Ji bo bîranîna Serhildanê meşek li Berlinê Pêk tê ji.efrin.net 03.03.2007 Bangawazî : Komîta Amedekar Ya Meşa Berlinê (Em di 3.mîn Salvegera Serhildana 12 Adarê de û ji bo Şehîdên Serhildanê bi bîrbînin ,rêjîma Sûrîyê şermezar dikin). Wek hûn dizanin piştî çend rojên din 3.mîn salvegera serhildana 12 Adraê ye. Bi vê bîranînê Civaka Kurd li Berlînê wê meşekê li darbixe û li pêşîya balyozxana Sûrîyê bi dawî bike. Di vê meşê de wê doseyekê di derheqê mafê gelê kurd li Surîyê û rewşa girtîyan de wê bê pêşkêş kirin. Bi vê bîranînê em bangî hemû gelê Kurd li Berlînê dikin û wan vexwendî meşa ku li Berlînê di 10:03.2007 de lidar dikeve, dikin . Navnîşn: Cih- Kombonê :Berlin – Kudam- Li Himberî Kilîsa Şikestî. Rauchstr.25 - 10787 Berlin -pêşberî Balyozxana Sûrîyê. Saet : di 14:00 de – Roja Şemîyê Komîta Amedekar Ya Meşê Li Berlîn |