Berbang.net

 

Skip all menusSkip first menu
   
 
     
 
   
 
     
 
 

 

 

Hevpeyivîn bi Sekreterê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) re

Xwendevanên hêja vê care jî brêz Bûbê Eser xwe gîhand meqerê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û bi sekreterê partiyê brêz Huseyin Yezdantene re hevpeyvînek amade kir. Em niha li jêr vê belev dikin. 

Bûbê Eser: Ez li li benda dostê xwe ê hêja Ehmed Acar bûm ku em ê bi hevre biçûyana serdana Partiya Azadiya Kurdistanê. Ji ber wî ji bona ku em bikaribin li gel wan hevpevînê amade bikin, wext veqetandibû. Êvar bû, tariyê Hewlêra paytext reş kiribû. Dema em bi erebê berbê meqerê partiyê de diçûn, car carna çavên min di nava wê tariyê de bi marketên mezin diketin ku min digot belkî niha li ewropa me. Mezinbûn û xweşbûna wan ne kêmî yên li ewropa bûn. Her çiqasî rê ne xweşbûn jî li xebatên avakirina kurdistanê roj bi roj zêde dibin. 

Dema me xwe gihand ber meqerê partiyê û me xwest em ji deriyê hewşê bikevin hundir, du kesên bi cilên leşkeran em dana sekinandin û pirsa ku em mêvanê kê ne kirin. Brêz Ehmed got: “Em mêvanên Huseyin Yezdantene ne” deriyê mezin hate vekirin me erebeya xwe park kir. Leşkerê ciwan da pêşiya me em berbi bi meqamê Huseyin Yezdantene de birin. Cihê wan cihekî mezin û leşkerî bû. Hemû kesên li wir bi cilên leşkerî û bi çek bûn.

 

Me xwe gîhand ber deriyê Huseyin Yezdantene, leşker li derî xist û bi dengê “fermo” leşker derî vekir û em pêşewazî hundir kirin. Li hundir yekî pak û bejin zirav, dirêj û simêl mezin, devlikend û mutawazî rabî destê xwe dirêjî me kir û bixêrhatineke ji dil da. Em rûniştin berê çay ji me re hat û piştî hinekî sohbeta teybetê me ji Brêz Huseyin Yezdantene hin pirs kir û wî jî bersîvên me heta ku jê dihat bi firehî dibersivand. Kerem bikin em bi hevre vê hevpeyvînê bixwînin.

Serwext:Brêz Huseyin Yezdantene, Partiya we ango Partiya Azadiya Kurdistanê çi demê hatiye damezrandin?

Huseyin: Di eslê xwede hîmên partiya me di 20-04.1991an de bi navê Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê hatiye avêtin. Lê daxwaza me ew ku em bibin partî lewra jî me xebat kir û navekî kurdistanê ji xwe re dît û me di roja 10.10.2006an di kongra xwe de bi guherandina navekî nû Partiya Azadiya Kurdistanê damezrand û qada xebata me rojhilatê kurdistanê ye. 

Serwext: Xebatên we di kîjan warî de ye. Yanî hûn dixwazin bi çekdarî an jî bi rêyên demokratîk ji bona Kurdên Rojhilat re azadiyê bînin. 

Huseyin: Ji bona her cûre şêweyê xebat hene. Lê em heta mecbûr nebin, em ê çekan bi kar neynin. Em dixwazin çalakiyên xwe di warê rê û olaxin demokratîk de bikin û li ser vî esasî dixwazin mafê gelê xwe ê rewa bigirin. Lê em niha di hemû warande xebat dikin û em xwedî pêşmergen e û erkê her pêşmerge jî ew e ku divê welat biparêzin. 

Serwext: Hûn di warê çapameniyê de di çi merheleyê de ne? Yanî TV, rojname û kovarên partiya we hene? 

Huseyin: Îro radioyek me heye û ew weşanên xwe bi çar zerevayê Kurdî dike. Me projeyek ji bona vekirina televizyonekê danî ye, lê ev heta kîjan demê pêk bê hîn ne diyar e. Ez bawerim em ê bikaribin di demek nêzîk de televizyona xwe jî vekin. Malpere me bi navê boydav (ala) weke organa partiyê hebû lê niha me navê wê jî guherand û kir Komara Kurdistan.Ew jî li ser înternetê tê weşandin.

Serwext: Gelo hûn bawer dikin ku Emerîka rewşa îranê biguherîne û ji bona kurdên rojhilat jî weke, başûr azadiyê bîne?

Huseyin: Di felsefeya vucuda kurd de û di çareserkirina probelema gelê me de divê hêzên navnetewî hebin. Îro bê van hêzan zehmet e ku mirov welatê xwe ji nav devê xwînmîjan azad bike. Ji ber ku probelema Kurd ne tenê li Îranê ye. Tirkiye û Sûriye jî hene. Îro tenê me xwe li başûrê Kurdistanê gihiştiye azadiyê. Lewra jî eger biryara navnetewî ji bona azadiya gelê me li hersê perçên din nebe, em ê tenê quranan bidin. Em şer naxwazin û dixwazin problema gelê xwe li rojhilat bi rêyeke demokratîk çaraser bikin. Eger ev nebe rêyên din jî henin.

Serwext: Di destûr û bernaya we de Kurdistaneke çawa heye? Kurdistaneke serbixwe ango jî Federalîzm. 

Huseyin:Hûn bawer bikin di dilê her Kurdekî de Kurdistaneke serbixwe heye. Ev şîara me ye jî. Lê dema mirov şertên rojhilata navîn û ya cîhanê bidin ber çavan, ev ji bona demeke kin zehmet e. Wê demê û li gor van şertana jî îro dive daxwaza me Federalîzm be. Lewra jî em îro Federalîzmeke weke ku li başûr heye ji bona rohilat jî dixwazin.

Serwext: Di bernameya we de ji bona başûr çi heye?

Huseyin: Kurdistan yek perçeye. Lê ji bilî îradeya kurd ew hatiye perçekirin. Loma jî li ser her kurdekî ferz e ku kîjan perçe azad bû, dive ew bê parastin. Em jî vê dikin û ji bona başûr zerarê nebîne çi ji me tê em wê dikin. Û niha em ji bona parastina wê çi erk bikeve ser mile me, em ê wê bikin.

Serwext: Gelo têkilî ango danûstandinên we bi kîjan partiyên kurdan re heye. Hûn li partiyên kurdan yên li herçar perçan çawa dinêrin?

Huseyin: Têkilî, danûstendinên me ji bilî PKK bi hemû partiyên kurdan re xweş e. Ji bona me erkekî neteweyî ye ku em li gel hemû partiyên heyî têkiliyên xwe xweş bikin. 

Serwext: We got têkiliyên me bi PKK re tune ye. Ma gelo PKK jî ne partiyeke kurdî ye û ji bona Kurdan xebatê nake? 

Huseyin: Na, em ne bawerin ku PKK ji bona kurdan kar dikin. Em bawerin ku ev partî têkiliyên wê bi leşkerên tirkan re heye. Loma jî wê gelek tahrîbat daye herçar perçên Kurdistanê. Em ne bawerin ku ji bona azadî û başiya kurdan kar dikin. 

Serwext: Brêz Huseyin em zêde wextê we negirin. Fermo gotina we ya talî û mesaja we ji bona gel çi ye?

Huseyin: Em xwedî li hemi xebatên gelê xwe derdikevin. Em dixwazin felsefeya kurdan tenê bibe Kurd û Kurdistan. Mafê gelê Kurd jî heye ku bibe xwedî dewlet. Ev ji bona me xaleke girîng e. Em hêvî dikin ku her kurd di malên xwe de bi zarokên xwe re tenê bi kurdî qise bikin. Ala kurdî bi wan bide nasîn û dîrokê kurdistanê ji bona wan bêjin.

 Serwext: Gelek spas ji bona van gotinên we yên xweş û delal.

Huseyin: Em jî sipasî we û malpera serwext dikin ku we jî zehmet kîjan û heta vir hatin.

WÊNEYÊN DΠ

Amadekar: welatazad Tarîx: 12/01/2006 11:53 AM

 

03 Dec 2006

 

  line
Return to top of page