|
|
 |
» »
Konferansa Çapemeniyê Ya Rêzdar
Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê
Destpêk:
Roj înê 25.12.2006’an, bo
bas li ser hindek pirsên girîng weke biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî
ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rewşa mafê mirovan li Îranê û herwiha li
ser rewş û bûyerên vê dawiyê yên hundirê PDK Îranê bi beşdariya
ragihandinên giştî yên partiyê, konferanseke çapemeniyê ji bo rêzdar
Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê pêk hat. Nûnerên ew
ragihandinên ku beşdarî Konferansê bûn, pêkhatîbûn ji: Rojnameya
KURDISTAN, Teleîzyona “TISHK” , Rojnameya Agirî, Radyo Dengê Kurdistana
Îranê, Kovarên “LAWAN”, “JINAN” û “BÎRÎ XWÎNDKAR”.
Birêz hicrî di bersiva
pirsên nûçegihanên medya û çapemeniyên partiyê de bi ronî û berfirehî
bal kişande ser sedem û encamên biryara Konseya Ewlekarî ya RNY’ê
derbarê bernameya Etomî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê, binpêkirina mafên
mirovan di Îranê de û her wiha cudabûn û veqetiyana hejmarek ji Kadro û
Pêşmergeyan ji refên PD Îranê û bas ji hewl û cehdên xwe û rêberiya
hilbijartî ya Kongireya Sêzdehem ji bo parastina hekrefiya partiyê kir.
Li vir em bi hev re deqa konferansê bi kurmancî bixwînin
“TISHK TV”: Kekê
Mistefa, her wekî hûn haydar in, îro di Rojhilata Navîn de komek pirsên
siyasî di rojevê de ne, weke rapora “Baker – Hamiltoon” û li Îranê jî
hilbijartinên Gund û Bajaran û Meclîsa Xîbreganê. Lê mijara ku van
rojane di rojeva medyayên giştî û rojnameyan de ye û tê baskirin,
biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li
ser Îranê ye. Pirsa min eva ye: Hûn wekî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê,
girîngiya vê biryarê bi çi awayî dibînin?
M. Hicrî: Gelek spas. Ez
jî kêfxweş im ku di koma we nûçegihanên medya û ragihandinên giştî yên
PDK Îranê de beşdar im. Bona vê yekê ku we di vê midehê de pir zehmet
kişandiye û herdem mandî dibin, nemaze di vê heyamê de kar û zehmet û
kedeke zaf ketiye ser milê we, spas û mandînebûnê ji we dikim. Ez bawer
im ku niha deerfeke gelek jî baş e, di wan rojane de em li bere berê du
cejnan de ne. Yekem Cejna Qurbanê ya pîroz ku ji bo misilmanan cejneke
girîn ya olî ye. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyê ji hemû Misilmanên cîhanê,
nemaze xûşk û birayên me yên Kurd ên Misilman li Kurdistana Îranê û hemû
parçeyên din yên Kurdistanê de dikim. Boneya duyem sersala nû ye. Nûbûna
sala Mesîhî ye, bi vê hincetê û herwiha bi boneya Kirîsmes ku cejneke
olî ya Mesîhîyan e, pîrozbahiyê dikim ji hemû Mesîhiyên cîhanê û bi
taybetî Mesîhiyên Îranê û yên ku niştecihên Kurdistanê ne.
Derheq pirsa we de, rast e
di vê heyamê de biryarên girîng derketin holê, hem li dor herêmê û hem
li dor Îranê ve. Lê hûn bi xwe dizanin ku her yek ji wan hewcehî bi
şîrovekirin û dahûrandineke kûr û demeke gelek zaf jî heye ku renge me
li vir derfet nebe ku yek yek basa wan bikin û biçine ser bersivên vê
pirsiyara we û hemû babatean şîrove bikin. Lê renge ya ji hemûyan
girîngtir derheq me Kurdên Îranê, biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya
NY’ê der barê doza projeyên Etomî yên Îranê ye. Bi baweriya min ew
biryare zêdetir ji vê çendê ku di warê rêveberiyê ve girîng be, di warê
tund û tûjiyê de girîng e, di warê siysî ve pir girîng e, ji ber ku em
hemû baş dizanin ku aliyê kêm di dema yek sala borî de, Komara Îslamî ya
Îranê bona vê yekê ku nakokî û dubendiyê bixe navbera endamên Konseya
Ewlekarî ya NY’ê, bona vê çendê hewil da ku dubendî û dijheviyê bixe
navbera ew dewletên ku ew proje amade dikir ku bibin bo Konseya
Ewlekriyê, weke welatên Îngilîstan, Fransa û Almanyayê û her wiha Çîn û
Rûsyayê. Di vê derbarê de gelek caran jî zîrekane û hişyarane kar dikir,
lê aqibet, encama wê bû eva ku ew welatên ku proje pêşkêş dikirin, karîn
pirojeya han bi “cerh û tedîl” û detêwerdan û nermkirinê bikin bi
projeyek ku hemû li ser de sax bûneve û wekî me dît di Konseya Ewlekarî
ya Neteweyên Yekbûyî de di dengdaneke giştî de biryar li ser hat girtin.
Ez bawer im eva ji bo Komara Îslamî ya Îranê pirseke gelek girîng û
balkêş e û her wiha ji bo Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî. Di
derheq pirsa Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de, ez bi taybetî di
vê derbarê de bi girîn dizanim ku ew yê gihîştine vê bawer û qenaetê ku
armancên Komara Îslamî ya Îranê ji bo domandina pirojeya xwe ya Etomî
berevajî vê çendê ye ku îdea dike, doz ne kar û xebatên xizmetkirinê ne,
belkî bidestxistina çekên Etomî ye û niha cîhan yê gihîştiye vê baweriyê
ku heke Komara Îslamî a Îranê bibe xwediyê çekên Etomî, dikare çiqas
xeterê ji bo dinya û aştiyê li herêmê bi taybetî zêde bike. Lewra ew
gihîştine vê baweriyê ku divêt berlêgirtina domandina vê projeyê bihê
kirin. Eva pirseke gelek girîng e ku civatê biryar li ser de daye.
Ji bilî vana bêguman ev
perojeya cezakirinê weke ku Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî bas dike,
destpêka gavan e. Konseya Ewlekariyê du mehan wext ji Komara Îslamî re
dayiye ku di nava van du heyvane de karkirin li ser pirojeya xwe ya
Etomî rawestîne, heke wî karî neke, bêguman ew dê cezayên tund û tûjtir
li ser Komara Îslamî ya Îranê bimeşînin.
“KURDISTAN”:
Ehmedînejad ji bo nîşandana dijkiryaran li hember vê biryara Konseya
Ewlekariyê de, ew biryare gelek bi bênirx zaniye û gotiye ku biryara han
nikare tu bandorekê li ser biryara hikûmeta Îranê ji bo domadina
beranmeyên Etomî yên wî welatî danê, Hûn ew gotinên wan çawa dinirxînin?
M. Hicrî: Ez bawer im di
vê gotinê de Ehmedînejad rast dibêje, ji ber ku bidestxistina çekên
Etomî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê di bin pêşvebirin vê projeyê de ew
hinde ji bo hikûmeta Îslamî ya Îranê girîng e û ew qas pêwîst û aliyê
heyatî bi xwe ve girtiye ku hikûmeta Îslamî ya Îranê amade ye hemû
cezayekê – gelek ji ya niha giran û dijwartir – tab bike û bipejirîne,
bona vê çendê ku bi armancên xwe bigihîje û Komara Îslamî ya Îranê her
bi vî awayî ku we qala wê kir, Ehmedînejad weke nûnerê hikûmetê îlan
kiriye, ew dê wê projeyê di vê derheqê de bidomînin.
Doz eva ye ku ji bo Komara
Îslamî ya Îranê, bidestxistina çekên Etomî bona vê yekê ku xelkê Îranê
pê asûde û rihet be û xizmetên bi xelkê Îranê ser û ber be, xebatên wan
ne ji bo vê yekê ne, belkî tenê ji bo parastina hebûna Komara Îslamî ya
Îranê ye. Eva pirseke gelek girîng e û em dikarin encamê her ji van
gotinane werbigirin. Ji bilî vana, em hemû Komara Îslamî ya Îranê baş
nas dikin, Komara Îslamî tenê ew deng û birayan bi rast û durist dizane
ku ji bo xwe li ser wan sax dibe, ew rêz û hurmetekê bo dengê Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekarî ya NY’ê nadanên. Lewra pirs ji bo
wan di vê çarçoveyê de girîng e ku divêt bigihîjin armnca xwe, divêt
qise û gotina xwe pêşve bibin û gelek caran jî em dibînin ku ew di hemû
caran de xwe bi serkevtî dizanin. Heke di bîra we de be, demekê ku di
şerê Îranê û Îraqê de, Komara Îslamî ya Îranê bi tevahî rastî têkçûnê
hat û di encama vê têkçûnê de Xomeynî her wekî bi xwe jî îlan kir, hazir
bû bi pejirandina qirara Rêxistina Neteweyên Yekbûyî cam (kas)a jehrê
vexwe. Serbarê gişt van tiştane, Komara Îslamî her ji wê demê were heya
niha berdewam radigehîne û dibêje ku em di şer de serekevtî bûn. Lewra
ye ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê doza serkvtin û têkçûnan, tenê di
çarçoveya biryarên xwe de qut dibe û ewa ku wan bi xwe bawerî pê heye,
neku ewa ku çi tiştek dê bi qazanc û çi bi zirar û ziyana xelkê û her
wiha çi dê ji bo qazanc û zirara deverê xilas bibe.
Rayo Dengê Kurdistana
Îranê: Hûn weke Serkreterê Giştî yê PDK Îranê encama wan biryar û karane
çawa dinirxînin?
M. Hicrî: Ez bawer
im, me li gorî wan ceribîn û nasyariya ku ji Komara Îslamî ya Îranê heye
û wekî di pirsa berê de jî min bersiv da, Komara Îslamî ya Îranê bêy
baldan bi biryara Konseya Ewlekariyê, bernameya xwe dibe pêşê û çunkî ji
dinyayê re jî girîng e û cîhan jî yê gihîştiye vê bawerî û qenaetê ku
Komara Îslamî ya Îranê nabe çeka Etomî bidest bixe. Ew jî li ser biryara
xwe biîsrar in û gav bi gav ew cezayên ku li ser Komara Îslamî ya Îranê
tên dayîn, dê tund û dijwartir bikin. Bi raya min aqibet encama vê çendê
dê bigihîje vê radeyê ku Komara Îslamî ya Îranê di vê derbarê de ji ber
ew cezayên ku li ser wan tê dayîn, dê ew qas jar û lawaz bibe ku ev yeka
bi xwe dê bibe sedema vê çendê ku Komara Îslamî ya Îranê bihiloşe yan
aliyê kêm dê bibe yek ji fakterên girîng yên hilweşîna Komara Îslamî ya
Îranê. Eva encamek e ku ez ji bo domkirina vê prosesê ku Komara Îslamî
ya Îranê dest pê kiriye û didomîne, mêze dikim.
“Bîrî Xwîndkar”: Em
dibînin ku bi sedema di holê de bûna pirojeya Etomî ya Îranê,
binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di raya
giştî de kêmreng û bênirx bûye. Dîtina cenabê we di derheq vê pirsê de
çi ye?
M. Hicrî: Ewa ku we qala
wê kir, pirseke girîng e û mixabin rast e, ji ber ku ewa ku heta niha ji
welatên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî re girîng bûye, pirsa pirojeya Etomî
ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Bi vê sedem û delîla ku min qala wê kir,
Komara Îslamî dixwaze çeka Etomî bidest bixe, lê di pêxema vê pirsê de,
ewa ku pêwendî bi binpêkirina mafên mirovan di Îranê de heye, nemaze
mafê neteweyên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd, binpêkirina mafên jinan,
rojnamevanan û hemû çîn û texên ku di Îranê de niştecih in, di rastî de
hatine jibîrkirin. Yan heke di vê derheqê de hin biryar hatibin dayîn,
biryarên hewce nebûn. Di heyamê 28 sal desthilatdariya Komara Îslamî ya
Îranê de heya niha em şahîdê vê yekê ne ku dehan caran ji aliyê navendên
mafê mirovan ve Komara Îslamî ya Îranê hatiye mehkûmkirin û niha di rêza
yek ji wan dewletan de ye ku di cîhanê de zêdetir ji tev welatan mafên
miroavn bipê dike, lê ji ber ku ew biryar ne xurt û hewce bûn û Komara
Îslamî ya Îranê mecbûr nabûye ku wan biparêze û birêve bibe, lewra guh
ji wan re nedaye û binpêkirina mafên mirovan di Îranê de ne tenê tu
guhertineke erênî bi ser de nehatiye, belkî pir tund û dijwartir bûye û
eva pirsek e ku hemû cîhan îtirafê pê dike. Min jêve ye, heke civaka
navneteweyî nehê ser ê baweriyê ku ji ber binpêkirina mafên mirovan di
Îranê de biryarên pêwîst nehên dayîn û Komara Îslamî ya Îranê nehê
neçarkirin ku mafên mirovan di Îranê de biparêze, pirsa çeka Etomî û
projeyên din yên Komara Îslamî li dijî aştî û mirovahiyê ne û doza çekên
tevkuj tîne holê, ew rejîm nahê guhertin, ji ber ku ewa ku wan pirojeyan
tîne holê, di rastî de bawerînebûna Komara Îslamî bi mafên mirovan e.
Lewra ye, ez bawer im heke civaka navneteweyî li ser vê baweriyê be ku
Komara Îslamî ya Îranê dê guhertin bi ser de bihên – ku em bawer in ev
hikûmete nikare guhertinan bi ser xwe de bîne – û divêt wê demê di pêş
vê çendê ku pirsa çeka Etomî di Îranê de yan pirojeya Etomî ya wî welatî
bixin bi zêrevanî û kontrola xwe û berevaniyê jê bikin, divêt fikreke
micid ji bo vê yekê bikin ku Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin, mafên
mirovan berçav bigire, biparêze, çunkî pirojeya çeka Etomî di mêjiyê
Komara Îslamî de ye ku tu bawerî bi mafên mirovan, azadî û demokrasiyê
nîn e.
Agirî: Zêdetir ji sê
heftiyan bi ser cudabûna hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan li refa xebata
PDK Îranê derbas dibe. Wan di daxuyanî û hevpeyvînên xwe de bi awayekî
yekalî hemû şaşî û pirsgirêkan dixin ser milê PDK Îranê û di vê navberê
de xwe weke bêguneh û bêxeta û bêçewtî nîşan dane. Kekê Mistefa ji
kerema xwe re bibêje ku ev arîşe û pirsgirêkene ku niha çê bûne, çi ne û
ji kuderê dest pê kirine?
M. Hicrî: Heke we dîroka
PDK Îranê xwendibe – ku bêguman we xwendiye – hûn dizanin ku PDK Îranê
di çi merheleyekê de bê pirsgirêkên hundirîn nebûye, renge parek ji wan
vegere ser vê rastiyê ku di nava PDK Îranê de pêka demokratîkbûna
partiyê, bîr û ramanên cuda û derikandina wan ya azad û serebst hebûye,
lewra di her qonaxekê de ji endamên rêberiyê yan endamên bedeneya
partiyê re îzin û rê hebûye ku dîtin û ramanên xwe bînin ziman. Di wan
raderbirînane de pir caran hebûye ku nakokî û hijheviya nêrînan peyda
bûye û dijberiya dîtin û nêrînan demekê ku zaf bûne, gihîştiye cudabûn û
veqetiyanê. Eva ku niha qewimî ye, di rasî de wê jî têkilî bi derbasbûyî
ve heye, ne tiştek e ku niha hatibe afirandin yan piştî Kongreya
Sêzdehem hatibe holê yan afirîbe, belkî rih û rîşalên wê vedigere ser
Kongireyên 10, 11 û 12’an. Lê di Kongireya 13’ehem de çaxekê ev pirse
kete berbiçav û bêtir girîngî peyda kir ku piştî birêvebirina
kongireyeke demokratîk ku ew hevalên ku nih cuda bûne, bi xwe jî tê de
beşdar bûn, di pêşkêşkirina hemû bernameyan de pişikdar bûn, xebatên
Kongirê meşiyan, tu pirsgrêkek tê de nebû, lê demekê ku mesele gihîşte
hilbijartinê û encama hilbijartinê bû sedem l çendê ku hindek ji hevalan
ku xwe bi heqdar dizanî û di dem 3 kongireyên berê de di desthilatê û
rêberiya partiyê de bûn, dengê hitbara nûnerên kongreyê bi wan nehate
dayîn. Eva weke wê yekê hate berçav ku mafeke mezin yê wan hatiye xwerin
û binpêkirin. Wan her li wir dest da dijberîkirin, karnekirin, nefîkirin
û înkarkirina xebat û tekoşîna partiyê, bêhurmetî û bêîtibarkirina
rêberiya partiyê û heya ku encama wê gihîşte vê xalê ku we qal wê kir.
Ez dixwazim bi kurtî ji we re bibêjim ku bingeha vê pirsgirêkê ji bilî
vê yekê ku hejmarek kesan ji bo bidestxisitna desthilata xwe ya berê
nerehet bûn û nedikarîn taba wî dengê demokratîk bikin ku nûnerên
bedeneya partiyê di kongireya 13’an de ji wan re dabû, tu tişteke dinê
nebû, ew pirsgirêk kete berçav û mezin û berfireh bû û gihîşte vê rewşê
ku me tevan dît û hewcehî bi baskirina wê nake.
“TISHK TV”: Kekê
Mistefa, ew çend kes ji Kadro û Pêşmergeyên berê bi vî awayî
piropagendeyan dikin ku konferansên berî kongireya 13’hem bi awayekî
nepenî kar ji bo hatiye kirin û çend kes hatine nav kongireya 13’hem ku
ser bi baska kêmanî bûne. Cenabê we jî Sekreterê hilbijartî yê
kongireya 13’hem in ku ji aliyê rêberiyekê ve hatine hilbijartin ku
kongirê ew hilbijartiye. Hûn di vê derheqê de çi dibêjin?
Ez li ser vê baweriyê me
ku ew tiştên ku tên gotin parek ji wan piropagendeyan in û çi girîngiyek
tune ye. Girîngtirîn sedem ji bo wê pirsgirêkê ewa ye ku ew kesên ku
nerazî ne, wê demê piraniya rêberiya partiyê di destê wan de bû,
sekreterê partiyê ji wê baskê bû, konferansên kongireya 13’hem jî di bin
çavdêriya wan de birêve çûn, piraniya wan kesên ku komîteya amadekar ya
kongirê bûn, ji aliyê wan ve hatibûn diyarîkirin, ew biryarên ku berî
kongireya 13’hem di Komîteya Navendî de ji bo diyarîkirina çawaniya
birêveçûna konferansan, li ser nêrîn û daxwaza wan hatibû cîbicîkirin,
ger wiha bû, tu pirseke nepenî di holê de nebûye. Di bin çavdêriya wan
de nûnerên bedeneya partiyê hatine hilbijartin û di kongirê de beşdarî
kirine. Ji bilî vê hindê, piştî ku di kongirê de Komîteya amadekar,
rapora xwe pêşkêş kir, tu kesekê rexne çi nebûn, meşrûiyet û rewatiya
kongirê ji aliyê hemû endaman û bi taybetî ji aliyê wan kesan ve ku li
dawiyê nerazî bûn, hatiye erêkirin, di komîsyona şikayetan de ku bi
rexneyên wan kesan re diçe ku doz vekiribin, heta yek şikayet jî ji
aliyê Kadro û Pêşmergeyên partiyê ve negihîştiye destê wê komîsyonê û
min jê ve ye ku di dîroka Partiya Demokrat de ew konferansên ku ji bo vê
kongireyê hatin lidarxistin, yek ji demokratîktirîn konferansan bûne ku
hatine lidarxistin. Erê gelo heke ew hevalene bi rastî raya wan ewa ye
ku bi nepenî kar hatiye kirin yan ew tiştên din ku di wê derheqê de bas
dikin, çima di dema xwe de şikayeta xwe nedane heyeta pêregihîştin bi
şikayetan? Çima di demekê ku komîteya amadekar ya kongirê, rapora
konferansan di kongirê de pêşkêş dikir û hemû beşdaran destên xwe
bilindkirin û rewatiya kongirê erê dikirin, wê demê çima kesek ji wan
derheq karê konferansan rexne negirt? Lewra pirs bi tu awayekê wiha
nine, belku her wekî min got pirsgirêk ewa ye ku encamên kongirê ew
hevalane aciz û nerihet kirine.
Ji bilî wana , pirsên din
di vê derheqê de hene ku haşa lê nahêkirin. Di demekê de ku karê wan
hevalane gihîşte lome û namenivîsîn û tiştên wiha, me daxwaz ji wan kir
ku niha du salên me maye bo kongireya 14’ê, kerem bikin hûn kar bikin û
di kongireya 14’ê de, heke kongirê deng ji we re da û hûn bûne piranî,
yan deng ji herkeseke din re da, em weke miroveke demokrat dê peyrewê lê
bikin(qebûl bikin) û di bin rênimayî û rêberiya hilbijartî ya wê kongirê
de dê kar bikin. Heta pirseke din jî hate holê ku ez hez dikim li vir
îşarê pê bikim. Hevaleke hevbeş yê min û Ebdula Hesenzade, nameyek ji bo
me her duyan nivîsand, pêşniyarek wiha kiriye û dibêje ji bo
çareserkirina wê pirsgirêkê dema diyarîkirî ya navbera niha hetanî
kongireya 14’ê bikin bi du beş, beşek ji wê bila nîviya wê ew hevrêyene
kar bikin, li cihê rexnegirtin û gaznideyan û karnekirinê, nîviya duyem
ya demê jî were pêşxistin û kongire bihê lidarxistin. Min ew pêşniyare
qebûl kir, roja din min birêz Ebdula Hesenzade gazî kir, min jê re got
ku pêşniyareke wiha ji aliyê wî hevalê me ve ku gihîştiye cenabê te jî,
ez ji bo wê pêşniyarê amade me ku careke din kongirê lidar bixim, ew
aciz bû û got ku em kongirê nagirin, heke em kongirê lidar bixin, niha
jî hûn dê bibine piranî, çunku ji niha ve kongire hatiye amadekirin. Min
ji wî re got ku em dikarin Komîteya hevbeş ji bo pêkanîna konferansan
diyarî bikin, ji her du aliyên piranî û kêmanî, li gor hinek rêbaz û
qanûnan ku em dê diyarî bikin, li gor wan qanûnane em dê konferansan
lidarbixin û kongirê diyarî bikin, lê ew neçû bin wî barî de jî. Merema
min ewa nine ku ew tevî Kongireyekê berbirû bûn ku nûnerên wê bi awayeke
nepenî hatibûn diyarîkirin, na bi tu awayekê pirs ne ewa ye, belku wan
baş dizanîn ku di şêwazeke demokratîk de ku kar tê ser dengdanê, dengê
azad, ew nikarin dengan bidestvebînin, çunku ew baş dizanin heke di
Komîteya Navendî de 6 kes ji 22 kesan bûn, di bedenê de gelek ji vê
hindê kêmtir bûn, wan baş dizanî ku heke kongireyeke din were
lidarxistin, dîsan rewşa wan here dê wiha be. Lewra xwe ji kongirê û
dengê xelk diparastin û dixwestin bi awayê lihevhatinê heyet were
pêkanîn û ew di wê rêyê de desthilatê bidestvebînin. Ewa pirsa bingehîn
bû.
Lawan: Kekê Mistefa ew
taqima ku cuda bûye, çawa dixwestin organên hilbijartî ji holê rakin û
xwe desthilatê bidestve bigirin?
Derheq wê hindê gelek
tişt hene û ez dikarim bala we bikişînim ser wan û ji bo raya giştî kifş
û ron bikim. Renge baştirîn pirs li wir nameyek be ku wan hevalane di
bervara 07.05.1385(27.07.2006)’an de, di bin navê, “Ji bo hevalên birêz
Sekreterê Giştî û Piraniya Komîteya Navendî” ji Komîteya Navendî re
pêşkêş kirine. Di wê nameyê de li pey destpêkê, hinek pêşniyar anîne
holê ku ewa bi xwe nîşaneya wê dozê ye ku min îşare pê kir. Li serweyî
hemû tiştekê daxwazê dikin ku heyeta hevbeş were pêkanîn. Bo mînak, ez
dê çend xalan ji we re bixwînim: “Weke di destpêkê de hate gotin, li
heyama du salên borî de bi sedan kes hatine cezakirin, hatine
teşwîqkirin, ji wan re pile hatiye dan yan standin, hatine veguhastin û
hetanî ketine girtîxaneyê, heke hêcetek jî bo wan hatibe çêkirin, sedema
sereke biyava baskî(alîbûnê) bûye. Lewra em daxwaz dikin ku hemû ew
biryare bihên ragirtin, heyeteka hevbeş...! “Edî li wir pirsa organên
partiyê û qanûn û biryar tu buhayek nine, heta ew qanûn, biryar û
ayînnameyên ku di dema desthilata wan de hatine pesendkirin, dibêje:
“Heyeteka hevbeş û weke hev! Ji baska xwedî desthilat û opozîsyon were
pêkanîn ku pêdeçûnekê ji hemû wan biryar û ayînnameyan re bike û ewên ku
bi baş nezane, hilweşîne”.
Piştre dîsan wiha dibêje:
“Heyeteka hevbeş! Were pêkanîn ku li ser veguhastin, sexerbirin, teşwîq,
dana pileyan, jê standina pileyan û her cure cezadanekê biryaran bide”.
Binêrin edî li wir meseleya yasa û biryaran û hwd... tune ye, heyeta
hevbeş jî tê pêkanîn, ew heyeta hevbeş kar û baran birêve dibe, êdî
hewcehî bi Komîteya Navendî û kongirê tune ye. Ji bilî vana, di nameyeke
din ku her di pêvajoya wan bas û diyalogan de, ew birayane ji bo me
nivîsandiye, bas ji wê hindê dikin ku em wekî rêberiya partiyê qebûl
bikin ku heyeteke hevbeş bihê pêkanîn, pêdeçûnê bi şikayetan re bike,
lêpirsînê derheq wan bike, encama wê ji bo Deftera Siyasî bîne, çunku
Deftera Siyasî di navbera du civînên Komîteya Navendî de, kar û barên
partiyê birêve dibe. Lê ew naxwazin ku ew pirsgirêke di Deftera Siyasî
de bihê çareserkirin. Di bersiva nameyekê de ku nivîsandine, di bersivê
de wiha dibêjin, di xala şeşê de dibêjin: “Ewa ku berî çareserkirinê
pirsgirêk, bê vê çendê ku lihevhatinek çê bibe, ji bo Deftera Siyasî
bihên şandin, dozê aloztir dike û em wê napejirînin”. Yanî ji bo wan
giring ewa ye ku nabe Deftera Siyasî û Komîteya Navendî li ser wan
pirsgirêkane biryarê bide û bigihîje encamekê. Ji bilî wê, nameyeke din
li bal me ye ku dema me pilînoma wê dawiyê girt, me tê de daxwaz ji wan
hevrêyane kir ku em hemû beşdariyê di pilînomê de bikin, di pilînomê de
ew pirsên ku cihê nîqaş û baskirinê ya her aliyekê be bas bikin, yek ji
giringtirîn pirsan, ew dijberiya hizr û rayan li ser pirsan e ku em dê
li civîna Komîteya Navendî de bas bikin, rê çareyekê di Komîteya
Navendî de derheq wê pirsê peyda bikin û Komîteya Navendî ji Deftera
Siyasî raspêre ku li şûn rêçareyekê bigere û wê pirsgirêkê çareser bike.
Lê wan ji bo wê meremê ew nameye nivîsandine, berî hemû tiştekê dibêjin
ku pilînom nehê lidarxistin, lê dibêjin: “Heke ew tikaya me nehê
pejirandin,(yanî heke em pilînomê lidar bixin), em bi eşkere
radigehînin ku di wê pilînomê de beşdar nabin û her biryarek jî li
derheq arîşe û pirsgirêkên hundirîn yên partiyê di wê pilînomê de bihên
girtin, em bi fermî nas nakin û red dikin”. Balê bidin, hetanî çi qasekê
dijberiyê tevî Komîteya Navendî dikin, berî ku Komîteya Navendî
biryarekê li derheq wê dozê bide, ew dibêjin ku em napejirînin. Ewa di
demekê de ye ku wan daxwaz dikir ku aliyên din li derveyî Partiya
Demokrat di çareserkirina wan pirsgirêkan de maytêkirinê bikin, lê rê û
iznê nadin Komîteya Navendî ku hilbijartiya demokratîk a nûnerên partî û
bedeneya partiyê ye û berpirsiyariya wê ewa ye, di wan pirsgirêkane de
çareser bike. Lewra merema wan ewa bû ku divêt Komîteya Navendî û
Deftera Siyasî ku di Kongireya 13’hem de hatiye hilbijartin, kêrhatîbûn
û desthilata xwe ji dest bide û ew disthilate bi awayê heyet ji wan re
bihê dan, ji bo wê merema ku ew li şûn de diçin û ew jî desthilat e.
Hewsela wan jî tune ku rawestin hetanî kongire were lidarxistin û ew
bikevin ber dengê xelkê, bona wê hindê ku xelk wan hilbijêre yan
nehilbijêre, lewra ew rêçareyên nêzîk pêşniyar dikin.
Radyo Dengê Kurdistana
Îranê: Her weke hûn bi xwe haydar in, ew taqima cudabûyî ji PDK Îranê,
roja 07.05.1385(27.07.2006)’an, di nameyekê de ji bo Sekreterê Giştî û
Komîteya Navendî ya partiyê şandibûn û daxwazên xwe di 20 xalan de
nivîsandibûn û ew 20 xalene di malperên Înternetê de jî hatin belavkirin.
Pirsyara min ewa ye ku gelo di wan 20 xalan de, xaleke ciyê pesend û
pejirandinê nebû?
Na, di wan xalên ku wan
pêşkêş kiribûn, hejmarek ji daxwazên wan hêjayî bas û nîqaşê bûn, me ew
xalên ku ciyê pesendê bûn û me dikarî gotûbêjan li ser bikin û rêçareyan
jê re peyda bikin, me wekî rêberiya partiyê bi dîqet û sebrê bersiva wan
da û pejirand. Lewra em dibînin di nameyekê de ku pêkhatibû ji 17 xalan
û di wan 17 xalane de beşeke zaf ji 20 xalên wan tê de hatibû cî kirin,
me pêşkêşî wan kir û me amadebûna xwe ji bo bas li ser wan îlan kir, lê
her di destpêkê de bo min eşkere bû ku ew kesên ew nameye darêtibûn, bi
taybet du biryarderên sereke, birêzan Hesen Restigar û Ebdula Hesenzade,
wan biryara xwe ji bo cudabûn ji partiyê girtibû. Lewra ew erêkirina ku
rêberiya partiyê tevî daxwazên wan kir, ciyê razîbûna wan nebû û mihane
û hêcetên din dianîn holê.
Bîrî xwendekran: Kekê
Mistefa! Gelo we çawa dizanî ku ew hejmare ji Kadro û Pêşmergeyan
biryara cudabûnê girtine
Wekî ku min ji wer re
got, pirs ne ya Kadro û Pêşmergeyan e, belku weke ku min îşare bi navê
du kes ji wan kir, eva ew bûn ku biryar girtibûn ku cuda bin. Ji bo wê
sebeb û delîl zaf in, yekem ewa ye ku heke hûn balê bidin bi rêzkirin û
destpêka wan 20 xalan, dibînin ku pêkhatiye ji komek buxtannameyan ku ew
didin rêberiya partiyê û heke ew rast bin, di rastiyê de ew rêberiye ji
bo hevkarîkirinê nabe, lewra wan ku ew pirsene anîn holê, ji bo wê hindê
ew xalene bas kirine ku nîşan bidin ew rêberiye bo gotûbêjan nabe û dê
cuda bibin. Ji bilî wana di pêvajoya kar de dibînin ku hejmarek ji
dilsozên wî baskî dema ku ji merema biryarderên wê pirojê haydar bûn, ji
wan cuda bûn. Em dibînin ku birêz Elî Mêhrperwer ku endamê Deftera
Siyasî bû, tevî wan bû, hay ji merema gemar ya wan bû, ji wan cuda bû,
piştre kekê Luqman Mêhfer ku endamê Komîteya Navendî ye, tevî wan bû, ji
wan cuda bû û di wê dawiyê de hejmarek din ji kesên bibandor yên wî alî
tûşî şik û gumanan bûn û di civînên wan de beşdar nedibûn û gelek ji wan
nerazî bûn. Ewa ji aliyekê, ji aliyekî din, wan biraderane her li wê
dema ku pirs ji bo dîtina rêçareyekê tevî piraniya partiyê dianîn rojevê,
biryara xwe ya ji bo cudakirina beşan girtibûn. Bo mînak ez dê erzî we
bikim, her di wê derheqê de Yekîtiya Ciwanan cuda kirin. Ji bilî wê,
Komîteyên partiyê yên li derveyî welat ku ser bi wan bûn, civînên hevbeş
yên partiyê bi cî hiştin, ji xwe re girûp pêk anîn ku kar û barên xwe
birêve dibirin û bi vî awayî, bi eşkere pirsa cudabûnê dianîn holê ku
bêguman ew rênimayîyane di navenda rêberiya wan de dihatin kirin û wan
ew karene dikirin. Vêca ew doze gelek ron û eşkere bû ku wan dixwest ku
cuda bin, bi taybet ewa demekê xuya bû ku erêkirina 17 xalên rêberiya
partiyê bi wan gihîşt, dema ewa gihîşt destê wan, dîtin ku nêzîk
lihevhatinê dibin, xwestek û daxwazên wan tevî bersivên erênî berbirû ne,
vê carê nişkêve çend xalên pêş şert anîne holê ku digotin divêt ew
pêşmercene bihên pejirandin. 3 xalên pêşmerc! Min di civînekê de ku tevî
birêz Hesenzade hebû, tevî wî û heyeta rêberiya partiyê ku tevî wan
civîn hebû, min ji wan re got ku hemû xal, hemû xwestek û daxwazek ku
ewan heye hêjayî bas û nîqaşê ne, divêt gengeşe li ser wan were kirin,
çunku min dizanî ku ew hêcetan digirin û napejirînin. Min ji birêz
Hesenzade re jî got, heke we xalên din jî hene, em dê li ser wan jî
gotûbêjan bikin, lê nabe te pêşmerc hebin, pêşmerc rêznegirtin û
heqaretkirina bi Komîteya Navendî ye. Heqeretkirin û bêrêziya aliyê dinê
ye û ew qebûl nakin. Çima pêşmerc? Heke te armncek heye, xalek heye,
meremek heye ku divêt bihê cîbicîkirin, bila ew tevî wan xalên ku tên
baskirin, bihê holê û rê ji bo pejirandin û cî bi cî kirina wê bihê
dîtin. Lê ew biîsrar bû ku divêt pêşmerc hebe. Heta min pê xweş e ku ewê
erzî we bikim ku pirsa diyalog û gengeşeyan, hetanî zêdetir dom dikir,
zaftir dirêj dibû, pareke zêdetir ji hevalên aliyê din ku ew dibêjin
kêmanî bûn, nerazî dibûn, hay ji wê pirsgirêkê dibûn, lewra em dibînin
ku bilez cudabûn tê îlankirin, bona wê çendê ku ew hevalên ku li wî alî
biryarder bûn, êdî xelk xwe li hember şola kirî bibînin, çunku her niha
jî hejmareke zaf ji wan kesên ku tevî wan in, çi wekî Kadro û Pêşmerge û
çi di asta serê de, derheq wê rewşê nerazî ne.
Kurdistan: Kekê Mistefa!
başe heke wan hevrêyane hez dikirin cuda bibin, bo her di destpêkê de
wiha ev kar nekirin?
Li rastî de dema ku bi
nivîskî 20 xalên xwe dan, ez bawer bûm ku ew çavnihêrê vê çendê bûn ku
piraniya rêberiya Partiyê jî bi nivîskî bersiva wan bide û pirsgirêkê
mandel bike, ev jî êdî vê yekê bikin mihane û di rastî de karê xwe bi
dawî bînin, lê bi xweşî ve rêberayetiya PDK Îranê û piraniya vê zaf bi
hûrî û berpirsiyarane mijarê re tevgeriyan. Ew li cihê nivîsîna bersivê,
tevî wan ketin bas û dan û standinê, jê re ragihandin ku em amadeyî
gotûbêjê ne li ser gotinên xwe. Mijarek bû ku ew neçar bi pêkanîna
heyetê dikirin ji bo ku li ser xalên daxwazkirî yên xwe biaxivin.
Nedikarîn ku mijara
gotûbêjê ku ji aliyê piraniyê ve hatibû daxwazkirin, mandel bikin.
Gotûbêj dest pê bûn, hêdî hêdî pêşve çûn û di rastî de cudabûna wan paş
xist. Eva beşek bû, beşa din jî eva bû ku ez li ser vê baweriyê me ku
piştevaniya ku diba ji bo cudabûnê ji wan hatiba kirin, hêşta
negihîştibû qonaxa dawiyê, diviya ku hindekê hatiba paşxistin û eva jî
pirsek bû ku bi xwe jî amade bûn qasekê bidomînin. Lê her weke ku min di
bersiva pirsiyara pêştir de got, dema ku biryarderên vê pirojeyê hest bi
vê hindê kirin ku paşxistina wê ya zêdetir nahê pejirandin û dê bi
zirara wan xilas bibe, eva bû ku me li nişkê de daxuyaniya veqetiyana
wan ji PDK Îranê dît.
“TISHK TV”: Birêz Hicrî,
li dema xwe de çend kesên veqetiyayî, dema ku roja
07.05.1385(27.07.2006)’an, nameyek ji Deftera Siyasî re şandin û li ser
malperên Înternetê belavkirin, nivîsîbûn: “Mifah wernegirtin li raya
giştî û xwe bê minet zanîn li bîr û şêwra hevrêyan û heta zaf caran
endamên payebilind ên rêberayetiyê jî ...”. Di vê derheqê de tu çi
dibêjî?
Merema wan ji raya giştî
tenê raya wan e, raya wan kesan ku di kongireyê de nehatine hilbijartin.
Raya giştî, pitir ji vê çiye? Komîteyeke Navendî ku bi dengê demokratîk
ê hezaran kes ji endamên partiyê hatiye hilbijartin û her yek ji endamên
rêberayetiyê bi awayê rasterast yan ne rasterast nûneriya sedan endamên
partiyê dikin ku deng dayîne wan, bo vê çendê ye ku pirsgirêkan bixin
ber bas. Raya giştî bi vê menayê ye, ne weke ew hez dikim heyetek ji
çend kesên ridînsipî pêk were ku li ser pirsên partiyê bas bikin. Îca bi
hizra wan pirs û raya giştî, raya wan bi xwe ye, ne raya xelkê din, ji
ber ku tu car bawerî bi bîr û rayên xelkê din tune bûne. Heke bawerî bi
xelkê û raya giştî heban, di sîstemeke demokratîk de tu rayeke giştî
demokratîktir û heqtir li dengê nûnerên hilbijartî yên xelkê nine.
Agirî: Kekê Mistefa,
taqima cudabûyî ji PDK Îranê, Komîteya Navendî ya hilbijartiya Kongireya
13’hemîn a partiyê, ne demokratîk dihesibînin û dibêjin ku mafê kêmaniyê
naparêzin, gotina cenabê te di vê derheqê de çiye?
Pirsiyareke hêja ye, ji
ber ku raya giştî û demokrasî ji bîr û rayên piraniyê, helbet bi li
berçavgirtina mafê kêmaniyê, pêk tê. Lê dîrok belgeyên balkêş nîşanî me
dide, yek ji belgeyên han axavtina birêz Hesenzade ye li dema ku di
desthilatê de bû, piştî kongireya 10’hem û piranî jî li pişta wî bûn,
çawa li wir de basa demokrasiyê, piranî û kêmaniyê dike, niha jî piştî
kongireya 13’hem ku ne li desthilatê de ye, çawa basê jê dike. Di
kasetekê de ku niha li ber dest de ye û vê dawiyê jî li ser Înternetê
hatiye belavkirin, piştî kongireya 10’hem, di civîneke giştî li holeke
Deftera Siyasî de tevî komek ji endamên PDK Îranê û Rêberayetiaya
Şoreşgir ku heta wê demê jî tevlî PDK Îranê ne bibûn, basek tê pêş, ji
xelkê re tê axavtin, min pê xweş e ku raya Mamosta(Hesenzade) ji we re
bêjim ku di kasetê de tê bihîstin. Mamosta di bersiva hevrêyên din
nemaze birêz Celîl Gadanî de ku wê demê serkirdayetiya Rêberiya Şoreşgir
dikir, wiha diaxive: “Lê dijberiya bîr û rayan tevî milmilanê û bi wî
alî û vî alî kêşandinê de ferq heye” tiştek ku niha bi xwe dikin.
Dijberiya bîr û rayan di
kongireya 10’hem de di navbera me de hebû, ji ber wê çendê jî hin bîr û
ra pêşketin ku renge bi dilê min û zaf kesên din nebin. Lê eva êdî tenê
pîvaneke pejirandîyî ye di cîhanê de, divêt were berçavgirtin, tu çare
jî jê nahê kirin. Hemû kes nikarin li ser mijarekê lihev bên, nabe her
kes bikişîne aliyekê, ji ber ku tê sepandin, çare çiye? Tê gotin raya
piraniyê çi bû, eva ci bi cî tê kirin”.
Her li doma gotinên xwe de
dibêje: “Dibêjim we, min pê xweş e li gor usûlan, partiyê(PDK Îranê) izn
daba her di roja piştî kongirê de xelk bîr û rayên xwe bîne ziman. Lê
rayên xwe gotiba, neku bêhurmetiyê bike, ne li bin biryaran derbikeve û
ne biryarên partiyê bibe derve. Dîsan tevî pejirandina vê yekê jî me tu
rêyek tune ye ji kêmaniyê re, ji bilî birêvebirina biryarên piraniyê”.
Niha gotinên birêz
Hesenzade ku di dema desthilatê de kirine, rê nîşanî kêmaniyê dide, mêze
bikin tevî gotinên wê demê ku di desthilatê de namîne. Wan rastiyan
didin kifşê ku gotinên han ne tiştekin xêncî wê çendê ku kesên ku wan
tiştan dibêjin, qet baweriya wan bi demokrasiyê re tu ne ye. Demekê
demokrasî cem wan girîng e ku bi xwe xwediyê desthilatê ne, xelk deng
dide wan û wan hildibijêrin. Lê demekê ku gel rexnê jê bigire, hizr û
ramana wan qebûl nebe, wê demê demokrasî dikeve ber hemû cure şiroveyan
ku bi xwe dixwazin bikar bînin.
Min pê xweş e tişteke din
ku li ber destê min de ye bas bikim. Di namayekê de ku birêz Hesenzade,
piştî civînekê aniye ber bas(Mamosta li ser daxwaza xwe civîn ji xelkê
re girt, lê di civînê de parek ji Kadro û Pêşmergeyan rabibûn û rê ji
raya Mamosta girtibûn û rexne jê girtibûn, Mamosta bi qasekê li
rexnegirtinê nerihet bû ku roja paştir ev nameye ji Deftera Siyasî re
nivîsî bû). Dibêje: “Di pêwendî tevî civîna duh de ku min daxwaz kiribû
bigirim, hin tişt gihîştin guhê min, bê vê çendê ku dahûrînim, min pê
xweş e di nameyê de pêşkêşê we bikim. Îro şûn de her civînek ku ji bo
baskirinê li ser pirsgirêkên hundirîn ên partiyê birêve diçin, her kes
birêve dibe, ez tê de beşdar nabim”. Bo beşdar nabe? Ji ber ku rexne jê
tên girtin, çimku gel bi awayeke demokratîk elimiye raya xwe bîne ziman,
lê ew ji rayên han hez nake, ew civînekê dixwaze ku hemû kes raya wî
bipejirîne, erê bêjinê de û peymanê bidinê de.
Girêya karê me li wir de
ye, ji ber ku mixabin em zaten ne demokrat in, dema ku em xwediyê
desthilatê ne, demokrasiyê ji me re wateyek heye, lê dema ku desthilatê
ji dest didin û dibin kêmanî, wê demê bi awayeke din pirs tê guhertin,
gotina ku ew di vê derheqê de ku wî îşare pê kir, dikin. Dirust cewhera
wê, ev pirse ye, neku bi çi cureyekê bi vê wateyê nine ku karê niha tê
kirin ne demokratîk e, raya giştî nine, renge rayeke şaş jî be û şaş jî
derbikeve, lê dema ku rêberayetiya partiyê pêşkêş dike, organên
hilbijartî û kêrhatî li gor yasayê didin, divêt birêve biçe. Her ewa ye
Mamosta basê jê dike, çareyeke din jî me nine.
Lawan: Birêz Hicrî, ew
dibêjin zaf ji Kadro û Pêşmergeyên we(merem aliyê wan yê wê demê ye)
tenê bi tawana cudabûna bîr û rayan yan em bibêjin bi tawana bîrkirina
cuda ji partiyê hatine derkirin yan jî ceza dayîn. Hûn li ser vê yekê
çi dibêjin?
Haşayê ji vê yekê
nakim ku hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê netenê di vê qonaxê de,
belku li hemû qonaxekê de seba karên nebaş, afirandina pirsgirêkan û
..., ku tevî çarçoveya usûlên partiyê lihev nahên, tên cezakirin,
rênumayî tên kirin û heta tên derxistin jî, eva tenê piştî kongireya
13’hem nebûy, belku berê jî hebûye.
Dema ku ev pirse kete ber
bas, yek ji hevrêyên me di civînê de got, heke ew hevrêyên me dibêjin ku
ew hinde kesane di vê midehê de hatine ceza û derkirin, me serhejmarî
heye ku berî kongireya 13’hem, di dema desthilta wan de hatine
derêxistin, her di vê çaçoveya zemanî de gelek zêdetir e. Lê eva jî
vedigere ser vê çendê ku ji bo ku em bixwazin dengê demokratîk ê xelkê
ku bi qazancê me nebûye, bin pê bikin, gotinên han tînin holê. Di rastî
de evê jî di dîroka partiya me de deng daye. Ez bo dîrokê ji we re bas
dikim, dema ku roja 01.01.1367(21.03.1988)’an de, beşek li Kadro û
Pêşmerge ji PDK Îranê veqetiyan û piştre navê “Partiya Demokrat (Rêberayetiya
Şoreşgir)”, ji xwe re danîn ku niha jî cewhera vê cudabûnê jî her li wan
pêk tê, di rastî de ewan jî rast pirsê wiha bas dikirin û hin belgeyên
wisan bo selimandina rastiya xwe dianîn. Îca ez wan lihev didim tevî
gotinên ku niha tên kirin, bizanin çi qas lihev tên û bi hev re girêdayî
ne. Di daxuyaniya cudabûnê de ku Rêberiya Şoreşgir,roja
01.01.1367(21.03.1968)’an der kirine, gotine ku: “Wê feraksyone - ev
feraksyone, merem PDK Îranê ye ku wê demê Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî
yên nemir û zaf kesên din bûn - bo fetisandina her cure nerazîbûnekê li
dijî vê siyasetê di hemû qonaxekê de bi mihayenekê destavêtiye palandina
bê cih û wate di nava partiyê de ku di encama vê palandinê de hejmareke
berçav ji endamên hişyar û xebatkar hatine parzinîn û ji partiyê hatine
derêxistin”.
Di cudabûna xwe ya niha de
jî vê yekê dibêjin, (Eva nameya roja 07.05.1385(27.07.2006)’an e, ya ku
hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan îmze kirine û dayîne me ku niha li
partiyê cuda bûne), Dibêje: “Gelek ji Kadroyên tekoşer û dêrîn hatine
pişguh xistin û zêdetir ji wan jî bi dehan û sedan kes heke
mihaneyeke rûyekî jî jê re hatibe tiraşîn, tenê bi sûça bîr û rayên
cuda asteng hatine kirin, bi vir û wir hatine şandin, hatine zîndaî,
helawîstin û sexerlêbirin û heta derxistin”. Mêze bikin çawan dîrok du
bîr û rayên ne demokratîk bi hev re girê dide. Dîsan her di vê rastê de,
Rêberayetiya Şoreşgir, li cudabûna xwe de xaleke din jî bas dikin û
dibêjin: “Evana (merem li gor raya wan feraksyon e) bi fêl û teşqeleyên
cur bi cur yên weke elaqedarkirin, qewl û qirar dayîna pileyan û
gefxwerinê ji hin kesan li nûneran, karîn lîsteyeke fîks ji hin kesan ku
berê destnîşan kiribûn, bi ser nîviya nûneran de bisepînin”. Di vê
derheqê de jî hevrêyên ku niha cuda bûne, dibêjin: “Zaf caran him pêş
kongireya 13’hem û him jî paş wê, desthilatdariya Komîteya Navendî ji bo
rakişandina bal û raya endamên partiyê, gaziya xwe birine berdirûşm, soz
û erêniyên ne rast û demkurt”.
Bi hizra min di vê rastê
de ji bilî vê yekê ku berê jî min anî ziman, çavkaniya nedemokratîkbûna
wan aliyan kakila bîr û rayên han e. Cuda ji vê çendê eva bêhurmetî ye
bi pêkhateya partiyê. Dixwazin li vir de wiha nîşan bidin ku pêkhateya
PDK Îranê nezan û nehişyar e, ji ber vê yekê ye tên sergirêdan û
lêbandin, soz jê re tên dayîn û bi wan sozane tên deng didin komeke din,
di halekê de eva rast berevajî ye. Pêkhateya partiyê, pêkhateyeke hişyar
e, qenc partiya xwe nas dike û ewên ku partiyê bi cih dihêlin jî qenc
nas dikin. Mînaka herî zindî ya vê pirsê, kongireya 13’hem e, di
kongireyê de pêkhateya hişyar a PDK Îranê ji metoda karê rêberiya berê
vêzar bibû, vê rêberatiyê partî ber bi nemanê dibirin û pêkhateya
partiyê nerazî bû û li ser baweriyê bûn ku divêt xebat were kirin, divêt
partî were zindîkirin, ji ber vê yekê jî di rastî de xwe ji rêberayetiyê
dûr kirin û deng nedanê de, eva encama hişyariya pêkhatê ye neku dana
soz, qirar, lêbandina wan, kumdanîna serê wan û .... Qet pirs bi vî
awayî nine.
Jinan: kekê Mistefa,
wan di daxuyanî û gotûbêjên xwe de piştî cudabûnê, gelek dirûşm û sozên
dilxweşker dane, weke nûbûnê, hizra we çiye? Her wiha li ser deqa hêlên
giştî yên wan ku piştî cudabûnê li ser jinan ragihandine, rastiyeke
berçav û haşahilnegir eva ye ku rola jinan û beşdariya jinan di
birêvebirina karê partiyê de li berê heya niha yekcar kêm û netimam bûye,
ji ber vê jî hewce ye ji niha de mikanîzmek were danîn ku di radeyên cur
bi cur ên rêberiyê de beşdariya jinan misoger û berdewam berfirehtir
bike?
Pirs gelek eşkere û rohn
e, eva jî dirûşmek e didin, lê dana dirûşman jî hewceyî bicihanînê ye.
Nûbûn tişteke gelek qenc e di civaka me de. Gelek baş e heke em xwe
tevî guhertinên cîhanê hevaheng bikin û di vê derheqê de mafê jinan
derdikeve holê, beşdariya jinan di pêkhate û rêberiya partiyê de derkeve
holê ku wan îşare pê kiriye û dixwazin cî bi cî bikin. Lê ya rast eva ye
ku ez li ser wan dirûşmên ku ew didin biguman im. Gumana min ji ber vê
yekê ye ku kê ne ku dixwazin nû bibin. Xwe temenê serkêşên wan 70 sal û
jordetir e jî. Başe tu bêjî komeke wiha bikare nû bibe? Bikare pêşde xwe
nû bike û piştre jî partiya xwe? Heke tişteke wiha çê be, ew di cîhanê
de dibe “Îstisnayek”. Eva ji aliyekê, ji aliyekî din ve jî eva ku gumanê
li ser wê qahîmtir û berçavtir dike, eva ye ku gelo bi midehê 10 salan
li desthilatê de bûn, 10 salan piranî bûn, 10 salan Sekreterê Giştî yê
partiyê bûn, başe ew nû bûn û beşdariya jinan di rêberayetiya PDK Îranê
de, bo wê demê dernediket holê?! Bo wê demê cî bi cî nekirin, niha
dixwaze bike?! Wan di midehê 10 sal desthilatdariya xwe de kîjan
pirojeya pêşkevtî, pêşniyara nû û hizra nû ku nîşaneya nûbûnê be anîn
nava PDK Îranê ku niha hez dikin bikin?! Ma gelo ew her ew kom ninin ku
wê demekê jî di rêberayetiya PDK Îranê de bûn? Çi qewimiye, zeman guherî
ye yan ew guherîne?! Ez weke xwe vê yekê zêdetir ji dirûşmekê nabînim,
tevî vê çendê jî ku min gelek keyf bi guhertinê tê, zaf hewce dizanim,
hêvîdarim ku ew jî bikarin vê “Îstisnayê” di dîrokê de cî bi cî bikin û
guhertin û nûbûnê bi xwe de pêk bînin. Derheq pirsa ciwanan û jinan û
... jî ku pêwendî tevî nûbûnê li cîhana îro ya derdora me de hene.
“Bîrî Xwîndekar”:
rêzdar kekê Mistefa, ew taqima cudabûyî ji partiya me dibêjin ku em xwe
bi dujminê pdk îranê nizanîn, heta em amade ne ku bi wan re têkiliyên
dostane jî pêk bînin. hûn wekî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bîr û raya
we di wê derheqê de çî ye?
Ez ji vê îdiaya
wan jî bi şik û guman im. Bi taybetî wî çaxî ew şik û gumana min zêdetir
bû ku wan piştî cudabûnê navê partiya me danîne ser xwe. Rojnameya
KURDİSTAN ku rojnameya me ye, wan navê wê danîne ser rojnameya xwe. Arma
PDK Îranê ji xwe re hilgirtine. Di halekê de ew û gişt xelkê Kurdistanê
baş dizanin ku ew PDK Îranê nînin. PDK Îranê ew partî ye ya ku niha di
ciyê xwe de ye. Ew partiye ye ku rêberiya wê di kongireyeke demokratîk
de hatiye hilbijartin. Ew partiye ye ku piraniya rêberiya wê û piraniya
bedeneya partiyê tevî vê ye. Lewra nabe partiyeke eslî hebe, îca her
girûpeke din cuda be, navê wê partiyê li ser xwe danê û xwe bi mafdar
bizane û ên din jî neheq. Lewra min di vê yekê de jî şik û guman heye.
Bi raya min dema ku wan ev nav ji xwe re danîne, ev yeke rast bi
berevajiya wê deiyê ye ku ew bas dikin. Ev yeka nikare pirsa dostaniya
navbera me û wan xweş bike. Ez hêvîdar im ku navê xwe biguherin. Heke vî
karî bikin, dê rewş bona dostaniyê de xweş be. Heke ne nabe ew li jêr
navê PDK Îranê têkiliyên dostane ava bikin.
Radyo Dengê Kurdistana
Îranê: Gelo hûn bawer in ku hinek kesan destê wan li pişt vê cudabûnê
be?
Piştî sernixûniya rejîma
Pehlewî û bi desthilat gihîştina Komara Îslamî a Îranê, PDK Îranê
serbarê vê veqetiyana dawiyê, gewahyarê çêbûna du cudabûnên din jî bûye.
Cudabûna ewilî piştî Kongireya çarê bi piştevaniya Partiya ““Tûde””(Komonîst
ya Îranê) pêk hat. Wê demê partiya ““Tûde”” li ser vê baweriyê bû ku
Komara Îslamî ya Îranê Komareke pêşketinxwaz e, dijî Împiryalîzmê ye,
lewra her hêzek ku dijî hikûmetê şer bike, li refa dijî şoreşê de cî
digire. Wan karî ji rêya kesên xwe ve ku li jêr bandora bîr û baweriyên
“Tûde” û vê bîrê de bûn, cudabûnekê di PDK Îranê de pêk bînin, helbet
piştî kongira 4’ê, navê xwe danîn “PDK Îranê – Pêrewên Kongireya 4’ê”,
ku di rastî de me dît evne bûne beşek ji dîrokê, tewaw bûn û çi neman.
Ne fikra wan bû rastî, ne jî bi xwe man.
Cudabûna dinê, piştî
Kongireya 8’ê pêk hat. Wan bi piştevaniya “Mucahidîn Xelq”ê, wî çaxî ew
cudabûn pêk anîn.
Piştî vê di kongireya
10’ê de vegeriyane nava PDK Îranê û niha jî hewîra wê veqetiyanê dîsan
pêk anîne. Vê yekê jî paşê divêt em qezawetê li ser bikin ku gelo destek
li pişt vê veqetiyanê heye, yan jî ne.
KURDİSTAN: Rêzdar kekê
Mistefa! Gelo bi raya we di vê piroseyê de -merema min piştî kongireya
13’ê, yan di dema veqetiyana wan hevalên me ên berê de – Komîteya
Navendî a Partiya we çi derheq wan hevalên berê çi şaşiyeke we tune bûye?
Bi bawera min çi mirov û
organîzasîyoneke zindî nikare bibêje ku min çi şaşiyek tune bûye. Di
rastî de dema ku mirov kar dike, dema ku organîzasiyonek kar dike, ji
şaşiyan bi dûr nîne, lê ya giring eva ye ku ew şaşiyên ku têne kirin,
aliyek ku ji wan şaşiyan agehdar e û dixwaze wan şaşiyan çareser bike.
Divêt alîkarê aliyê din be ku herî çêtir here pêş, yan divêt vê yekê
bikete hêcetek bona cudabûnê? Ku wisa bû ez bi çi awayekî ne bi xwe û
ne jî piraniya rêberiya PDK Îranê di vî heyamî de ku karên xwe kirine,
di karên me de şaşî nebûne. Lê ez tiştekî dikarim bêjim ew jî eva ye ku
li derbarê wan hevalên ku cuda bûn, çi tiştek nahê bîra min ku ez
bêjim, xwezî me kiriba, bona ku veqetiyan çê nebiba. Her çi hewce bibe
me kiriye, bona ku pêşiya vê cudabûnê bigirin. Sebeb jî eşkere ye. Min
hez nedikir ku di dema sekreteriya min de di nava partiya me de
veqetiyanek çê be
Rêberiya PDK Îranê li gor
hest bi berpirsiyariyekê ku dike û li rêberiya partiyê de ye û partiyê
pêk tîne, hez nake ku heta kesek jî li refên partiyê de derkeve. Çimku
eva bi qazancê PDK Îranê nîne. Çimku eva ku ji destê me hatibe, di vê
derheqê de me encam daye, lê her wekî min di bersiva pirsyarên pêş de
got, mixabin eva biryarek bû ku hatibû dan û veqetiyanek bû ku divêt cî
bi cî biba.
Jinan: Rêzdar kekê
Mistefa Hicrî! Hesta we li hember vê cudabûnê de çî ye?
Di rastî de li derheq vê
ku komek ji Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê tevlî wan bûne, di nava wan de
kesên wisa jî hene ku di radeya rêberiyê de zehmeteke zaf kêşane, kesên
wisa jî hene di bedena partiyê de ku ji rastiyan bi başî agehdar nînin û
tevlî wan bûne. Di rastî de ez li vê derheqê de nerihet im. Heta çûna
Pêşmergeyekî jî bo min ciyê nerehetiyê ye, lewra ez derheq wê cûdabûnê
nerihet im. Lê ji aliyeke din ve li gor wan nasyariyên ku min li ser PDK
Îranê bûne û pêka wan tecrubeyên ku min ji veqetiyanên rabihurî hene, ez
wisa dibînim ku PDK Îranê keleke yekcar pir mezin û bi taybet e ku bi
vê veqetiyanê û çûna girûpên weha di ciyê xwe de nabizive û ev yeka
rastiyek e ku me jî veqetiyanên rabihurî dîtine û di vê yekê de jî emê
hertim tecrube bikin. Lewra tevî vê ku careke din ez nerihetiya xwe ji
çûna wan hevalan ku hevalên me bûn radigehînim. Lê çi şik û gumana min
di vê yekê de nîne ku PDK Îranê her wekî rabihurî qurs û qahîm di qadê
de dê bisekine û xebata xwe yê bimeşîne û dîsan her wekî partiya hêja ya
xelkê Kurd di Kurdistana Îranê û herêmê dimîne.
Agirî: Rêzdar kekê
Mistefa! Yek ji pirsên giring di vî warî de piştevaniya pan û berfireh
ya xelkê Kurdistana Îranê ye. Hûn helwêsta gelê Kurd li Kurdistana Îranê,
li navxwe û li derveyî welat derheq cudabûna wan Kadro û Pêşmergeyan
çawa dinirxînin?
Ez bi bêy wê ku dirûşman
bidim, ev zaniyariyên ku gihîştine destê min, çi ew zaniyariyên ku ji
aliyên organên pêwendîdar bi PDK Îranê ve digîjne destê min, çi ew
têkiliyên ku bi awayê rasterast bi min re pêk tînin hem jî bi awayê
E-mail û telefonê ve, koma wan helwêstên ku ez ji xelkê dibînim, cuda ji
vê ku ew jî nerehet in bi vê cudabûnê û helwêsta ku wan girtiye pêş, bi
giştî piştevaniya xwe ji PDK Îranê û rêberiya kongireya 13’ê ya partiya
me ragihandine û emegdariya xwe bi PDK Îranê ragihandine û qewl dan ku
kar û çalakiyên xwe pitir ji derbasbûyî bidomînin, bona ku ciyê wan
kesan betal nebe ku ji PDK Îranê cuda bûne. Renge gelekî kêm kesanek
hebin ku çimku zaniyariyeke tewaw li ser vê pirsê tune bin, helwesta xwe
eşkere nekiribin. Lê bi bawera min bi van zûkatiyan ew jî dê biryara xwe
bidin û dê emegdariya xwe bi partiya pêşeng ya gelê Kurd, yan PDK Îranê
rabigehînin.
“TISHK TV”: Rêzdar kekê
Mistefa! gotina we ya dawiyê di vê derheqê de çî ye?
Gotinek ku min li wir de
heye, di rastî de sipasdarî û qedirgirtin e ji xelkê Kurd li Kurdiatana
Îranê, ji gişt dilsozên PDK Îranê di her ciyekî ku hene, Kurdên beşên
din ên Kurdistanê, weke dost û hevalên me di Kurdistana Îraqê, Tirkiye û
Sûriye. Ez hez dikim ku vê yekê erzî xizmeta we bikim ku di pêvajoya van
behs û gengeşeyan de ku nigeraniyeke yekcar zaf bi taybet bo xelkê Kurd
li Kurdistana Îranê pêk hatibû. Li derheq vê pirsê xelk nigeranê vê
cudabûnê bûn, gelek pêwendî tevî min hatine girtin, name, telefon, bi E-mailan,
carna ez nerihet kirime, carna jî li min nerehet bûne ku divêt ev pirse
bihê çareserkirin, yê wisa hebûye ku nerehetî û bê hêvîtiya xwe eyan
kiriye û zaf dîtinên cur bi cur derheq vê pirsê de hebûne ku hemûyan jî
reh û rêşe di dilsozî û hezkirina PDK Îranê û emegdariya xelkê bi berev
pêşveçûna tevgera Kurd di Kurdistana Îranê de heyer bi taybetî di vê
rewşê de ku herêma me di halê guherînan de ye û Komara Îslamî jî lawaz
bûye. Xelkê Kurdistanê çi li navxwe û çi jî li derve li hember vê pirsê
de dijkiryar ji xwe nîşan dane. Hejmareke zaf ji wî xelkê ku bi nepenî
ji Kurdistana Îranê ve hatine cem min, di vê derheqê de ji wan hevalên
ku cuda bûne, nerihetiya xwe eyan kirine, her wiha hejmarek zaf ji
Kurdên beşên din ên Kurdistanê ku dostatî tevî PDK Îranê hene, hatine
cem min û daxwaz kirin ku belku em bikarin vê pirsê bi awayekî çareser
bikin, bi taybetî ez hez dikim ku li vir de îşare bikim bi dostên me li
Kurdistana Îraqê, rêxistinên siyasî ên Kurdistana Îraqê ku wan di rastî
de dostatiyeke baş bi me re hene û li serweyî hemûyan PUK’ê û PDK’ê, bi
taybetî rêzdaran kekê Mesûd Barzanî û Mam Celal Talebanî, ku daxwaz
kiribûn em bi hev re kar bikin û tûşî vê cudabûnê nebin, lê mixabin ev
hemû cehd û tekoşîn bêencam man, bi sebebê vê ku biryar hatibû dan ku
cudabûn di PDK Îranê de cî bigire. Ez ji aliyê xwe û rêberiya PDK Îranê
ve nerehetiya xwe eşkere dikim, seba vê ku ew hemû cehdên hevalan bê
encam man. Ew zehmetên wan negihîştine tu encamekê. Di vî warî de ez
daxwaza lêborînê dikim ji gişt ew kesên ku di vê qadê de zehmet kêşane,
dilsoziya xwe nîşan dane û hestên xwe derheq partiya me eyan kirin. Her
wekî min di bersiva pirsiyaran de jî got, ez dikarim bêjim ez niha di
hundirê xwe de li hember xelkê Kurdistanê de serbilind im û keyfxweş im,
çimku çi nema ku ez nekim bona ku ev mesele rû nedet, lê her wekî hûn
bixwe jî dizanin û xelkê Kurd jî dizanin di vê meselê de du alî hebûn,
tenê bi aliyekî nedihate çareserkirin. Lewra ez sipas, destxweşî û
mandînebûniyê dibêjim gelê Kurd ku ev hemû dilsozî û piştevaniyê ji PDK
Îranê nîşan dan. Her di vê derheqê de ez bi hewce dizanim ku bêjim bila
gelê kurd her wekî rabihurî piştevanê qahîm ê PDK Îranê bin, her wekî
çawa ku PDK Îranê piştqahîm e bi piştevaniya xelkê Kurd li Kurdistana
Îranê û piştqahîm e bi dostatî û têkiliyên dostane ên rêxistinên siyasî
û kesayetiyên din di beşên din ên Kurdistanê de, bi giştî dost û
dilsozên gelê Kurd jî divêt piştqahîm bin bi PDK Îranê. Ez dikarim ku vê
sozê bidme xelkê Kurd ku PDK Îranê her wekî caran dê ber bi pêşve gavan
hildigire û diçe pêş û bona xizmet bi tevgera Kurd her wisa dê alahilgir
û pêşeng bimîne, lê ji bo vê yekê me hewcehî bi hevkariya gişt xelkê
Kurd heye. PDK Îranê partiya gelê Kurd e, li her ciyekê bin. Ev li her
ciyekê bin ew PDK Îranê ne, ewin ku divêt piştevan û alîkarê partiya xwe
bin. Her wekî di rabihurî de di demên hesas û dijwar de di tengaviyan
de, min piştevaniya bi bê qisûr ya xelkê ji PDK Îranê dîtiye, helbet
herçend ez vê rewşê bi tengavî nizanim, lê ez xatircem im ku xelkê
demokratperwer ê Kurd bi taybetî di Kurdistana Îranê de, her wisa dê
alîkar û piştevanê me bin. Em di rêberiya PDK Îranê de jî bi piştevaniya
wan dilsozan dikarin her wiha serfiraz xebata xwe bimeşînin û di vê rêyê
de herwekî rabihurî ya ku fîdakarî û cangorîtî ye, emê bikin heya wî
çaxî ku partiya me û xelkê me digihîje hêviyên li mêjîn ên xwe ku
destveanîna mafên netewî yê gelê Kurd e, bi awayê federalîzmê, di Îranê
de û bidestveanîna demokrasiyê ye di seraserî Îranê de.
Seba vê ku we di vê
konferansê de beşdarî kir, ez gelekî li we sipas dikim. Di rastî de ew
pirsiyarên we renge pirsiyarên zaf ji xelkê be ku we kirin.
Sipas bo we û serkevtin bo
PDK Îranê
|