Berbang.net

LINKDSL Homepage
  Berbang.net
 

 Nûçe

 

 ZANIST Û TEKNÎK

 

 TENDURISTÎ

 

 DOSYE

 

 ERSHIF

 

 link

Skip Navigation Links

Call 16333
 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

Residential DSL
Business DSL

 

   

 

BERSIVA ÇEND NIVÎSÊN ALOZ Û DIJBER ! 

Şivan Perwe    

28.02.2007 

Zêdetirî 80 salane ku dewleta Tirk saz bû ye û kanun bingehek dijwar û inkari bi politikek dijmini û êrîşhkeri li dijî gelê Kurd û Kudistan rawestandiye. Ne biratî, ne dostî, ne cinartî û ne ji hevkarî qebûl dikin. Hemû armanca dewleta Tirka tinebuna Kurda ye.

 

Em dîbêjin aşitî, ew li rûyê me didin. Em dibêjin azadî, me dikujin. Em dibêjin dostî, dijminatî dikin. Em dibêjin cinartî, hebuna me qebûl nakin. Başe, ma gelo em çi bikin, kudeverê de biçin, çi xwelî li serê xwe yan Tirka bikin?

 

80 salin ji bo dawiya Kurda were, wek dijminatî û xerabiya li dijî me kirine, rêçek din nehiştine. Bakura Kurdistan xistine bin nîrê bindestî û zilmê.

 

Tiştên ku Tirka daye me ev in: talan, koçberî, derbederî, zindan, welatberdan, îşkence, asimilasyon, qedexekirin, ceza, bêwarî û bêkariye.

 

Siyasetmendarik Kurd, serokê DTP yê Amedê Hilmi Aydoğdu nerazîbuna xwe li dijî sîyaseta erişkir û dagirker ya devleta Tirk ji bo Kerkuk diyar diki, derhal wî digrin û dixin zîndanê. Bi we yekê dirutiya zagonên wan aşkere dibin ku bes li himberî Kurda bi kar bînin.

 

Li gor hesabên xwe daxwaziya azadiya 300 hezar Tirkmenên başûr dikin, lê mafê 25 milyon Kurdên bakûr inkar û qedexe dikin.

 

Çend lîstikên berçav ku iro bi taybetî dewleta Tirk li hemberê gelê Kurd bikar tîne şayan û balkêşin:

1- Elawîyên Kurd tenê bi elawîtî îtham û bi nav dibin. Yanî, Tirkên elawî, wek nijadî Tirk in û bi baweri elawû ne. Erebén elawî, bi nijadî Ereb in, bi baweri elawî ne. Lê Kurdên elawî bi tesir û bandora politîka dewleta tirk, bi misyona Heci Bektaşî Weli û Kemalîzmê bi tenê elawî têne hesibandin. Îro polîka dewletê bi misyona xwe ji bo Kurdên elawî ji Kurdayetî bidûrxin, seyîd û dedeyên rantçî û Kemalîst bikar tînin.

2- Kurdên sunnî jî ya berê xwe didin şerîatê yan jî berê xwe didin fikir û şiretên Şêx û melikên Erebistanê. Gava yekîtî yan jî niştimanperwerî li Kurdistanê bi hêz dibe, noker û şerîatmedarên Kurdan derbake mezin lêdidin û niştimandxwaziya gelê me tarûmar dikin. Şêxik û şerîatmedarên Kurda têne bertîlkirin ji hêla Melikên Erebîstanê ve.

3- Elawîtî, Sunnîtî, Êzdayetî, Ehlîhaqî, Ehlîbeytî, Şebekî, Hirîstîyanî, Yahudîtî û Tarîkatî li serê gelê Kurd kirine bela û birînek bê derman.

 

Ma gelo, evan mezhep û dîn li nava Tîrk, Ereb, Faris û milletên din tuneye? Ji bo çi mezhep û dîn bûne bela li ser serê Kurda. Helbet evana lîstika dijminên Kurda ye. Bawerî hezkirin û xwesipartina navbera Xweda û Mirovane. Birêz û rêzdariya Xweza û Gerdûnê ye. Ne bela serê mirovan e.

 

Li hemberê milletê Kurd peyman û şêwirên Ereb, Tirk û Farisan herdem û bê xem e. Tirk bi fen û fîtên di navxweyi de li hemberê gelê Kurd li bakûr têr nabe, li hemberê başûr jî lîstiken xwe divê bikar bine.

 

Li vê dawîyê beyanek serokê partîya ANAP Erkan Mumcu li dijî başûr, bi taybetî dijî Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Cenabê Serok Kêk Mesud Barzanî balkêşe: li gor Mumcu û Dewleta Tirk, Mesud Barzanî nokerê Amerîka (USA) ye. Mumcu hajî dîrok û polîtîka xwe nîne yan jî derew û hîleyên salan didin paş. Qirêjî û namerdiya peyamên polîtîka dewleta xwe jî bîr dike.

Kemal Atatürkê wan, di dema xelasîya Turkiyê de pêşin alikarî ji Lenîn (Sowyet) girt. Pêre jî bû hewalbendê Hîtler (Almanya) û Mûssollînî. Li dawiyê jî cil û çekên Ameríka (USA) li ber kirin. Ger hevalbendîya Amerîka xirab be, bila pêşin ji polîtîka Ataturk û dewleta xwe şerm bikin. Em çiqas xwe ji bona dostî û biratiya Tirka biwestînin, dîsa naxwazin bi me re bibin dost û bira. Ji ber ku li ser tunebûna me xebat dikin. Ji bona şer û dijberiya me hewqas leşker xwedi dikin. Piraniya aboriya dewletê hemû ji bo idareya leşkeri xerç dibe. Kurd ji Tirk ji li ser xatirê Pantirkîzmê helak bû ne.

Pêkenînek parabolik li ser idariya leşkerên Tirk :

Serbazekî Tirk ji leşkerekî xwe dipirse.

Serbaz: Leşker hazir be!

Leşker: Fermo ezbenî

Serbaz: Kincên te ji kuder hatine?

Leşker: Ji Amerîka ezbenî !

Serbaz: Potinên te?

Leşker: Ji Amerîka ezbenî

Serbaz: Çekên te?

Leşker: Ew jî ji Amerîka ezbenî

Serbaz dibêje serbest bî leshker! Pêre disa bang leşker dike û dipirse? Navê te çiye leşker ?

Leşker : Xwefiroştî (Satilmis) ezbenî

 

Yanî dewleta Tirk li hemû diroka Turkiyê milletê xwe herdem firotiye lê bêhaj û rastîya xwe veşartîye. Dibêjin « Keçelo navê min li te, kumê min li serê te.

 

Cenabê Kek Mesud rêberê gelê xwe ye, serokê Kurdistan e, lawê şoreşa Barzanî ye û berpirsiyarekî rast û dirist e. Xwediyê gotina xwe ye. Destkevtên başûr ji bo me hêvi ye. Pêwiste em bê rawestan biparêzin. Polîtîk û siyasiya Cihanê li gor berjewendiyên gelî û civakî rêcal dibin û biryar digrin. Em hemû Kurd û bi taybeti tevaya gelên Kurdistan gellek hewcedari hebûn û avabûna başûr in. Em çi car ji bîr nekin ku herwek pêşberên me gotine: ”Avakirina pareki Welat, xelasiya raseri Welat e”.

 

Rêz û Aşît 

 

 
 

 
 
 

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Subscribe Now