Berbang.net

 

  Berbang.net

 

 

Nûçe

 

ZANIST Û TEKNÎK

 

TENDURISTÎ

 

 ERSHIF

 

DOSYE

 

 link 

Skip Navigation Links

 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

 
 

 

   

 

Apê Adîk çû ser dilovanya xwe

Parêzer Mistefa Mecîd

 

Di Roja 01.06.2007 dengbêj û stranbêjê herêma Efrînê Adik Hesen Necar ku weke Apê Adîk dihate naskirin, di 100 saliya xwe de çavên xwe girtin û çû ser dilovaniya xwe.

 

Ew di sala 1907 de ji dayîk bûbû.

 

Ew du caran zewicî bû, û bavê 7 keç û 3 lawên bû.Cenazeyê Apê Adîk bi toreneke mezin û bi beşdariya zêdetirî 1500 kes li herêma Kurdaxê (Efrînê)  li gundê KORA u şêweyek merasimî hate rakirin  di pêşî de komikik bi cilên filklorî digel qefdên çîçekan reng rengî  û tabût li ser milên giropek ji hunermendên kurdaxê hêdî hêdî berve goristana gundê KORA çûn , li wir bi heyamek şînwarî kirin bin axa pîroz û gotinek bi nave xelkî gundê Kora parêzer Mistefa mecîd xwend têde li ser jiyana nemir (ADÎK) û rola wî girîng di parastina filiklor çand û kultûra kurdî û hunera resen , apê Adîk di jiyana xwe de gelek astengên aborî û rewşeke perişanî  borand û jiyana civakî ya wî ne rihet bû birina wî ji du jinan re kêfxweşiya wî têrnekir piştî berdana jinê ya yekê (Xortê) jiyana xwe bi ya din re (zêneb) di tevliheviyekê de derbaskir , xweêş û nexweş , rojekê rind bû û du rojan qeher bû , zêneb zêdetirî (15) salan mirî li dirêjiya wan salan apê Adîk bi tenê di oda xwede jîna xwe derbaskir tevî ku kurê wî bi çûk (Mistefa) qîmeta bavê xwe rind dizanî lê ewjî û ji ber rewşa ne baş dirêjiya sale li Libnanê bi kar derbasdikir , abê Adîk ne dixast kes xizmeta wî bika heta vê dawiyê karê necariyê dikir û tembûr jî çêdikirin û difrotin ,

Apê Adîk taybetmendiyek di muzîka wî de hebû ew xasiyet bi tena wî ve girêday bû tembûra wî biçûk û (16) perdeyî muzîkek nu avakir û şêweyek başqe dajot , gava li tembûrê dixist lihev hatinek di navbera tiliyên wî û têlên tembûrê de çêdibû ew dibû sedema ragîhandina afsaneke mûzîkî ,û qijmorekên tîştîşî li ser rûyê wî weke tîpên Mêxî çêroka jiyana wî hewil dide jiyana tevde êş û nalîn   ...

 

Nivîskarê ku ji nizîk ve jiyana Apê Adîk dişopand, dibêje, wî li ser amûrên muzêkê dida, yek ji wan  keman bû lê dev jê berda ji ber ku awazên kemançe jiyana mirov kindike

 

Apê Adîk xizmete mezin ji strana kurdî ya klasîk re kiribû.

û

Gelek stranên weke Memê Alan, Sînema ser bi dûman, Teyar, Seyad Ehmed, Dewrêşê Evdî, Cebelî, Edûlê…û H.W.D . 

Ew di jiyana xwe mûzîkî de bi stranbêjên wek ( Hemûş kûrik , Îbramê Tirko , Cemî Horo …û, H.W.D ) tesîbû û rolek girîng di pêşxistina hunera wî de hebû .

Hezar rihmet li giyana nemir Apê Adîk û bi hêviyên şopa te berdewam be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

APÊ ADÎK

 

Ji nişka ve

Apê Adîk koç ji nav me barkir ,

Peyda bû ,

Lê hîn dengê tembûra zîz

Tê ji çol , çiya û newalên deşta Cûmê

Peyda bû ,

Lê hêviyan serî nedan ,

Nîv qurçî man

ew çivîkên xewna dawî

lê ew giyan hin amedeye

di qul quncik û şivîleyên

gundê Kora

Peyda bû,

Lê bîr , bawerî

Qeydên resen

Kultûr,

Tembûra wî

Di rih û wîcdan de,

Afsanan avadikin

Mirovatiyê bi ser dixînin

Mirin û bûna

Kurdekî

Radighîne…?

 

Parêzer Mistefa Mecîd

  Heleb ..03 Jun 2007

 

 

 



المقالات المنشورة تعبر عن رأي أصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Subscribe Now