi bedewtiya Zînê û Stiyê dipesîne
Şehzade du bûn li nik wî şahî Xorşîd
du bûn li nik wî mahî
Yek Seroyê rîyadî rastî bû Navê
wê bi rastî Stî bû
Ya dî ji dil û hunavê mîr bûwê nav ji
nîvî navî mîr bû
Rawî weh gote min bi razî Ew hor
bi nave Zîn bû
Yek zêde şîrîn û zêde mehbob Yek roh û
horî dila bû
Yek esmer û ya dî zerî bû Yek
Horî û ya dî pêrî bû
Zulfên mîsalî tayî sunbul
Xedên ji rengî riwî sorgul
Sorgul ji xwa li ser rihestî
Sunbul bi xwe pêkve daheristî
Herçî bidiya rox û bina goş
Fîlhal biderdida ji ber hoş
Zahir dikirin zend û baz in Êdî
nediman gilî û gazîn
Herçend Stî we nazelîn bûlê Zîn ji
mîsalî horçav bû
Herçend Stî stêrweş bûlê Zîn bi
rox heyvageş bû
Herçend Stî wekî qemer bû Zîn
mehir sîfet zêde têr bû
Şehzad: emîr, patşe xorşîd: ro mah:
hêv riyad: bihuşt, cinet
Pêrî: firişte, meleyîkê rahestî: jîn
bo, zîl da
Daheristî: tevilhevbûn, linavhevxistin
rox: rûçik bina goş: qirtik, ustê
XANÎ Û NEWROZA KURDVEJÎNKER
Xanî newroza kurdan cejna sersalê, biharê û
cejna serefiraziyê ji bîr nake ango: Dîsan wek
pir çaran jî ji çîrokê dertê û mijarekê zelal an
derman dike. Çarina xwîner şiyar dike, tê
xuyakirin ji ramanên di vê destanê de, ku xanî
ev pirtûk nivisîye ne tenê ji çîroka evînê ji me
re bêje na ev pirtûk pîroz û giranbuha ye.
Ew roja newrozê dîne ber çavan çawa ku hemî ji
malan derdikevin deşt, çiya û Newalan tev kal,
pîr, zarok, keç, jin, xotr, xanim, mamoste û
xatûn tev dicing
Seyrangehan dawet û dîlanan digirin pev
direqisin Newrozê pîroz dikin û ta îvaran
dimînin pêra vedigerin malan.
Go:Adeta pêşî zemanî Ev bû
li hemî cih û mekanan
Dema ku şahsîwarê xawer Tehwîl
dikir di mehî azar
Bil cumle diçûne der ji malan Heta
dighîşte pîr û kalan
Roja ku dibûye cejna Newroz Geş dibû
jibo me dilevroz
Sehra û çîmen dikirine masken Beyda û
dîmen dikirine gulşen
Dewra felekê ji bextî fîroz Dîsan
ku nima ji nûva newroz
Mubana li adetî mobarek Şehrî û
sîpahîyan bicarek
Sefbisef dimeşîne koh û deştan Refbiref
dixuşîne seyîr û keştan
Rabûne ev xanim û xatûn wan
jî tiji gul kirine bîstan
Şahsîwar: ro xawer: rojhilat
dilevroz: dilvejînker
Mubana: li ser şehrî: bajarî
sîpahî: artêş, leşger
Ko: til, çiyakî bi çûk
ZEWACA STÎ Û TACIDÎN
Van malikên jêrîn ez naxwazim şîrove bikim ji
ber têde pir dirûşmahên
Gênîtalî (cinsî) hene û ezê wê ji xwîneran re
bihêlim ..
Di van malkên jêrîn de Xanî şeva zewaca Tacidîn
û Stiyê bi hebestan ji me re şîrove dike ji
kêliya ku berive hev hatine ,çawa gewda wan buye
yek ûûûûûûûû
Ji ewil ve li adetî mobahî Destê
dirêj kir surahî
Noşî ji surahiya şekirlêva Noşîn
piyalek ji meya deva
Serxwaş ku bû ji meya zelal Bîhinkir
gul û sunbula lîlavî
Geh nêrgiz û lale geh sorgul Reyîhan
binefiş û geh sunbul
Têk têkve didan û têk dibîstin Hin buse
didan û hin digestin
Ew çendî hevdu radimûsan Nobe ne
didane hev li busan
Almas û cewher cebîn û diranan Tebdîl bû bi
leel û mircan
Deriya mihebetê kiri coş Dest
gerden lêvbilêv hemaxoş
|