|
Ferqa di nêvbera »ko«,
»ku« û »kû« de

STOCKHOLM,
30/3 2005 — Hinek xwendevanên me carinan ji me
re nameyan verêdikin û dipirsin ka çima em di
portala Nefelê de gihaneka »ko«-yê bi »o«-yê
dinivîsînin û ne bi »u«-ya kurt. Çend sebebên wê
hene û ez dê li vê derê bi kurtî behsa hinekan
bikim.
Berî hertiştî
divêt ez bibêjim ko dengê »u«-ya kurt dengekê ji
du dengan pêkhatî ye û eslê wî dengî »wi« ye. Di
hinek bêjeyên kurdî de herdu dengên »wi« pir
nêzîkî hev bûne û dengekê nû yê kurt jê çêbûye û
Celadet Alî Bedir-Xanî ji wî dengî re »u«-ya
kurt peyda kiriye. Yanî eslê bêjeya »kurd, kurt,
kurm, kum« û bêjeyên wekî wan »kwird, kwirt,
kwirm, kwim« e lê belê ew paşê hatine guhortin.
Heta niho jî li devera Botan bêjeya »kurm û kum«
wekî »kirm û kim« têne gotin yanî »w« dikeve û
»i« dimîne. Vêca heçî gihaneka »ko«-yê ye nikare
wekî »ku« bêt nivîsandin ji ber ev »o« ne ew
»wi«-ya nêzîkîhevbûyî ye.
Di zimanê
kurdî de sê bêje hene ko bi alfabeya erebî ji
hev nayên vavêr kirin û hemî jî bi »kaf« û
»wawê« yanî wekî »kw« têne nivîsandin. Ev hersê
bêje hem dengên wan ji hev cida ne û hem jî
maneyên wan ji hev cida ne ji ber hindê jî
damezirênerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet
Alî Bedir-Xanî sê herfên cida ji wan sê dengên
cida re payda kirine û ew ji hev vavêr kirine.
Piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî hinek kurdên
ko bi alfabeya latînî dinivîsînin ferqa di
nêvbera gihaneka »ko« û hokera »ku« de nedîtin û
herduyan jî wekî »ku« dinivîsînin.
Ez dê berê
behsa maneyên van bêjeyan yên cida bikim û ji
»Memozînê« nimûneyan bidim:
ko: heger, ku:
çi, çawa, kû: kîjan dever
Yê ko alfabeya
kurdî ya latînî amade kiriye û dengên kurdî li
wan herfan siwar kiriye Celadet Alî Bedir-Xan e.
Wî ji bo gihaneka »ko«-yê herfa »o« bi kar aniye
û bi zanebûn »u« bi kar neaniye û »Hawar« hemî
bi wî awayî derxistiye. Herçî »ku« ye ew
bêjeyeka serbixwe ye û maneya wê yekcar cida ye.
Ev bêje li devera Hekariyan û Goyan pir belav e
û di cihê »çi« û »çawa« de têt bi kar anîn û
Ehmedê Xanî jî ew bêje gelek caran di »Memozînê«
de bi kar aniye:
We zû şemirand
ji bo çi sersal
Hon rast bibên
ku [çi, çawa] bûye ehwal?
Hon bêjine min
ku [çi] bû qediyye?
Kengê li me
xef dibit xebiyye
Mecnûn ko
[heger] nebit ‘edîlê Leylê
Leylê ku
[çawa] dikit bi Leyl meylê?
Go ez ku [çi]
bibêm bike tu bawer
Dawer bi mi ra
ko [heger] bûye yawer
Em dê ku
[çawa] heqîqetê ‘eyan kin?
Serrişteyê
tuhmetê beyan kin
Ger fewt bikim
cemî‘ê ferzan
Tacdîn ku
[çawa] didim ji dest xwe erzan?
Jixwe minaqeşe
li ser »kû« nîne ji ber ko hemî kes dizane wê
kusan (çawa) bi kar bîne lê belê cardî jî ez dê
nimûneyekê ji »Memozînê« binivîsînim.
Wan go tu ji
kû ve tê, çi pîr î
Xalib tu ji
‘ilmekê xebîr î
Piştî gelek
lêpirsînan jî min nezaniye ka çima kurdên bakur
piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî gihaneka
»ko« guhortin û kirin »ku«. Texmîna min ew e ko
kurdên bakur ji tesîra »o«-ya qelew ya tirkî
rabûn û »ko« wekî »ku« nivîsîn da wê wekî »o«-ya
tirkî qelew bi lêv nekin. Heger wisa be ew
sebebekê bêbingeh e ji ber herfa kurdî »i« jî
wekî herfa tirkî »i« tête nivîsandin lê belê
dengên wan ji hev cida ne.
Vêca ji ber
maneyên cida û ji ber denganiya cida ya hersê
bêjeyên kurdî divêt ew wekî »ko«, »ku« û »kû«
bêne nivîsandin. Ez jî hem di nivîsar û berhemên
xwe de û hem di berhemên ko ez amade dikim de
xwe dispêrim metoda Celadet Alî Bedir-Xanî û
wekî wî dikim.
-----------------------------------
Nivîskar: ARIF
ZÊREVAN
Weşandin:
2005-05-19
|