|
Di kurmancî de
yekejmarî û pirejmarî
STOCKHOLM,
29/11 2001 — Mixabin wekî gelek aliyên bingehîn
yên gramera kurmancî, li ser forma pirejmariya
navan jî heta îro -ji bilî lêkolînên çend
zimanzanên kurd - bi awayekî tekûz nehatiye
rawestan. Rewþa siyasî, aborî û cografya welatê
me, pirbûna devokan û hinek caran jî tesîra
zimanên biyanî bûne sedem ko di vî warî de jî
formên çewt, yên ne bi kurdî bikevin ser rûpelên
rojname, kovar û pirtûkên me.
Wek tê zanîn
di kurmancî de nav bêyî ko di hevokê de bi
dilêmekê rabibe, yan veqetandekek pê ve
nezeliqe, bi serê xwe, gava bi tenê bê gotin tu
caran forma pirejmariyê nastîne.
1. Bi riya
paþpirtika ko bi lêkeran ve dibe;
a) Di hemû
demên lêkerên întranstîv de pirejmariya subyektê
bi "in" yan "n" a ko bi dawiya lêkeran ve
dizeliqe xuya dibe:
Zarok wê biçin
Heval diçin
Gundî çûn
Di van hevokan
de "zarok-heval-gundî" subyekt in û forma wan ya
yekejmarî di hevokê de nehatiye guhertin. Lê bi
paþpirtikên "in" û "n" ên ko bi dawiya lêkerê ve
bûne, em dizanin ko subyektên her sê hevokan jî
pirejmar in: zarok jî, heval jî, gundî jî ji
yekê zêdetir in.
b) Di demên
niha û musteqbel yên lêkerên transtîv de
pirejmariya subyektê dîsa bi alîkariya
paþpirtika "in" xuya dibe;
Gundî darê
dibirin
Rêwî gundî
nabînin
Pêþmerge wê
Kurdistanê rizgar bikin.
c) Di demên
buhûrî yên lêkerên transtîv de pirejmariya
obyektê her dîsa bi alîkariya paþpirtika "in" ya
ko bi dawiya lêkerê ve dizeliqe, tê xuya kirin;
Leylayê sêv
xwarin
Min esker
dîtin
Lezgînî name
nivîsandin.
Di her sê
hevokan de jî obyekt -sêv, esker, name- di forma
yekejmariyê de ne, lê "in" a bi dawiya lêkeran
ve bûye, xuya dike ko sêv jî, esker jî, name jî
ji yekê zêdetir in. * (Noteke giring)
d) Di dema
niha ya lêkera "bûn" de forma pirejmariya navan
(ya subyektê) her ew "in" yan "ne" ya ko forma
dema niha ya lêkerê bi xwe ye û bi dawî ya
rengdêrê ve dizeliqe;
Zarok spehî
ne.
Mêvan nas in.
Wek tê dîtin,
di lêkera 'bûn' ê de forma pirejmariyê li têpa
dawî ya nav tê guhertin: eger nav bi tîpeke
bêdeng biqede, forma pirejmariyê dibe 'in', eger
nav bi tîpeke dengdar biqede, dibe 'ne'.
2. Bi riya
veqetandekê
a) Veqetandeka
binavkirî ya ji bo pirejmariya her du cinsan
"ên" di hevokê de bi paþiya navan ve dibe û
pirejmariya wan xuya dike ko bi piranî di van
hevokan de sîfetekî navan tê nîþan dan.
Gulên sor
Destên dirêj
Xortên jîr
Celadet
Bedirxan îddîa dike ko veqetandekên binavkirî
yên kurmancî ji pronavên îþarkî "yê", "ya",
"yên" peyda bûne.
Her weha di
kurmancî de pronavên xwemalîn, yên mulkiyetê jî
her "yê", "ya" û "yên" in.
b) Veqetandeka
nebinavkirî "in" ya ko dikeve paþiya navên ko di
hemû demên lêkerên întrastîv de subyekt in,
pirejmariya navan xuya dike.
Mirovin di
binya gund re derbas dibin.
Çekdarin
hatin.
Di þevê de
xelatin hatin pêþkêþ kirin.
Ji bilî
veqetandeka "in" ya ko bi dawiya navan ve
zeliqiye, di van hevokan de paþpirtika 'in" ya
ko bi lêkeran ve jî bûye, pirejmariya navan xuya
dike.
c) Veqetandeka
nebinavkirî ya ji bo pirejmariyê "ina" di demên
niha û muteqbel yên lêkerên transtîv de,
piejmariya navan nîþan dide:
Ez dewarina
dibînim.
Azad wê
çîrokina ji we re bibêje.
Sêvdîn
kaxezina reþ dike.
Ç) Veqetandeka
nebinavkirî ya ji bo pirejmariyê 'in' di demên
buhûrî yên lêkerên transtîv de bi dawiya obyektê
ve dibe û pirejmariya obyektê xuya dike:
Min zarokin
dîtin.
Azadî çîrokin
gotin.
Sêvdînî
kaxezin reþkirin.
Wek tê dîtin
di van her sê hevokan de jî veqetandeka
nebinavkirî "in" bi dawiya obyektê bixwe ve bûye
û navên "zarok, çîrok, kaxez" bûne pirejmar. Lê
her weha pirtika "in" ya bi dawiya lêkeran ve jî
zeliqiye, pirejmariya obyektê xuya dike.
d) Bi riya
veqetandeka nebinavkirî "ine" yan "ne" ya ko
dikeve paþiya navên ko sifetek, yan sifetina wan
tên gotin, forma pirejmar ya navan tê nîþandin;
Ciline paqij
Sebebine
beraqil
Mirovine
çekdar
Perene xerîb
Mamostene
jêhatî
3. Pirejmariya
serenavan
Weke ko
Celadet Bedirxan dibêje; "Ji ber ko serenav
-(navên taybetî; wek; Kurdistan, Melayê Cizîrî,
Lezgîn, ºîlan...) bi tenê xweserî tiþtekî,
mirovekî, heywanekî ne û pê bi tenê ew bi nav
dibin, di rastiyê de serenav tu caran nabin
gelejmar. Lê bi mecazî û ji bo mîsalê bi
gelejmarî têne gotin; 'Ez jî te re Melayên
Cizîrî, Ehmedên Xanî, Feqehên Teyran ji kû peyda
bikim". (Hawar. Hej. 31, r. 15)
4. Bi riya
pronavên îþarkî
Bi riya
pronavên îþarkî ko di hemû demên lêkerên
transtîv û intranstîv de dikevin þûna navên
pirejmar yên ko di hevokan de subyekt yan obyekt
in; em forma pirejmarê xuya dikin:
Ez ewan
dibînim.
Ewan mesele ji
min re got.
Evan gul
çinîn.
Ev diçin.
Ew ketin
Ji hevokên li
jor baþ xuya ye ko pronavên îþarkî yê n ko
ketine þûna navan, (çi obyekt, çi subyekt)
pirejmariya navan xuya dikin.
5. Di
"behdînî" de
Li piraniya
deverên Kurdistana Baþûr yên ko bi kurmancî
dipeyivin, veqetandeka binavkirî ya ji bo
pirejmariyê ne "ên" a li ba Kurmancên li
Kurdistana Bakûr e, lê "êt" e. Her weha ew li ba
Kurdên li Sovyetistanê jî "êd", "êt" e.
Çiyayêt bilind
Gulêt sor
Pêþmergêd me.
Dema Celadet
Bedirxan qala biserveketina veqetandekên
kurmancî dike, weha dibêje; "Herwekî pêþdetir dê
bête gotin 'yê, ya, yên' pronavine îþarkî ne û
veqetandekên me ên binavkirî ji wan hatine pê.
Di esl û bingehî de gava ev pronav diketin
pêþiya navdêrekê û dibûn rêngdêrine îþarkî, 'di'
yek diket navbera wan û navdêrê. Mesela 'Hespê
Soro' di eslê xwe 'hespê di Soro' ye. Ev þikil
hetanî îro di hin cihên Kurdistanê de peyda
dibe. Lê bi tenê di gelejmarê de tête gotin.
Yanî li þûna ko bibêjin 'Hespên Soro', 'Hespê di
Soro' dibêjin û gelejmariya hespan bi 'di' yê
didin zanîn" (Hawar, Hej.34, r.16).
Li vir ez
dixwazim qala du noqtan bikim:
1. a) Pir
beraqil e ko veqetandeka binavkirî ya
pirejmariyê ko Kurmancên Baþûr dibêjin "êt" di
nav zemanan de biserketina nimûna ko Celadet
Bedirxan aniye, be; weke ko li jêr;
"Hespê di
Soro"
"Hespê d'
Soro"
"Hespêd Soro"
"Hespêt Soro"
b) Lê divê bê
gotin, meqûltir e ko pirtika "di" neku wek
Celadet Bedirxan dibêje "gava pronavên îþarkî
diketin pêþiya navdêran û dibûn rengdêrine
îþarkî, "di" yek diket navbera wan û navdêrê",
lê pirtika "di" pirtika pronavê xwedîn, ya
malikiyetê be û gava xwediyê/xwediya tiþtan
dihat nîþankirin, ew "di" jî diket pêþiya navan.
Wek:
Ev hesp yê di
min e.
Leyla û Sînem
keçên di Lezgîn in.
iyayên di
Kurdistanê bilind in.
Bi giþtî Kurd
hevokên li jor, îro bi awayê ko li jor hatine
nivîsandin, nabêjin. Lê dibe ko di nav zemanan
de pirtika "di" ya pronavê xwedîn hem ji bo
yekejmarî, hem jî ji bo pirejmariyê hatibe
terikandin û hevokên li jor, þiklên li jêr
standibin:
Ev hesp yê min
e (Ev hespê min e.)
Leyla û Sînem
keçên Lezgîn in
Çiyayên
Kurdistanê bilind in.
Îcar di
'behdînî' de ev guherandin bi awayekî din e. Ji
bo yekejmariyê hatiye terikandin, lê veqetandeka
pirejmariyê "ên", dema berî pirtika 'di' dihat,
ji bo sivikkirinê 'n' hatiye avêtin û 'ê' bi
tenê maye. Paþê 'i' ya di pirtika 'di' de jî
hatiye avêtin û 'd' bi tenê maye û 'ê' û 'd' bi
hev ve hatine zeliqandin û bûye 'êd'. Wek:
Çiyayên di
Kurdistanê bilind in
Çiyayê di
Kurdistanê bilind in
Çiyayê d'
Kurdistanê bilind in
Çiyayêd
Kurdistanê bilind in
Çiyayêt
Kurdistanê bilind in.
Wek tê zanîn,
pronavên xwedîn "yê,ya, yên
min-te-wî-wê-me-we-wan
ji du
pronavan: ji pronavên îþarkî "yê, ya, yên" û ji
pronavên kesîn "min, te, wî, wê, me, we, wan"
pêk hatine û ji hevokên li jor jî xuya dibe ko
"di" di hevokên ko xwediyekî/e tiþtina tê
xuyakirin de bi kar tê.
2 Kurmancên
baþûr "di" yê wek pirtika pirejmariyê di pêþiya
rengdêr û zerfên haletan de jî bi kar tînin.
Wek:
"Zarok di
birsî ne".
"Mamostayêt me
di baþ in".
"Gul di sor
in".
"Li nik me sêv
di miþe ne".
Divê bê gotin
ko eger subyekt yekejmar be, Kurmancên baþûr
pirtûka "di" ye hîç bi kar naynin. Lê weke
hatiye gotin bi tenê di haletê pirejmariyê de bi
kar tînin.
6. Bi
alîkariya jimarnavan
Di kurmancî de
gava jimarnavek - ji bilî jimarnavê yek - dikeve
pêþiya navan, pirejmariya navan yan bi tewanga
wan navan bixwe, yan jî di dawiya lêkerê de xuya
dibe:
Di lêkerên
instranstiv de:
Pênc pêþmerge
wê biçin.
Çar zarok
diçin.
Bîst kes
mirin.
Di lêkerên
transtîv de:
Ez þeþ mirovan
dibînim
Sê kesan li
min xist.
Lezgîn sê
sêvan dixwe.
Lezgînî sê sêv
xwarin
7. Bi riya
tewangê
a) Di demên
niha û musteqbel yên lêkerên transtîv de
pirejmariya navên ko di hevokê de obyekt in, bi
alîkariya tewanga wan navan bi xwe -tewanga
navan ya pirejmariyê 'an' e- tê xuyakirin:
Ez zarokan
dibînim.
Lezgîn
pirtûkan dixwîne.
Leyla wê sêvan
bixwe.
Eger di
hevokên jorî de hem obyekt, hem jî subyekt
pirejmar bin, pirejmariya subyektan wekî me berê
jî gotibû, bi alîkariya paþpirtika "in" ya bi
dawiya lêkeran ve dibe, tête pê:
Zarok gulan
diçînin
Dermanfiroþ
dermanan difiroþin
Mêvan sêvan
dixwin.
b) Eger
daçekek (proposition) bikeve pêþiya navan, bi
tawanga wan navan bixwe mirov dikare pirejmariya
navan diyar bike; hingê tewanga pirejmariyê bi
"an"ê tê xuya kirin;
Koçer li
zozanan digerin.
Min ji zarokan
re sêv kirîn.
Kamûran li
kûçikan temaþe dike.
c) Di demên
buhûrî yên lêkerên transtîv de pirejmariya navên
ko bi dilêma subyektê rabûne, bi alîkariya
tewanga van navan tête pê:
Bêrîvanan þîr
dot.
Zarokan mehîn
dît.
Nêçîrvanan
pezkoviyek kuþt.
Eger hem
subyekt, hem obyekt pirejmar bin, pirejmariya
obyektê, di dawiya lêkerê de tê nîþan dan:
Mevanan sêv
xwarin.
Gulfiroþan gul
firotin.
Gundiyan dewar
dîtin.
Bi riya
tewanga gazîkirinê jî, forma pirejmar ya navan
tê xuyakirin, hingê tewanga navan bi pirtika
'ino", "no" tête pê:
Kurdino!
Birano!
Hevalino!
Her weha di
haletê xîtabê de, ew haletê ko navan peyva
pirêjmariyê "gelî" standiye, nav tên tewandin û
"an" pirejmariya navan nîþan dide:
Gelî camêran!
Gelî gundiyan!
Gelî hevalan!
d) Bi riya
îzafetê
Berî ko em
derbasî forma pirejmar ya bi riya îzafetê tê
xuyakirin, bibin, ez dixwazim li ser nivîsa Bavê
Nazê rawestim û di gel wê li ser pirejmariya bi
îzafetê tê xuya kirin, bipeyivim.
Bavê Nazê di
nivîsa xwe de li ser du hevokan, awayê
pirejmariya navan lêdikole:
1. Newroz
cejna kurdan e
2. Mala bavê
min mala mêran e.
Û paþê van
hevokan bi riya diyalogê û rakirina navan û li
þûna wan bikaranîna pronavan ji hev vedike:
"Pirs: Ya kê
ye? Yên kê ne?
Bersiv: Ya me
ye Yên me ne"
Ji van hevokan
baþ xuya ye ko çewtiya Bavê Nazê ji vir dest pê
dike. Ma bi bikaranîna pirs û pronavan hevoka
"Newroz cejna Kurdan e" dibe "ya kê ye" ?
Na. Dibe:
Newroz cejna kê ye,
Newroz ya kê
ye,
Ew ya kê ye.
Çewtî ji
hilbijartina pirsa þaþ dest pê dike. Bavê Nazê
ne ji bo xuyakirina subyektê pirsa xwe dike û ne
lihevguncîna pirejmarî yan yekejmariya subyekt û
lêkerê digere. Lê ew pirsa xuyakirina ........ û
zerfa cî dike û paþê dixwaze yekejmar, yan
pirejmariya ......... û zerfa cî û lêkerê bi hev
biguncin. Eger Bavê Nazê ketiba pey subyektê, wê
ev çewtî nekiriba. inkî mebest ji pirs û bersivê
diyarkirina lihevguncîna yekejmarî yan
pirejmariya subyekt û lêkerê ye. Wek tê zanîn,
di hemû demên lêkerên intranstîv de subyekt û
lêker li hev diguncin. Yanî:
a) Eger
subyekt yek ji pronavên kesîn -ez, tu, ew ,em,
hûn, ew- be, divê paþpirtika wî pronavî - im,
m/î, yî/e, ye/in, ne/in, ne/in, ne- di dawiya
lêkerê de bê gotin. Wek:
Ez pirtûkê
dixwînim
Tu nivîskar î
Ew hevala wî
ye
Em ketin.
Hûn pêþmerge
ne.
b) Eger
subyekt ne pronavek, lê navek bi tenê yan navekî
îzafebûyî be, dîsan jî paþpirtikên ko yekejmar,
yan pirejmariya subyektê xuya dikin, bi dawiya
lêkerê ve dizeliqin. Eger subyekt navek bi tenê
be:
Diyarbekir
bajarekî mezin e (yekejmar)
Hesen li
Mêrdînê ye (yekejmar)
Mêvan ne xerîb
in (pirejmar)
Pêþmerge li
benda me ne (pirejmar)
Lê eger lêker
ne lêkera "bûn", lêkereke din ya intranstiv be,
hingê kesê yekejmar yê siyem di dawiya lêkerê de
paþpirtik nastîne:
Ew raket
Lezgîn çû
Leyla radibe
c) Eger
subyekt navekî îzafekirî be, mirov hem ji
subyektê bixwe, hem jî ji dawiya lêkerê,
yekejmarî, yan pirejmariya subyektê derdixe. Bi
gotineke din, yekejmarî, yan pirejmariya subyekt
û lêkerê li hev diguncin. Wek:
Welatê Kurdan
bindest e. (yekejmar)
Gundê me
herifî ye. (yekejmar)
Çiyayên
Kurdistanê bilind in. (pirejmar)
Keçên Kurdan
hatin. (pirejmar)
Ji hevokên li
jor jî xuya ye: eger subyekt navekî îzafekirî
be, yekejmarî, yan pirejmariya wê ji navê ko
ditewîne xuya dibe, neku ji navê ko tê tewandin.
Di nimûna "welatê Kurdan" de "welat" ew nav e yê
ko ditewîne û yekejmariya wî ji veqetandeka (her
weha pronavê malikiyetê ye jî ) "ê" ya ko bi
dawiya "welat" ve bûye, tê dîtin. Her di wê
hevokê de peyva "Kurdan" ew nav e yê ko hatiye
tewandin û "an" a ko bi wê ve zeliqiye tewang e
û tevî ko tewanga pirejmariyê jî, lê di
nîþandana yekejmarî, yan pirejmariya subyektê de
tu rola wê tuneye. Ev yek ji nimûna " iyayên
Kurdistanê bilind in." baþtir xuya ye. Peyva
"çiyayên" ew nav e yê ko ditewîne û veqetandeka
pirejmariyê "ên" pê ve bûye. Lê peyva
"Kurdistanê" ew nav e yê ko hatiye tewandin û
"ê" ya ko pê ve bûye tewang e û weke ko tê dîtin
di forma yekejmariyê de ye, lê tevî vê jî
subyekta hevokê " iyayên Kurdistanê" pirejmar e.
Mixabin
çewtiya Bavê Nazê bi hilbijartina pirsa þaþ
namîne, çewtiyên din didin pey. Bavê Nazê dibêje
rastiya hevokên Newroz cejna Kurdan e û Mala
bavê min mala mêran e, weha ye: "Newroz cejna
Kurda ye" û "Mala bavê min mala mêra ye." Di
navbera wan de ferq ev e ko di hevokên Bavê Nazê
de "n" a ko bi peyvên "Kurdan" û "mêran" ve
zeliqiye, tuneye û lewra jî 'y' yek ketiye
navbera 'a' û 'e' yê. Lê ev nayê wê manê ko
argumenta Bavê Nazê ji bo çewtiya hevokên pêþî
tîne, rast e. Li gor wî, ji ber ko subyekt (tevî
ko weke min berê jî got ew li subyektê
negeriyaye) yekejmar e, divê di dawiya lêkerê de
jî pirtika yekejmariyê hebe. Ev rast e jixwe
eger Bavê Nazê di destpêkê de li gor vê
argumentê li yekejmariya subyektê bigeriya, wê
nivîsa xwe nenivîsandiba, çimkî mesele jê re ron
dibû. Lê em li gor argumenta wî jî biçin,
hevokên ko Bavê Nazê wek rastiya hevokên din
tîne, di "cejna Kurda, mala mêra" de "Kurda" û
"mêra" dibin yekejmar? Na, nabin.
Cejna kurda ye
Mala mêra ye.
Tê dîtin ko
peyvên "cejin" û "mal" di forma yekejmariyê de
ne. Lê peyva "Kurda" û "mêra" yên ko munaqeþe li
ser yekejmar in, yan pirejmar? Bê guman pirejmar
in. Lê di zimanê rojane de ji ber sivikkirinê
"n" ketiye û "a" maye. Em bibêjin yekejmar in,
hingê ew "a" ya bi dawiya "Kurd" û "mêr" ve
zeliqiye, çi ye? Ne pirtika tewangê ya
yekejmariyê ye, çinkî di tewangê de navê ko
ditewîne û yê ko tê tewandin, her du jî li gor
hejmar û cinsên xwe pirtikan distînin:
Çi cara her du
nav bi hev re pirtika 'a' nastînin. Navên ko
ditewînin veqetandekên "ê, a, ên", navên ko tên
tewandin jî pirtikên tewangê "î, ê, an" ê
distînin. Navên ko ne nêr, ne jî mê ne, wek:
dost, heval, mamosta, nivîskar, yar, kurd h.w.d.
li gor kesê ko dinimînin, tên tewandin. Eger
kesê qala wî dibe nêr be, pirtikên "nêritiyê",
mê be, pirtikên "mêyatiyê" distînin. Lê eger ev
navên nêtar di formê pirejmariyê de bêne gotin,
hingê yan veqetandeka "ên" distînin, yan jî bi
"an" ê têne tewandin.
Di kurmancî de
bi riya tewangê pirejmarî, yan yekejmariya navan
bi awayên jêr têne nîþandan:
1. Navê
ditewîne (navê yekem) nêr û yekejmar, navê ko tê
tewandin,(navê duyem) nêr û yekejmar be:
DestêÊLezgînî (biçûk e)
2. Navê
ditewîne nêr û yekejmar, navê ko tê tewandin mê
û yekejmar be: Pelê darê (kesk e).
3. Navê ko
ditewîne mê û yekejmar, navê ko tê tewandin mê û
yekejmar be: Desmala Sînemê (sor e).
4. Navê
ditewîne mê û yekejmar, navê ko tê tewandin nêr
û yekejmar be: Mizgefta Gundî. (mezin e)
5. Navê
ditewîne nêr û yekejmar, navêÊku tê tewandin
pirejmar be: Derdê dilan (giran e)
6. Navê
ditewîne mê û yekejmar, navê ko tê tewandin
pirejmar be: Daxwaza hevalan (çûna malê ye)
7. Navê ko
ditewîne pirejmar, navê ko tê tewandin nêr be:
ekhilgirên gundî (çûn hawara pêþmergeyan.)
8. Navê ko
ditewîne pirejmar, navê ko tê tewandin mê be:
iyayên Kurdistanê (bilind in._
9. Her du nav
jî pirejmar bin: Keçên kurdan (jîr in.)
Ji tabloya li
jor jî xuya ye ko di çi formên tewangê de navê
ko ditewîne û yê ko tê tewandin, her du bi hev
re pirtika "a" nastînin. Ango di forma "Cejna
Kurda" de, "a" ya ko bi "Kurd" ve zeliqiye ne
tewanga navê yekejmar e.
Eger tewanga
navê yekejmar be; navê ko ditewîne "cejn"
yekejmar e û mê ye. Yanî divê veqetandeka "a"
bistîne. Peyva "kurd" ne nêr e û ne mê ye.
Li gor kesê ko
em qal dikin; eger nêr be, hevok dibe; Cejna
Kurdî.
Eger kesê ko
qal li ser e, mê be, hevok dibe; Cejna Kurdê.
Eger di forma
pirejmariyê de be, hevok dibe: Cejna Kurdan
Jixwe di
hevoka "Newroz cejna Kurda ye" de 'cejna Kurda'
navekî îzafekirî ye û eslê wê weha ye: "Newroz
cejna Kurdan e" û 'Kurda' di eslê xwe de
'Kurdan" e û 'n' ji bo sivikkirinê hatiye avêtin
û 'Kurda' maye. Gava dema niha ya lêkera bûn 'e'
bi 'Kurda' ve dizeliqe, ji ber ko 'Kurda' bi
tîpeke dengdar diqede, gava 'e' ya lêkerê li dûv
tê, ji bo girêdanê 'y' yek dikeve navbera wan û
hevok dibe: Newroz cejna Kurda ye.
Lê nimûna Bavê
Nazê tîne ne yek ji wan her siyan e jî. ó wî
bixwe jî di nivîsa xwe de ron nekiriye ko eger
ew "a" ya bi peyva "Kurd" ve zeliqî ne "an" a
tewanga pirejmariyê ya ko "n" a wê ketiye, be çi
ye?
Îcar eger em
hevokên peyv li ser, bi awayên jêr jî bêjin,
encam nayê guhertin:
Cejna Kurdan
Newroz e.
Mala mêran,
mala bavê min e.
Di her du
hevokan de jî subyekt navekî îzafekirî ye:
"Cejna Kurdan" û "Mala mêran". ó peyvên "Kurd" û
"mêr" pirtika tewangê ya pirejmariyê "an"
standiye. Lê ev tê wê me'nê ko subyekt dibin
pirejmar? ó divê ko em pirejmariya wan di dawiya
lêkeran de xuya bikin û bibêjin:
"Cejna Kurdan
Newroz in" û
"Mala mêran,
mala bavê min in"?
Bêguman na.
inkî wekî me gotibû, di navekî îzafekirî de
yekejmarî yan pirejmarî ji navê ko ditewine
-navê yekem- "cejna", "mala", ne ji navê ko tê
tewandin -navê duyem- "Kurdan, "mêran" xuya
dibe. Bi gotineke din; di navekî îzafekirî de,
navê ko yek ji veqetandekên binavkirî "ê, a, ên"
standiye yekejmarî-pirejmariyê xuya dike, neku
navê pirtika tewangê "î, ê an" standiye.
Lewra hevokên
"Newroz cejna Kurdan e" , "Newroz cejna Kurda
ye" û "Mala bavê min mala mêran e" , "Mala bavê
min mala mêra ye". yek hevok in û ji aliyê
yekejmarî yan pirejmariya subyektan de tu ferq
di navbera wan de nîne; di her çar hevokan de jî
subyekt yekejmar e û yekejmariya wê di dawiya
lêkerê de bi "e" yan jî bi "ye" yê (çinkî "n" a
tewangê ya di dawiya "Kurdan" û "mêran" de ji bo
sivikkirinê nehatiye gotin û bi tenê 'a' maye)
hatiye xuyakirin û bi her du awayan jî gotin
rast e.
Li vir divê li
ser formeke din ya pirejmariya obyekta di dema
buhurî ya lêkerên transtîv de bê peyivîn. Bi
taybetî Kurdên der û dora Farqîn û Diyarbekirê
di demên buhurî yên lêkerên transtîv de
pirejmariya obyektan ne di dawiya lêkerê de, lê
bi tewanga obyektê bixwe xuya dikin. Hevoka
'Leylayê sêv xwarin' li deverên navbûrî weha tê
gotin: 'Leylayê sêvan xwar'. Kurdên van deveran
ne bi tenê haletê pirejmar, lê yekejmariya
obyektê jî bi tewanga obyektê bixwe nîþan didin
û þûna ko bibêjin: Elî (yî) ker kuþt, dibêjin:
Elî kerê kuþt.
Hinek kes
îddîa dikin ko ev 'ê' ya bi dawiya 'ker' ve
zeliqiye, pirtika binavkirina, nasandina nav e.
Anku bi wê ê yê em kerê bi nav dikin, didin
nasîn, yan ker bi me nas e, berî hingê qala wê
hatiye kirin. Ev îddîa ne di cihê xwe de ye.
inkî di kurmancî de haletê nas, haletê binavkirî
yê nav eslê nav bixwe ye. Nav bi serê xwe
binavkirî ye, nas e. Di kurmancî de ji bona ko
nasbûna nav bête xuya kirin, çi pirtik bi nav ve
nazeliqin. Eger weha bûya, navê ko berî hingê
qala wî bûye, wê di hemû demên hemû lêkeran de
pirtika binavkirî bistanda. Lê di lêkerên
intranstîv de nav (subyekt) çi cara pirtika
nastîne:
Zarok dimeþe
Mêvan raket
Cendirme
direvin
Pêþmerge diçin
û.h.w...
Dîsan di demên
niha û musteqbel yên lêkerên transtîv de nav her
tim bi serê xwe ye, çi pirtikên binavkirî
nastîne:
Mêvan serê xwe
diþo
Heval xwarinê
dixwe
Xwendevan
pirtûkan dixwînin
Kurd bê welat
in û.h.w...
Di van hevokan
de tevî ko navên
"zarok-mêvan-cendirme-pêþmerge-heval-xwendevan-kurd"
çi pirtikên naskirî nestandine jî, lê bi me nas
in, em dizanin em qala kê dikin.
Her weha ji
ber ko navên mirovan navên nas in, ne pêwîst e
ko pirtika nasbûnê bistînin. Lewra jî di hevoka
" Leylayê sêv xwarin" de 'ê' ya ko bi dawiya
'Leyla' ve bûye ne pirtika binavkirin, yan
nasbûnê, lê pirtika tewanga ji bo navên mê yên
yekejmar e. Mixabin pir zehmet e heta ko hevalên
awayê 'Elî kerê kuþt' bi kar tînin, qayîl bibin
ko mebesta wan tiþkî din e û mena hevokê bixwe
tiþkî din e. Bi kurdî di hevoka 'Elî kerê kuþt'
de kesê ko tê kuþtin Elî ye, ne ker e û ya ko
kuþtinê dike ker e, ne Elî ye. Di hevokê de 'ê'
ya ko bi peyva 'ker' ve bûye tewang e, lê ji ber
ko lêker transtîv e û dem dema buhurî ye,
tewanga obyektê ne, ya subyektê pêwîst e. Tewang
bi giþtî mijara nivîseke din e, lewra ez ê bi
tenê li ser yekejmarî-pirejmariya di lêkerê
transtîv de rola tewangê bipeyivim.
Zimanê kurdî
zimanekî tewangbar e. Ev gotina Celadet Bedixan
xusûsiyeteke giring ya zimanê me pir baþ eþkere
dike. Anku di kurmancî de nav li gor wezîfe, dem
û lêkerê di hevokê de hinek pirtikan distînin ko
ev pirtik jî nêr yan mêbûn, yekejmar, yan
pirejmariya navan xuya dikin. Bi tewangê nasbûn,
yan nenasbûna navan nayê xuyakirin, çunkî nav bi
serê xwe, eslê peyvê bêyî ko pirtikin pê ve
bizeliqin nas tê hesibandin. Tewang bi tenê cins
û hejmara navan xuya dike. Pirtikên tewangê ji
bo navê nêr yê yekejmar 'î', ji bo navê mê y'
yekejmar 'ê', ji bo pirejmara her du cinsan 'an'
e.
Di demên niha
û musteqbel yên lêkerên transtîv de navê ko
subyekt e her tim weke xwe dimîne, nayê
tewandin, lê obyekt tê tewandin û li gor cins û
hejmara xwe yek ji pirtikên î-ê-an distîne:
Dema niha
Elî kerê
dikuje
Heval nanî
(nên) dixwe
Mêvan zarokan
dibîne
Leyla sêvan
dixwe
Polîs wê xanî
(yî) hilweþînin
Kurd gundan
ava dikin
Wek tê dîtin
navên Elî-heval-mêvan-Leyla-polîs-kurd subyekt
in û wekî xwe mane, pirtikek bi wan ve
nezeliqiye. Yekejmariya Elî-Heval-mêvan û
'Leyla' yê ji 'e' ya di dawiya lêkeran de,
pirejmariya polîs-kurd jî ji 'in' a di dawiya
lêkeran de xuya dibe. Anku em ji dawiya lêkeran
yekejmarî-pirejmariya subyektan derdixin. Lê ji
ber ko subyekt nehatine tewandin, di van hevokan
de mêbûn yan nêrbûna nehatiye xuya kirin. (Ji
bilî navên Elî û Leyla ko Kurd dizanin yek nêr e
û yek mê ye) Bo nimûne kî dizane subyektên
'heval-mêvan-polîs-kurd' nêr yan , ne? Bê guman
ne xuya ye. Erê yekejmarî-pirejmariya wan ji
dawiya lêker, xuya ye, lê mêbûn yan nêrbûna wan
ne xuya ye. Em dibînin ko obyektên van hevokan
'ker-nan-zarok-sêv-xanî-gund' wekî xwe nemane,
hatine tewandin. Li gor cins û hejmara xwe
pirtikên 'î-ê-an' bi wan ve zeliqîne ko ev
pirtikên tewangê ne û bi riya van pirtikan em
fam dikin ko obyektên 'ker' mê, 'nan-xanî' nêr
in û 'zarok-sêv-gund' jî di formê pirejmariyê de
ne.
Dema buhurî
Vêca gava dema
buhurî ya van hevokan bê gotin, çi guhertin
çêdibin? Di demên buhurî yên lêkerên transtîv de
îcar subyekt tê tewandin, obyekt wekî xwe
dimîne:
Elî (yî) ker
kuþt
Hevalî nan
xwar
Mavanê zarok
dîtin
Leylayê sêv
xwarin
Polîsan xanî
hilweþand
Kurdan gund
ava kirin.
Wek tê dîtin
ko subyekt hatine tewandin, obyekt wekî xwe mane
û ji tewnga subyektê em fam dikin ko Elî û Heval
nêr û yekejmar in, Mêvan û Leyla mê û yekejmar
in, Kurd û Polîs di formê pirejmariyê de ne. Lê
obyekt? 'ker-nan-zarok-sêv-xanî-gund' wekî xwe
mane, nehatine guhertin. Yekejmarî-pirejmariya
obyektan ji dawiya lêkerê xuya ye:
'ker-nan-xanî' yekejmar in, 'zarok-sêv-gund'
pirejmar in. Eger koka lêkerê bê pirtik be: wek
kuþt, xwar, hilweþand, mirov dizane ko obyekt
yekejmar e, eger 'in' bi koka lêkerê ve zeliqî
be, mirov dizane ko obyekt pirejmar e. Lê mêbûn
yan nêrbûna obyektan ne xuya ye. Em nizanin ko
'ker-nan-xanî-zarok-sêv-gund' peyvên mê yan nêr
in.
Bi kurtî bê
gotin, di demên niha û musteqbel yên lêkerên
transtîv de subyekt wekî xwe dimîne, pirejmariya
wê ji dawiya lêkerê xuya ye, mêbûn yan nêrbûna
wê ne xuya ye. Obyekt tê tewandin:
yekejmarî-pirejmariya wê û mêbûn yan nêrbûna wê
ji pirtika tewangê ya ko bi obyektê bixwe ve
dizeliqe xuya ye.
Di demên
buhurî yên lêkerên transtîv de subyekt tê
tewandin: yekejmarî-pirejmarî, mêbûn yan nêrbûna
wê ji pirtika tewangê ya ko bi subyektê bixwe ve
dizeliqe, tê xuyakirin. Obyekt wekî xwe dimîne:
yekejmarî-pirejmariya wê ji dawiya lêkerê xuya
ye. Lê mêbûn yan nêrbûna wê ne xuya ye.
Lewra jî
hevokên :
Leylayê sêvan
xwar.
Elî kerê kuþt.
ne rast in û rastiya wan weha ye:
Leylayê sêv
xwarin.
Elî (yî) ker
kuþt.
***
Ev nivîs ji
hejmara 118-119 ya ”Armancê” hatiye girtin.
Remzî Kerîmî ew bi navê Serbest Rêvingî
nivîsiye.
-----------------------------------
Nivîskar:
REMZÎ KERÎM
Weşandin:
2001-11-29
|