|
Berlînale: »Dol«
hate nîşandan |
Edhem Hisên - Berlîn

Hiner Selîm (aliyê
rastê) ligel hin leystikvanên "Dol" û birêvebirê
şirketa mîtfosfilm Mihemed Aktaş (ji aliyê çepê
ve yê duyemîn) bersiva pirsan dide (wêne: Edhem
Hisên)
BERLÎN
(amude.com) - Di saloneke sînemayê de, ku ta
kursiya dawî jî tije bû, do êvarî filmê kurdî
"Dol" ê derhenêr Hiner Selîm hate pêşkêşkirin.
Derhêner û çend leystikvanên film jî amade bûn.
Selîm ji amadebûyan re, ku piraniya wan kurd
bûn, behsa filmê xwe yê nû kir û bersiva pirsan
da. "Dol" tek filmê kurdî ye ku îsal beşdarî
programên Festîvala Filman a Navneteweyî
(Berlînale) dibe; ew beşdarî beşê festîvalê yê
bi navê Forum bûye. Kesên ku bixwazin li "Dol"
temaşe bikin, dikarin di van dem û ciyan de vê
yekê bikin:
- Pêncşem,
15.02, seet 22:15 li Cubix 9 (D)
- În, 16.02.,
seet 15:30 li Arsenal 1 (D)
- Şemî, 17.02,
seet 16:30 li Delphi Filmpalast (D)
"Dol" dê
herweha ji 26.04.2007ê û pê ve di sînemayên
Elmanyayê de bête nîşandan.
|