|
Efrîn hilkişiya superlîga
Suriyê ya gokê

Êdî Efrîn dê
rengên kurdî di goka Suriyê de pêşkêş bike
berbang.net
EFRÎN
(amude.com) - Bi serketina di leystika xwe ya
dawiyê de li hemberî yana Meyadîn li Dêra Zorê,
yana Efrînê ya gokê bilind bû ji bo lîga gokê ya
bilind li Suriyê. Piştî ku yana Cîhad a ji
Qamişloyê berî du salan daket lîga duyem, careke
dî yanak ji bajarek Kurdistana Suriyê dikeve nav
rêzên baştirîn yanên gokê li Suriyê. Piştî
vegera wê bo Efrînî, bi hezaran gokhezan
pêşwaziya yana Efrînê kir û serketina wê pîroz
kir. Di dawiya leystikên grûpa bakur a lîga
duyem de, yana Efrînê karî 11 yanên dî, li pişt
xwe bihêle û hilkişe superlîga Suriyê. Cîhada
Qamişloyê jî di vê lîgê de dilîst û dawî çaremîn
derket.
|