|
HEWLÊR, 2/11 2005 — Danerê alfabeya
kurdî-latînî mîrê kirmanciya modern mîr
Celadet Alî Bedir-Xan (1893–1951) e.
Celadet Alî Bedir-Xan neviyê mîr
Bedir-Xanê mîrê Botan e û wî kurdî,
erebî, osmanî, tirkî, fransî, elmanî û
ingilîzî dizanî. Celadet Alî Bedir-Xanî
sala 1919-ê berî ko Komara Tirkiyeyê ava
bibe û berî ko Tirkiye reforma alfabeyê
çêke dest bi çêkirina alfabeya
kurdî-latînî kir û ji bilî herfa “ş”-yê
hemî herfên alfabeya kurdî-latînî di
alfabeya latînî ya standard “ISO-latin”
de hene.
Celadet Alî Bedir-Xanî di salên 30-ê de
li Şamê dest bi weşandina kovara
“Hawarê” kir û 57 hejmar ji wê kovarê
derketin. Celadet Alî Bedir-Xanî di
destpêkê de kovara xwe bi herdu
alfabeyan amade dikir lê belê paşê
hemiyê kovarê bi alfabeya latînî tenê
derdiket û kurdên kirmanc “Hawarê” wekî
qurana zimanê kurdî, zaravayê kirmancî,
dihesibînin û bi rêya “Hawarê” û Celadet
Alî Bedir-Xanî devoka Botan û dorûbera
wê bû bingehê kirmanciyeka standard.
Alfabeya kurdî-latînî ji 31 herfan pêk
têt û di tabela li jêrê de mi‘adilên wan
bi alfabeya kurdî-erebî hatine
nivîsandin.

Ji bilî van herfên standard yên li jorê,
di alfabeya kurdî-erebî de ev sê herf
(ha’, ‘eyn, xeyn) jî hene ko bi alfabeya
kurdî-latînî her bi (h, e, x) têne
nivîsandin. Mîrê kirmanciya modern mîr
Celadet Alî Bedir-Xan dibêje ev deng yan
ne dengên kurdî ne yan jî ne dengên
serbixwe ne û ji ber hindê pêwist nake
ko mirov ji bo wan dengan herfên xweser
çêke. Di alfabeya kurdî-erebî de du
herfên dî jî hene ko di zaravayê soranî
yanî kirmanciya jêrî de tên bi kar anîn
û ew jî l-ya qelew û r-ya qelew e.

Bi alfabeya kurdî-erebî hemzeyek dikeve
pêşiya vokalên (a, e, ê, î, o, u, û) ko
di destpêka bêjeyan de tên.
Kurdan di alfabeya kurdî-erebî de ti
herf yan îşaret ji bo dengê “i”-yê bi
kar neanîne. Wextê ko kurdên erebînivîs
alfabeya latînî bi kar tînin gelek caran
”i”-yê nanivîsînin û bo nimûne bêjeya
”mirin”-ê wekî ”mrn” dinivîsînin ko ji
binî ve xelet e. Nenivîsandina herfa
”i”-yê problemeka mezin e. Frekvensa wê
di kurdiyê de gelekê bilind e.
Modîfiyekirina alfabeya orjînal ya
erebî
Di alfabeya erebî de 14 herfên kurdî
nînin. Yanî ji sedê sihê dengên kurdî bi
alfabeya erebî ya normal nikarin bên
nivîsandin. Farisan ji bo zimanê xwe
hinek herf li alfabeya erebî zêde kirine
û ew jî têra kurdiyê nakin. Kurdan li
başûr 14 herf li alfabeya erebî ya
standard zêde kirine û ji bilî wan çar
dengên kurdî (i, î, u, û) jî bênîşandek
yanî bêherf mane û ew nikarin hemî
dengên kurdî bi alfabeya kurdî-erebî
binivîsînin.

Mamosta Hejar Mukriyanî (Ebdurehmanê
kurê Hacî Mele Mihemedî) di pêşgotina
werger û şerha »Memozînê« ya bi zaravayê
soranî de behsa nerewabûna alfabeya
kurdî-latînî ji bo kitêbên klasîkên
kurdî dike û dibêje ji ber nebûna hinek
herfên erebî di alfabeya kurdî-latînî de
divêt mirov »Memozînê«, »Dîwana« Melayê
Cizîrî û kitêbên wekî wan bi alfabeya
kurdî-latînî nenivîsîne, û heger mirov
binivîsîne jî divêt mirov ji herfên
erebî re hinek nîşanan peyda bike.
Li başûr û rojhilatê Kurdistanê kurdan
alfabeyeka erebî ya modîfiyekirî amade
kiriye lê belê di alfabeya kurdî-erebî
de jî vêca şeş herfên erebî (sa’, zal,
sad, dad, ta’, za’) nînin û ji ber hindê
mirov nikare klasîkên kurdî bi alfabeya
kurdî-erebî tenê jî binivîsîne.
Carekê ev problem ne ya alfabeya
kurdî-latînî tenê ye. Di alfabeya
kurdî-erebî de jî şeş herfên erebî nînin
û Hejar Mukriyanî ji bo rastnivîsandina
»Memozînê« ew şeş herf bi kar anîne. Bi
herfên transkrîpsiyonê em dikarin di
alfabeya kurdî-latînî de problema herfên
erebî yên ekstra çareser bikin lê belê
bi alfabeya kurdî-erebî mirov ti caran
nikare problema vekîtê çareser bike û ji
ber hindê ne mimkin e ko »Memozîn« bi
alfabeya kurdî-erebî serast bêt
nivîsandin, herçend mirov wan şeş herfên
erebî bi kar bîne jî.
Yek herf û gelek deng
Gelek dengên cida yên kurdî di alfabeya
erebî de nînin yan jî du-sê deng bi yek
herfê tên nivîsandin. Di alfabeya
kurdî-erebî de herfa ”w”, ”u”, ”û” bi
”w”-ê tenê tên nivîsandin. Herfa ”û” bi
du ”ww”-yan têt nivîsandin. Herwiha
herfa ”y” û ”î” bi yek herfê, yanî bi
“y”-yê têt nivîsandin.

Girdek û hûrek
Nebûna girdek û hûrekan jî wisa dike ko
bi alfabeya erebî yan kurdî-erebî mirov
nikare navên xweser û navên cih û
welatan ji bêjeyên normal cida bike ji
ber herdu jî wekî hev tên nivîsandin. Bo
nimûne heger em binivîsînin »ew azad e«
gelo em dê çawa bizanin ka mebesta me
kesek e ko navê wî Azad e yan jî mebesta
me kesek e ko ew bi xwe »azad« e, yanî
serbest e.
Ez ji Melayê Cizîrî hez dikim.
(Mebest Melayê Cizîrî yê nivîskarê
“Dîwanê” ye)
Ez ji melayê cizîrî hez dikim.
(Mebest melayekê ji bajarê Cizîrê ye)
Ve Newroz hat û min Bihar jî nedît.
(Mebest ji Newroz û Biharê navên du
kesan e)
Ve newroz hat û min bihar jî nedît.
(Mebest ji newroz û biharê navê mehekê û
demsalekê ye)
Yanî bi alfabeya kurdî-latînî ev ferqên
li jorê têne dîtin û nivîsandin lêbelê
bi alfabeya kurdî-erebî mirov nikare wan
ferqan bibîne ji ber di alfabeya
kurdî-erebî de girdek (herfên mezin) û
hûrek (herfên biçûk) nînin.
Problema vekîtê
Mirov nikare kurdî bi vekîteka serast bi
alfabeya kurdî-erebî binivîsîne ji ber
ko alfabeya erebî yan kurdî-erebî rê
nade ko mirov bêjeyan li gor hêmanên
gramera kurdî vebikîte. Bi alfabeya
erebî lêker, rengdêr û daçekên kurdî
serast nayên nivîsandin û ew jî
seqetiyeka pir mezin e.
Ji bo diyarkirina problema vekîtê ez dê
li vê derê tenê hinek nimûneyan bidim.
Ez dê pêşiyê li gor vekîta latînî ya
serast binivîsînim û paşê jî her cardî
bi alfabeya latînî lê belê li gor vekîta
erebî binivîsînim.
Nimûne I
Vekîta rast li gor alfabeya latînî:
Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperes û nûra tecella yim ez
Vekîta xelet li gor alfabeya erebî:
torim bidil û peyrewê mûsayim ez
ateş peres û nûra tecellayim ez
Nimûne II
Vekîta rast li gor alfabeya latînî:
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e
‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil
be‘îd
Vekîta xelet li gor alfabeya erebî:
‘îde û herkes jidîdarate lê pîroze ‘îd
eztinê mehrûmê dîdarim bised menzil
be‘îd
Di zimanê kurdî de bêjeyên »torim«,
»bidil« »eztinê« »jidîdarate« û
»mûsayim« nînin û vekîta li gor alfabeya
erebî van bêjeyan di kurdiyê de çêdike
ko ti bingehê gramerê jê re nîne. Bêjeya
»ateşperes« rengdêr e û divêt pêk ve bêt
nivîsandin lê belê alfabeya erebî ew
kiriye navdêrek û rengdêrek, yanî du
parçe, û li vê derê ne li gor menaya xwe
ye.
Di nimûneya didoyê de »ji dîdara te« li
gor vekîta bi zimanê erebî bûye
»jidîdarate« û hêdî mirov nizane ka
daçek çi ye, lêker çi ye û pronav çi ye.
Hersê bi hev re bûne yek bêje ko ti
menaya wê nîne. |