|
Berbang.net |
|
Hejmara nû ya Agirî |
|
 |
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî,
çandî û giştî ye. |
|
 |
|
|
| |
|
|
Berbang.net
|
|
|
|
|
|
|
|
Lênihêrînek Li Ser Dîroka 8’ê Marsê, Roja Cîhanî
Ya Jinan
|
hatin kuştinê û birîndar bûn.
Xebata jinên ristin û dirûnê ya Amerîkayê bû bi
rojekî girîng û dîrokî a xebata mafxwazane ya
jinan bi giştî û nemaze jinên azadîxwaz yên
Amerîkayê. Meş û derbirîna nerazîbûna jinên
kedkar yên ristin û dirûnê, li dijî mehane,
heqdestê newekhev, rewşa nebaş û xirab ya kar û
zafbûna çax û dema kar bû. Daxwazên wan
jordebirina miaş û kêmkirina dema kar ji bo 10
seet di rojê de, mafê danîna yekîtiya kedkaran û
herwiha mafê dengdanê bû.
Klara Zotkîn (CLARA ZETKIN) yek ji rêberên
navdar yên Partiya Sosyalîst ya Almaniyayê bû ku
di wê konferansê de ya ku di meha Tebaxa 1910’an
de li bajarê Kopenhagê hatibû lidarxistinê û
nûnerên Yekîtiya Kedkarî û Partiyên Sosyalîst
têde beşdar bûn, weke amadekar û rêbera vê
konferansê pêşniyara vê çendê kir ku 8’ê Marsê
wekî Roja Cîhanî ya Jinan bihê diyarîkirin. Bo
vê armancê bona pejirandina vê rojê wekî Roja
Jinê, pêşniyarbiryara xwe pêşkêşî konferansa han
kir.
Di Pêşniyarbiryara Klara Zetkîn de, çar
daxwaziyên pir girîng ketibûn berbasê: 1. xebat
ji bo mafê dengdanê, 2. Xebat li dijî xeter û
tirsa şer, 3. Xebat ji bo bidestveanîna mafê
dayîk û zarokan û 4. Xebat li dijî giraniyê û
cudahîdanan.
Di konferansa sala 1910’an de, serbarê bi
girîngzanîna Roja Cîhanî ya Jinan, li ser
diyarîkirina rojek taybet negihîştin encamê.
Lewra heta sala 1912’an, her welatekê li rojekî
taybet ya cuda li welatên din, lê di meha Adarê
û bêtir li rojên bêhnvedanê a wan welatan de, rê
û resmek wekî roja jinan lidar dixistin. Bo
mînak di sala 1914’an de, li seranserê Ewropayê
de, meşek mezin û berfireh li dijî şer ji aliyê
jinan we hate meşandinê ku em dikaribin jinên
pêşeng û debşikên ên birêvebirên 8’ê Adarê ya
welatên Danîmark, Almaniya û Swîsrayê nav bibin.
Herwiha di sala 1917’an de li Rûsyayê jî jinan
di yekşemeya dawî ya meha Şibatê, ji bo nan û
aştiyê girev lidar xistin. Rêberên siyasî ên vê
demê karê han baş nehesibandin, lê jinan dest ji
girevgirtinê ber nedan û piştî 4 rojan dewleta
Tezarî neçar ma ku dest ji desthilatê berde û li
kar nemînin û biçe qiraxê.
Di sala 1921’an de, Klara Zetkîn vê carê ji
rêberên Enternasiyonala Sosyalîst bû û di
serokatiya vê konferansê de cih girtibû, bo
careke din 8’ê Adarê wekî Rojan Cîhanî ya Jinan
pêşniyar kir û bû bi sebeba sereke ya
pejirandina vê rojê wekî Roja Cîhanî ya Jinan.
Roja 8’ê Adarê bi du sedeman wekî Roja Cîhanî ya
Jinan hate hilbijartinê, ya yekem eva bû ku 8’ê
Adarê me tîne bîra xebata jinên leheng yên
karxaneya ristin û dirûnê ya Niyoyorkê û ya
duyem jî eva bû ku 8’ê Adarê roja serhildana
jinên kedkar ên bajarê Sen Peterzbûrgê li dijî
hikûmeta Rûsyeya Tezarî bû. Ji vê rojê şûn de
heya niha 8’ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan
hatiye binavkirinê.
Serbarê vê çendê ku li piraniya welatan de
lidarxistina vê rojê qedexe ye, lê jin wê rojê
wekî boneyeke navneteweyî ya taybet ji bo jinan
dimeşînin û li piraniya welatan bi darxistina
meş, pêkanîna konferans, semînar û ... bîrenîna
vê rojê bilind û pîroz dikin.
Cara yekem li dewrana hikûmeta canemerg ya
Komara Kurdistanê, yanî sala 1945’an li bajarê
Mehabadê, cejna 8’ Adarê birêve çû. Sala 1358
(1979)’an, yanî sala bidestvegirtina desthilatê
ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê, jinan bi
nîşaneya xuyakirina nerazîbûnê li hember
sepandina biryara li xwekirina destmal û çerşeva
bi ser jinan de xwenîşandaneke berfireh
lidarxistin.Di Îrana bin desthilatdariya Komara
Îslamî de, pîrozkirina roja 8’ê Adarê qedexe ye
û di rojhejmara Îranê de ev roje wekî rojekî
cîhanî û navneteweyî nehatiye danîn û ev roje ji
aliyê vê hikûmetê ve bi fermî nehatiye
naskirinê. Lê jinên parêzerên maf û azadiyan li
Îranê, bi awayên cuda cuda rêz ji vê roja cîhanî
digirin. Li Îranê jin ji bo birêvebirina roja
8’ê Adarê, rastî gelek arîşe û pirsgirêkan dibin
û bi hêceta vê yekê ku di Îranê de tenê roja ji
dayîkbûna “Fatima Zehra”, keça Pêxemberê Îslamê,
Hizretê Mihemed, wekî roja Jinan hatiye
naskirinê, izn û rêya tu cure kar û çalakiyekê
di vê rojê de ji jinan re nahê dayînê. Eva di
halekê de ye ku gelek rojên din ên navneteweyî û
cîhanî hene ku rejîm hekî bi awayên rûyeke jî
be, pejirandiye, lê mixabin Roja Cîhanî ya Jinan
wekî nexweşiyeke mirandinê û kulikeke kasterê tê
mêzekirinê ku divêt di bingeh de ji holê rakin.
Li Îranê, ji bona nîşandana hevpêwendî tevî
tevgera mafxwazane a jinên cîhanê, mil bi milê
mêran alîgir û parêzerê wekhevî û mafê adilane,
li piraniya bajaran, serbarê hebûna kosp û
astengiyên zaf ji aliyê rejîmê ve bona pêkanîna
civînên cur bi cur, dengê xwe têkelî hawar û
daxwaziyên seranserî yên jinên cîhanê dikin, lê
tev salekê ev çalakî û xebatên jinan di roja 8’
Adarê bi êrîşa xurt û dijwar û hovane ya hêzên
serkutker ên rejîma dijî gelî û dijî jin ya
Komara Îslamî re berbirû dibin.
Di çaxê îro de ku bi serdemê cîhanîbûnê,
teknolojî û têkiliyan hatiye naskirinê, tevgera
jinên cîhanê ji bo bidestveanîna mafê wekhev
tevî mêran di civakan de bi şeklê bizaveka xwedî
nasnameya xwe ya taybet e. Pêla vê tevgera
mafxwazane seranserê welatên cîhanê bi xwe ve
girtiye.
Yek ji wan welatan Îran e, ku jinên vî welatî ji
hemû mafên xwe ên mirovî û demokratîk hatine
bêparkirinê û herdem ji jinê re wekî regezeke
bindest hatiye temaşekirinê û ji hiqûq û
azadiyên xwe ên rewa wekî mirovekê bêpar bûye.
Lê di Îranê de jin li hember vê zulm û koletî û
ferq û cudahîdanan rihet nerûniştine û ji bo
bidestxistina mafên xwe li hember rejîma
dîktator ya azadiya gotin û ramanê û azadiya
mirov û ragihandinê, xebata wan her dom kiriye.
Pirsa jinê di cîhana îro û Îranê de rastiyek e
ku nahê înkarkirinê, lê tenê rayedarên rejîma
Komara Îslamî ya Îranê ne amade ne vê rastiyê
bipejirînin.
|
|
|
|
|
|
|
|
| |
 |
|
 | |
|
| |