|
Xebatkar Edîb
Îbrahîm ji nav me bar kir

Ne tenê dilê me, belê dilê her
dost û hevalê ku mamoste Edîb Îbrahîm* nas dikir
bi nûçeya koçbarkirina wî ya dawiyê xemgîn bû.
Nemir Edîb Îbrahîm, ku hîn ji
biçûktiya xwe de bi doza gelê xwe yê kurd, bi
Kurdayetiyê mijûl bû bû û ta roja koçbarkirina
xwe ya dawiyê hevalekî jîr û dilsoz ya tevger û
partiya xwe ma bû, ne tenê hevalekî partiya me,
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû.
Ew bi helwest û xebata xwe hevalê hemû partiyên
kurd bû, hevalê tevgera kurd bû. Ew berî
hertiştî kurdparêz bû – kurdayetî li ba wî
hertim di ser hertiştekî din re bû. Ev jî
rastiyek e. Lewre tevî zor û dijwariyên
nexweşiya xwe ya giran wî tu rojan sistî û
lawazî ne xisti bû kar û xebata xwe. Tersî wê ew
hertim hevalkî jîr û çalak bû – çi li welêt û çi
li biyaniyê. Di axaftinên xwe de, ne tenê bi
hevalên xwe re, hertim babet û mijara wî derd,
vîn, daxwaz û armancên gelê kurd bû; kurdayetî
bû kurdayetî, ne ti tiştekî din. Lewma jî gava
ew gelek nexweş ket û nema dikarî karê rêxistinî
bike, hevalên wî di konfiransa 5-ê ya Rêxistina
Ewropa de (04/2004) ew dîsan jî weke hevalekî
Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa
hilbijartin. Her weha ji ber pêgirî û dilsoziya
wî bi bernema û tozika partiyê re û girtina
berjewendiyên gelê kurd di ser hertiştekî din re
konfiransa Rêxistina Ewropa (Gulana 2006-ê)
biryara xelatkirina wî girt. Li ber ronahiya wê
biryarê jî Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina
Ewropa xelata partiyê ya zêrîn pêşkêşî rehmetî
kir.
Xebatkarên ku partîtî li ba wan
tenê alav û kurdayetî armanc be, helbet, kî
dibin bila bibin, herdem di dilê gelê xwe de
dimînin. Ew namirin. Xwedîderketina li wan
hemûyan jî tenê bi riyekê dibe: bi kokirina
partîtiyê û bilindkirina ala kurdayetiyê; bi
xwedîderketina li vîn, armanc û daxwazên gel û
girtina wan di ser hertiştekî din re. Em soz
didin hevalê xwe ku dê partiya wî her li ser wê
riya kurdayetiyê bimîne, riya girtina
berjewendiyên gelê kurd di ser her tiştekî din
re.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî, tevgera
kurd û tevaya gelê kurd re hêvî dikin û dibêjin:
Bila ciyê wî her Buhuşt be. Serkeftin jî helbet
dûr an nêzîk ya doza gelê me ya netewî, demokrat,
rewa û dadmend e.
Bijî azadî, demokratî û wekhevî
Duşem, 20.05.2007
Komîteya Serkirdayetiya
Rêxistina Ewropa ya
Partiya Yekîtî ya
Demokrat a Kurd li Sûriyê
Hevalê
min Edîb
Ciwanemergê çiyayê Kurmênc
Dr.Rozad Elî
/ 21.8.2007
Tevî
ku ez ne olbawer im yan mîna Kurd dibêjin xudan
dest im, lê li mirov eyan dibe.
Şeva 18 tebaxê yanê berî hevalê
min Edîb jiyana xwe ji dest bide bi şevekê, ez
di xew de li nav bajarê Efrînê wî dibînim, em
berve hev tên, silaveke germ didin hev. Ew bi
tendurustiyeke baş bû û hîn di ciwaniya xwe de
bû, wekî ku çawa min ew cara yekê di sala 1974an
de di civîneke partî de wek berpirsyarê xwe nas
kir, ew wilo bû. û wekî ku çawa em di civîna
desteya rojnama Newrozê ya yekê û ya dawîn de jî
bûn, berî biçe Eurupa, ew wilo bixwe bû. Ne ew
helwest û bîranîn bi tenê, helwesteke wî ye din
jî ji bîr nabe; Li demekê, asayişên destlatê rêk
digirtin û li belavokên partiyên Kurdî digeriyan,
heval Edîb jî berpirsyarê devera Reco bû, rojekê
ez jê pirsîm, min gotê, hevalê Edîb tu çawa
belavokan digihînî hevalên wê deverê, got,
Pêşrewê min heye, ez zaroyê xwe Pêşrewê ku heft
heşt salî bû, bi xwe re dibim, belavokan dixim
çenteyê pirtûkên wî, li pişta wê dikim û em
diçin gundan. Ew helwest, bawerî, mêranî û ew
Pêşrew qet ji bîra min naçe.
Eger Kek Edîb ne wilo ba, minê
çwawa ew di xew de bidîta. Bi sedan heval û
dostên me hene, çi çûne derve û çi jî hîn li
welêt in, digel ku rêzdariya me ji hemiyan re
heye, lê çima helwest û pêdariya wî jî bîra me
naçe ta radekê ku em xewnan pê bibînin.
Hevalê Edîb xwedanê baweriyên
netewî û pêşverû û azadane bû, bi hişkî li dijî
zulmê û siyaseta dewletê di tenga Kurdan re
disekinî. wê lomê jî, di gel ku dîploma
dîroknasiyê pê re bû, lê ew ji hêla destlatê ve
wek merovekî gunehkar dihat jimartin û wezîfe jê
re qedex bûn. Ji ber wê jê, wî demek dirêj li
bajarê Helebê, wek pasewanê karxanekê kar kir,
di wê demê bi xwe, digel rewşa wî ya aborî ya
tenik, û digel ew endamê komîta herêmî ya
partiya Yekîtiya Demoqrat bû jî li bajarê Helebê,
dîsa mala wî ji hemî hevaln re vekirî bû.
Birastî kek Edîb mîna dareke
sindîganê bû, di dilê çiyayê Kurmênc de, di dilê
Efrîna xopana de, tamarên bawerî û sinciya xwe
kûr berda bûn û ji Kurdayetiya xwe hilnedibû, ji
heval, dost û hevalên xwe re hîmekî merovatiyê
yî pir buha bû, û di nav hevalên xwe de cihê
rûmetê û pesnê bû.
Lê mala nexwaşiyê bişewite, berî
vê bi nêzîka deh salan, ew neçar bû berê xwe
bide welatê xerîbiyê û li Aleman bimîne. Lê
mirin mirine, çi li vir û çi li wir, wê li
dawiyê amanetê xwe ji nav me hemiyan bir.
Kek Edîb, tu di jiyana xwe de bi
mêrantî bi erkên xwe rabûyî, te nama jiyana xwe
bi serbilindî û ta dawiya jiyana xwe ajot, xwezî
her merovek li dawiyê wek te bi dilekî geş, bi
hêviyên bilind her ser dilovaniya xwe.
Em li welêt, li Efrîna xopan li
benda te ne, emê hêstiran bibarînin, lê dê
hêstirên serbilindiyê, baweriyan, merovatiyê û
hevaltiya rastînkî bin. Heval û dostên te,
şêniyê gundê maratê, belê hemî welatperwer û
azadîxwaz li benda darebesta te ya pîroz in.
Kek Edîb ! Tu
çûyî, bila em li xwe bigrîn
Heyder Omer
Sibeha vê rojê 19.08. 2007 ne
mîna hemî sibehên me bû. Raste hemî roj û
sibehên me li vî welatê biyanistanê rengên xwe
wenda kirine,bê reng mane, tevlihev bûne, roj bi
roj giyanê me dihêrin, û her rojê piçekî jê
velû dikin kolanan. Lê sibeha vê rojê ne mîna
hemiyên din bû.
Tevî ku serpêhatiya havîbûnê
gelekî giran û dil êş e, lê koçkirina te îro
gelek tiştên din tîne bîra mirov…..
Çare li mirinê nabe, mirin kirik
e, ku rev jê nabe, her kesê zindî bendewarê wê
ye, tevî vê rastiyê jî dilê mirov li hember
koçkirina dostekî, merivekî xwe dilerize, û dêşê.
Lê mirina li havîbûnê, dûrî dê, bav, xûşk, bira,
dost û hogiran, dûrî welêt, bê xatirxwastina
dawî, bê hevdîtina dawî, bê hevgotina dawî
gelekî giran e, gelekî bi şewat e, gelekî dil êş
e.
Îro destên te ji mal, zar û zêç,
dost, heval û hogiran hatin birrîn, tu bêyî
xatirxwastina dawî çûyî, tevî ku îro ewana hemî
li derdora mala te civiyane, rastiya tehl û
dijawar li pêş hemiyan şilf û tazî diyar bûye,
dengên wan di qirikên wan de ziwa bûne,
fermêskên hinekan diherikin, hinek ji wan
bîranînên berê tînin bîriya xwe, û zimanhalê her
yekî ji wan dibêje : Vaye rastiya ku rev jê
nabe.
Lê mixabin pêdiviyên, ku dikarin
vê rastiyê hinekê ji hêz bikin, li pêş me ne
xuya ne, an jî pirrên me wan pêdiviyan bi paş
piştên xwe de davêjin, bi bandûra behaneyên
erzan ji hevdu bi dûr dikevin, mirovê ku di
hundir kesan de heye, bi bandûra berjwendiyên
erzan ji bîra dikin, û tenê roja mirinê hevdu bi
bîr tînin.
Kekê Edîb tû çûyî, bê veger tu
çûyî, delamet û stubariyên xwe yên mirovane,
rewşenbîrî, civakî û welaparêzî ta roja dawiyê
te dest jê bernedan, tu her tim dilsozê wan
bûyî.Lewre jî tuwê her tim di bîriya mirovhez,
civakhez û welatparêzan de zindî bîmînî, lê em ;
ev kesên zindî li pey te mane, bila em li xwe
bigrîn, belkî em karibin rojekê li xwe vegerin,
û mirovaniya xwe bipelînin.
Xwazî her kesek nameya, ku
nivîsevanê Misirê yê navdar Tewfî El-Hekîm
beriya 25 salan ji rojnamevanê Misirê yê navdar
Mihemed Hesenên Heykel re verê kiribû, û bersiva
Heykel bixwîne. (Name û bersiv di pirtûka :
Xeyda payîzê-Xerîf El-xedeb, ya Heykel de ne).
Ramana polîtîkî ya ewan her du rewşenbîrên
navdar gelekî ji hevdu cudabûn, her yek ji wan
mêldarê hêzeke polîtîkî bû, lê ev cudahiya
ramanê nikarîbû hevrêzgirtina herduwan birîn, an
jar bike.
Kek Edîb tû çûyî, bê veger tu
çûyî, bila em li xwe bigrîn, belkî karibin piçên
giyanê xwe yên li kolanên biyanistanê velûkirîn
e, careke din bicivînin û bidin ser hev, bi
hêviya ku mirovaniya xwe ya roj dû rojê lawaz
dibe, wenda dibe, wergerînin.
19. 08. 2007
|