|
‘Helbest zimanê wijdan e wijdan jî zimanê dayikê
ye’

Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê
Maşallah Dekak li gel helbestkarê navdar Abdulla
Peşêw re li ser rêbaz û naveroka helbestê
hevpeyvînek kir. Em jî ji we xwendevanan re
pêşkêş dikin.
Helbestvanê navdar Abdullah Peşêw, destnîşan kir
ku çavkaniya wî ya yekemîn folklor e û got:
“Çimkî folklora me pir dewlemend e. Ew
helbestvanên ku helbestên xwe bi folklorê
nanivisînin, zimanê wan zeîf e. Ji bo helbesteka
baş, divê klasîkên cîhanê baş bên xwendin û sûd
ji wan bê girtin.
Hûn helbestên xwe di nava helbest û
helbestkarên cîhanê de çawa dinirxînin?
Helbestên min di nava helbestên cîhanê de tên
qebûlkirin. Helbestên min helbestên hizrî ne.
Berî ku ez helbestekê binivisînim, pêşî
dihizirim. Wêne, fikir, hizir û hemû hêlên wê
difikirim û piştre dinivisînim.
Yanî hûn ji ber vê rêbaza helbestê navdar
bûn?
A rast helbest karê tecrûbeyê ye. Ji ber vê divê
mirov gelekî bixwîne û pê re jî binivisîne. Ji
bo ku helbestkarekî navdar be, pêşî divê helbest
û rêbaza ku dinivisîne bê qebûlkirin. Tabî ev bi
tenê jî têrî nake. Dema ku weşanxaneyeke navdar
a biyanî helbestên te çap kir, tu wê demê têyî
naskirin. Ji ber vê divê desthilatiyek ku
bikaribe helbest û wêjeya kurdî bi cîhanê bide
nasîn hebe. Divê hikûmetek berhemên bîst
helbestkar, romanûs û nivîskarên kurd wergerîne
zimanê dinyayê. Wê demê dê tiştekî bedew
derkeve. Li başûrê Kurdistanê bi dehan milyon
dolar, bi “lêlê û lolo” tên xerckirin.
Hûn çavkaniyên helbestên xwe ji ku digirin?
Çavkaniya min a yekemîn folklor e. Çimkî
folklora me pir dewlemend e. Ew helbestkarên ku
helbestên xwe bi folklorê nanivisînin, zimanê
wan zeîf e. Divê helbestkarên kurd ji bo
bikaribin helbestên xwe baş binivisînin, ji
çavkaniyên klasîk sûdê werbigirin û klasîkan baş
bixwînin. Lê helbestkarên kurd ên nû, yekser ji
Peşêw dest pê dikin. Bes klasîk naxwînin,
folklor naxwînin. Halbûkî folklor û klasîk
çavkaniyên esîl in.
Ez gelek caran helbestên ‘modern’ ên kurdî
dixwînim lê tiştekî jê fêm nakim. Gelo hûn jî
wekî min difikirin?
Eger em Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî nexwînin,
gelek zehmet e ku em helbesteke modern û baş
binivisînin. Ez ji helbestên ingilîzî û rûsî û
zimanên din fêm dikim, lê yên kurdan fêm nakim.
Dema yên me helbest dinivisînin, bi şêweyekî ku
‘divê kesek ji vê helbestê baş fêm neke’
dinivisînin. Ji ber vê yekê milet ji helbestê
dûr ket. Helbestkarî divê ji aliyekî pir hêsan
be û ji aliyekî ve jî divê her kes nikaribe wan
hevokên te binivisîne. Tiştekî dijwar û zor e,
lê hêsan e.
Têkiliya helbestê bi hestan ve tê girêdan. Lê
di helbestên we de ramaneke kûr û felsefîk
hatiye heye…
Dema mirov li evîndariyê dinêre, felsefeyek
evîndariyê heye, siyaset tê de heye. Tu nikarî
di jiyanê de bibêjî ev evîndarî ye, ev siyaset
e. Welatparêzî tu dibê qey tenê tiştek e. Lê di
rastiya xwe de her tişt di nava van tiştan de
heye. Dema ez helbesteke welatparêzî
dinivisînim, felsefe tê de heye, evîndarî tê de
heye. Her tişt tê de heye.
Dema emrê mirov zêde dibe û sal derbas dibin,
di mirov û helbestê de psîkolojiyeke çawa
çêdike?
Mirov dema ji çil saliya xwe derbas dibe, mirov
dixwaze hin tiştan bigire û ew tişt neçin. Mirov
wê demê dixwaze demê bide sekinandin. Her
lehzek, her deqîqeyek, dizanim careke din
venagere û dubare nabe. Yanî xweşî û kêf
tevlihev e. Îşte ev êşa însan e. Însan heywanekî
pir trajedîk e. Heywan di zarokatiyê de baş
dijî, bi kêfa dilê xwe diçêre, lotika dide û şa
dibe. Ew nizane axirê dê biçe ber destê
qesabekî. Lê mirov ew qas trajedîk e; dizane ku
dê di dawiyê de biçe ber destê qesab.
Hûn dema li pirtûk û helbestên xwe yên berê
dinêrin, çi hîs dikin? Hûn dibêjin xwezî min ev
tişt nenivîsanda?
Helbestkarî meseleya emr û tecrûbeyê ye. Di sala
1963’yan de yekemîn helbesta min hate çapkirin.
Ez wê demê 14 salî bûm. Gava ez niha dîwana xwe
ya yekemîn dixwînim, ez pir fedî dikim. Ez
dibêjim, gelo min ew tiştên bêqelîte nivîsiye?
Niha hin helbestên min, pênc salan di destê min
de dimînin. Ez rast dikim, xira dikim bi sedan
car ji nû ve dinivisînim. Lê dîsa dilê min rehet
nabe. Ez dibêjim; heke helbestên min ên baş
hebin, yên nû divê ji wan baştir be. Berî du
salan ez bi nexweşiyeke pir xirab ketim. Min
digot; ez ê di çend mehan de bimirim.
Dema ez çûm malê, yekemîn karê min şewitandina
hemû helbestên min ên li malê bûn. Çimkî wê tu
kesî ji min fêm nekira. Min nedixwest piştî ku
ez bimirim, mirov bên van tiştan bixwînin. Lê ez
niha ji ber şewitandina wan tiştan poşman im.
Tiştên gelek baş jî di nava wan de hebûn. Lê ez
nemirim (dikene) hê jî dijîm.
Di helbestên we de êş, kul û keder zêde hene.
Lê hûn di nava wan de deriyekî hêviyê vedikin û
ew ji hemû hêmayan xurtir dixuye. Gelo hûn di
jiyanê de jî wisa nin?
Rengên jiyanê pir in. Tevlihev e. Mîna ku Lenîn
dibêje; ez gavekê paşve du gavan pêşve diçim. Lê
ew gava pêşve diçe nediyar e.
Li gorî we divê helbestkarên kurdî bi çend
zimanan helbest binivisînin?
Divê tenê bi kurdî binivîsînin. Ez bi rûsî kêm
zêde wekî zimanê dayika xwe dizanim. Ji ber ku
min mamostetiya zimanê erebî xwendiye, ez wî
zimanî jî baş dizanim. Lê bawer bikin ez ji bilî
zimanê kurdî bawer nakim ku helbesteke bikaribim
bi zimanekî din binivîsînim. Helbest, zimanê
wijdan e. Wijdan jî zimanê dayikê ye.
Bi taybetî jî kesên ku hinekî li ser kurdî
diaxivin, tiştê ewil ku dikin nivîsandina
helbestê ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Li gorî min tiştekî xwezayî ye. Li Rûsyayê di
dema Pûşkîn de, bi dehan hezar kes helbest
nivîsandiye. Piştî çend salan tenê Pûşkîn û
pênç-şeş kes man. Mirov dikare kesên helbestan
dinivisînin bişîbîne pêşbaziya maratonê. Bi
hezaran kes di vê maratonê de baz didin. Lê
piştî demekê di vê maratonê de tenê çend kes
dimînin.
Hûn pêşveçûnên edebî yên li Başûr çawa
dinirxînin?
Li Başûr gelek nivîskar, helbestkar û kesên
dinivisînin pênç şeş meaşan distînin. Divê
rewşenbîr van pereyan nestînin. Ev pere heram e.
Ev pereyê milet e. Pereyê hejar û feqîra ye.
Mimkûn e çend nivîskarên ku nikarin kar bikin,
extiyar an jî nivîşkan bin, pere bistînin. Ev
tiştekî xwezayî ye. Lê li bajarê Hewlêrê ku 5
hezar û 200 kes meaş bistînin, tiştekî nexweş e.
Kes tiştekî jî nanivisînin. Ev pere bertîla
desthilatdariyê ye. Destihilatdarî van pereyan
dide û dibêje neaxive.
Heke ku hikûmet dixwaze alîkariya nivîskaran
bike, dema kesekî kitêbek nivîsand, dikare van
kitêban ji bo hemû zanîngeh û dibistanan bikire.
Piştre ji bo ku xwendekar bikaribin van kitêban
bistînin, li dibistanan belav bike. Ger ev yek
bê kirin, wê di cih de 500 pirtûk bê firotin.
Yeniozgurpolitika.com
|