|
I. Raweyên
Navdêran
Hozan Robar
Di zimanê kurdî de navdêr
birekî sereke ye ji birên
axaftinê, û jimara navdêrê
bi giştî 40% ji axaftina me
ye, lewra eger em navdêrê
baş binasin em ê karibin
pareke mezin ji rêzmana
kurdî jî binasin.
Navdêr navlêkirina zanyar
Celadet bedirxan e, navdêr
heman wateya bêjeya "nav"
dide ya ku di devokên
kurmancî de û her wiha di
zaraveyên kurdî yên dî de jî
tê bikaranîn. Lê baştir e,
birekî axaftinê bi têgîneke
(zarawe, têrm) taybet bête
navkirin, loma me da pê şopa
mîr Celadet Bedirxan û me
navdêr li şona nav
hilbijart.
Danasîna Navdêrê
Navdêr heyberekî candar
an bêcan an
têgehekê belî dike û
dide nasîn, anku kesekî,
tiştekî, lawirekî,
canewirekî an têgehekê bi
nav dike û ji cureyên dî
cude dike ku bi navê xwe
nêvnas dibe.
Raweyên Navdêran
Her kesê ku bi
zimnê kurdî mijûl bûye li
ber raweyên peyvesaziya
kurdî carekê rawestiye. Di
çarçoveya dariştina navdêran
û polkirina (tesnîf) wan de,
rêzimanzan û zimanasên me
nêrînine nêzî hev dane, lê
bi giştî hin xal bê bersiv
mane.
Hin zimanasan navdêr
dariştine du paran: xwerû û
nexwerû yan xwerû û hevbend
(hevedudanî), û hinên dî jî
navdêr dariştine sê paran:
xwerû, hevbend û pêkhatî
(darijtî). Me dariştinên
herdu biran pejirandin û ew
komkirin ser hev, di encamê
de şêweyekî nû ji dariştinê
bi me re derket, me hewl da
em navlêkirinên zimanasan jî
ber hev bikin bêyî ti
têgînan ji cem xwe de lê
zêdebikin.
Derbarê navlêkirinê
de, baştir e ku têgîna
rêzimanî wateya babetê bide,
û ew bêjeyeke taybet be,
mînak têgîna "nexwerû"
bi nîşandeka nehîniyê "ne"
dest pê kiriye û tenê ew "ne"
herdu têgînan "xwerû û
nexwerû" ji hev cihê
dike, ev jî qelsiya zimên
nîşan dide, nemaze dema ku
berdêla wê têgînê di zimanê
me de berê hebe, lewma ji
dêl têgîna "nexwerû"
me têgîna "sazber"
hilbijart, ew jî navlêkiria
mamoste Reşîdê Kurd e.
Navdêr ji hêla ray û
avakirina raweyê ve dibin du
par:
1 - navdêrên xwerû.
2 - navdêrên sazber.
Û her parek ji wan di nav
xwe de li gor taybetmendiya
navdêrê dabeş dibe, û dibe
çend par:
-
navdêrên xwerû:
1.1.
navdêrên salt.
1.2. navdêrên
guhêzok .
2. navdêrên
sazber:
2.1. navdêrên
pêkhatî.
2.2. navdêrên
hevbend.
2.3. navdêrên
hevgirtî.
Bo ev dabeşî pêtir aşkare û
belî be, em ê di şêweyê jêrî
de wê şîrove bikin:

1. Navdêrên
Xwerû (xweber, sade):
Di navdêra xwerû
de, tîpên bêjeyê tenê
tîpên rayî û resen in, û ti
carî ew ji hev nabin, anku
di navdêra xwerû de hîn ti
tîp an pirtik bi ser navdêrê
ve nebûne. Navdêrên xwerû
dibin du beş, navdêrên xwerû
ên salt û ên guhêzok.
1.1.
Navdêrên Salt:
Mamoste Reşîdê Kurd
wateya salt di pertûka xwe
de wiha rave kiriye:
"salt; bi tenê, bi serê xwe"[1],
anku ev navdêr bi serê xwe
ne, nahên dariştin û lêker
jê çênabin. Nexwe navdêrên
xwerû yên salt nabin bingeh
an kok di sazkirina raderên
lêkeran de, û ti carî lêker
jê nahên dariştin. Lê ew
dikarin bibin beşek di
navdêrên sazber de. Navdêrên
salt tenê kesekî, tiştekî,
lawirekî bi nav dikin.
Wek: mal,
defter, rê, evîn, şer, dê,
bav, ker, çem, kevir…
1.2.
Navdêrên Guhêzok:
Ji navê wê dixuye ku
ew tê guhastin û dariştin,
ev navdêrên xwerû di koka
xwe de navdêr in, lê her
wiha lêker jî jê tên çêkirin
û dariştin. Anku, navdêra
guhêzok lêkreke nû çê dike,
û dibe bingeh û kok di
avakirina radera lêkera nû
ya dariştî de. Ji vê lêkera
nû ya dariştî re "Lêkera
Afrînok" tê gotin, ev jî
navlêkirina Prof.
Qanatê Kurdo[2]
ye, lê Prof. Kurdo
ew bi tîpa "e" bikar aniye
"efrîmok"[3]
.
Hinek ji navdêrên guhêzok ên
lêkerên afrînok çêdikin ev
in:
|
Navdêra Guhêzok |
Rader |
Lêker |
|
Baran |
Barîn, Barandin
|
Dibare |
|
Kel |
Kelîn, Kelandin |
Dikele |
|
Çêr |
Çêrîn, Çêrandin |
Diçêre |
|
Meş |
Meşîn, Meşandin |
Dimeşe |
|
Rev |
Revîn, Revandin |
Direve |
|
Liv |
Livîn, Livandin |
Dilive |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Ken |
Kenîn, Kenandin |
Dikene
|
|
Xeyd |
Xeydîn,
Xeydandin |
Dixeyde |
|
Lerz |
Lerzîn,
Lerzandin |
Dilerize |
|
Çerxa |
Çerzîn,
Çerxandin |
Diçerixe |
|
Ger |
Gerîn, Gerandin |
Digere |
|
|
|
|
|
Xur |
Xurîn, Xurandin |
Dixure
|
|
Bez |
Bezîn, Bezandin
|
Dibeze |
|
Êş |
Êşîn, Êşndin |
Dêşe |
|
Tirs |
Tirsîn,
Tirsandin |
Ditirse |
|
Werm |
Wermîn,
Wermandin |
Diwerime |
|
Xebat |
Xebitîn,
Xebitandin |
Dixbite |
|
Şewat |
Şewtîn,
Şewtandin |
Dişewite |
|
Lewat |
Lewtîn,
Lewtandin |
Dilewite |
|
Kar |
Karîn |
Dikare |
|
Girî |
Girîn |
Digirî |
2. Navdêrên
Sazber:
Navdêra sazber
ji du parçan an pêtir saz
dibe, bi gelemperî parçak
navdêreke xwerû ye û parçeyê
dî yan bêjeyeke dî ye, yan
pirtikek[4]
e. Navdêrên sazber li gor
cureyên jê saz dibin, dibin
sê par, (pêkhatî, hevben,
hevgirtî):
2.1. Navdêra Pêkhatî
(darijtî, xurdezad):
ew ji
navdêreke xwerû û pêşgirekê
an paşgirekê saz
dibe, û bêjeyekê bi wateyeke
nû çêdike, anku navdêreke nû
ku tiştek an heybreke nû bi
navdike.
Pêşgir: pêşgir
+ navdêra xwerû = Navdêra
Pêkhatî.
Pêşgirên ku dikevin
pêşiya navdêran kêm in, ji
wan nîşandeka nehîniyê "ne",
Wek:
Ne-: nexweş,
neyar, nezan,
nenas, neasayî, nebaş,
neçê, nemir...
Gengaz e, ku
daçekeke resen jî wek
pêşgirekê navdêra pêkhatî
saz bike, û bibe parçeyek ji
navdêrê, anku bi ser navdêrê
ve bihê nivîsandin, daçekên
"bi, bê"
pêtirî daçekên dî bi vê rolê
radibin, wek:
Bi-: birêz,
birik, bihêz,
bikêr, bikar,
biber, bicî,
bikul, biêş,…
Bê-: bêwar,
bêmal, bêkes,
bêkar, bênav,
bêcan,…
Daxuyanî: wateya "bi"
dema daçek be, têvel e ji
wateya "bi" ya
pêşgir.
"bi" ya daçek tê
wateya (li gel, bi tev).
Mînak:
· Zozan bi
min re çû (Zozan
bi tev min çû)
· Bi
xweşî û bi rêz,
ew hatin û çûn. ( li gel
xweşî û rêzê)
Lê dema "bi" dibe
pêşgir wateya wê tê guhartin
û tê wateya (xwedî), her
wiha wateya paşgira "-dar"
dide bêjeyê. Mînak:
· Birêz
Celadet bedirxan. (xwedî
rêz, an rêzdar)
Têbînî:
v Gengaz e, daçek û birên
axaftinê yên dîtir jî (wek
rayê lêkerê) navdêreke nû
saz bike.
Wek: bikir,
bikuj, neman,
birêvebir, bidarvekirin,…
v Kêm caran, hin daçekên dî
jî bêjeyine pêkhatî saz
dikin, wek daçeka "li"
.
Wek: liberxwedan[5],
lidarxistin, lixwekirin…
Paşgir:
navdêra xwerû + paşgir =
Navdêra Pêkhatî.
Paşgirên ku navdêrên
pêkhatî saz dikin zor in, li
gor Amed Tîgrîs[6]
di gotarek xwe de gotiye bi
giştî paşgirên kurdî
143''''ê ne, ji lewra
lêkolînek taybet jê re divê,
em nikarin giştan li vir
rave bikin, lê wek mînak em
ê tenê hinekan ji wan belî
bikin:
-van: gavan,
tembûrvan, şervan,…
-mend: hunermend,
hoşmend, dewlemend,…
-bend: sazbend,
kombend, hevalbend,…
-bar: xembar,
tewambar,…
-baz: canbaz,
serbaz, sihirbaz,…
-dar: guhdar,
maldar, birîndar,…
-kar: xwendekar,
xebatkar, serkar,…
-yar: hoşyar,
zanyar, cotyar,…
-menî: çapemenî,
wekemenî, xwestemenî,…
-çî: paleçî,
zurneçî, kurtançî,…
-stan: Kurdistan,
gulistan, daristan,…
-er: nûser,
parêzer, xwêner,
bîner,…
-ek: jimarek,
wêrek,…
-ok: serok,
girînok, şêrînok,…
-k: reşreşk,
xaşxaşk, çirçirk,…
-î: kurdî,
behdînî, nêrî,
sazî,…
-ar: nivîsar,
guhar, xewar,…
-asî: kêmasî,
kurtasî,…
Têbînî:
renge paşgir û birên
axaftinê yên dîtir jî (wek
rayê lêkerê) navdêreke nû
çêkin:
Wek: badek(badan),
birek(birîn),
bêjing(bêtin),…
2.2. Navdêra
Hevbend (hevedudanî,
lêkidraw):
Ev navdêr ji du
bêjeyên xwerû bi hev dikeve
û navdêreke nû û bi wateyeke
nû saz dike. "Hevbend"
navlêkirina Prof. Qanatê
Kurdo ye, bêjeya "bend"
gelek wateyan dide, "peywendî,
girêdan" wateyek ji wan
e, hevbend anku
hevgirêdayî. Li beramberî wê
bêjea hevedudanî
heye, ew jî navlêkirina mîr
Celadet Bedirxan e, bi
dîtina me, hevbend ji
hevedudanî siviktir û
watedartir e.
Herdu bêjeyên ku navdêra
hevbend saz dikin watedar
in, lê wateya bêjeya nû ji
wan têvel e. Helbet yek ji
herdu bêjeyan navdêra xwerû
ye, û dibe ku ew ya dî dîsa
navdêreke xwerû be, an
hevalnav, hevalkar, yan rayê
lêkerê be.
Nexwe, du bendên navdêra
hevbend ev in:
Nav + nav: cegerxwîn,
rêziman, destav…
Nav + hevalnav:
hevalnavê (rengdêr) ku
navdêra hevbend saz dike
carnan li pêş û carnan li
paş navdêrê tê. Wek:
Li pêş
navdêrê: spîdar,
sorgul,…
Li paş
navdêrê: girspî,
stûxar, zikreş,…
Nav + hevalkar:
hevalkara (hoker) ku
navdêra hevbend saz dike her
dem li pêşiya navdêrê tê.
Wek:
Ber: bernav,
berdevk, bermal,
berpirs, bernas...
Ser: serleşker,
serdest, serdar,
serbajar...
Bin: bindest,
binçav, binerd,…
Nav: navçav,
navbêj, navbir,
navdest, navlep,
navdeşt, navmal...
Paş: paşeroj,
paşguh, paşîv,…
Pêş: pêşgotin,
pêşniyaz, pêşbirk,…
Nav + rayê lêkerê:
xwînmij,
zembîlfroş,…
Têbînî:
Renge ku herdu bêjeyên ku
navdêra hevbend saz dikin ne
navdêr bin, renge ew du
hevalnav, an hevalkar û
rayê lêkerê an ...
Wek: serhildan,
keskesor, …
2.3. Navdêra Hevgirtî
(bargiranî):
ew ji
navdêra pêkhatî an hevbend û
paşgirekê pêk tê û bêjeyekê
bi wateyeke nû çê dike ku
tiştek an heybreke nû bi
navdike. Anku navdêra
hevgirtî ji sê parçan bi hev
dikeve û hevdu digire, du
parçe yên navdêra pêkhatî an
hevbend in, û parçê sêyê
paşgira ku bi ser ve dibe.
Navdêra pêkhatî +
paşgir = Navdêra Hevgirî
Wek: rêbertî,
girtîgeh,
şoreşgerî,…
Navdêra hevbend
+ paşgir = Navdêra
Hevgirî
Wek: rewşenbîrî,
serfirazî, rêzimanî,…
· Renge ku
navdêra hevgirtî ji sê
bêjeyên xwerû jî saz
bibe.
Wek: berxwedan,…
· Û renge ku
navdêreke pêkhatî yan
hevbend û bêjeyeke
dî navdêra hevgirtî saz
bike.
Wek: (pêkhatî)
serok + komar =
serokomar,…
(hevbend) rêzman
+ zan = rêzmanzan,…
Têbînî:
Pêşgirek jî dikare
têkeve pêşiya navdêra
pêkhatî, û bêjeyeke
nû bi wateyeke nû çê
bike.
Wek: Newêrek,
bêbinî,…
Daxuyanî:
bo tevlehevî çê nebe di nav
her sê parên navdêrên
sazber de (pêkhatî,
hevbend, hevgirtî), em
dikarin bi van têbîniyan wan
ji hev cihê bikin:
1. Navdêra
Pêkhatî ji 2
parçan saz dibe, parçeyê
ku pê ve dibe (pêşgir û
paşgir) bê wate ye.
2. Navdêra
Hevbend ji 2
parçan saz dibe, herdu
parçe watedar in.
3. Heçî navdêra ku ji
3 parçan an pêtir saz
dibe Navdêra Hevgirtî
ye.
PUXTE:[7]
Em nikarin bi rêpîvaneke
teng nêzî polkirina navdêran
bibin, jiber ku ziman bi
demê re pêş ve çûye û gelek
bêjeyan şêweyê xwe yê resen
guhartine û şêweyekî nû
standine, wek gelek navdêran
şêweyê navdêra xwerû
standine, lê bingeha wan
bêjeyeke sazber e, û gelek
paşgir di koka xwe de
bêjeyine serbixwe û watedar
in. Lewma merov nikare evan
bêjeyan bi hêsanî pol bike û
ji hev cihê bike.
Wek: (bêjeyên
xwerû) pirtûk,
çîrok,…
Berçav e, ku ev navdêr nêzî
navdêrên xwerû ne, lê
bingeha wan sazber e:
· Per(t) + ok =
Pertok = pertûk = pirtûk
· Çêr + ok = çêrok =
çîrok
(paşgir) -dar,
-yar,…
· Paşgira "-dar"
di koka xwe de raya lêkera
daştin e, ya bi
wateya xwemalî û edgariyê
ye.
· Paşgira "-yar"
di koka xwe de navdêreke
serbixwe ye, yar:
yara min.
Polkirin û dabeşkirina
navdêran girîng e, bo em
peyvesazî û avahiya bêjeya
kurdî binasin, û movikên
bêjeyan bibînin. Her wiha ew
girîng e, bo çêkirin û
rastkirna ferhenga kurdî.
Bi hêvî me ku ti kes li şaşî
û kêmasiyên me nebore, û
bersivê bide, çunkî armanca
me tenê pêşxistina zimanê
kurdî ye, û rizgarkirina wî
ji pişaftinê.
Dê bidome, beşê duyan
II - CUREYÊN
NAVDÊRAN
[1] Reşîdê
Kurd, Rêziman a ziman ê
kurmancî, 1990- beyrût –
çapa duyem – kombenda Kawa.
[2] Qanatê
Kurdo, Gramera zmanê kurdî,
1990 – Stockholm – çapa
yekem – weşanên ROJA NÛ:26.
[3] Afrînok
ji lêkera "afrandin" ê
hatiye dariştin, lewma me ew
bi tîpa "a" bikaranî.
[4] Pirtik:
parçeyek ji bêjeyê ye an bi
ser bêjeyê ve bûye, me ew
baştirîn bêje hilbijart
beramberî bêjeya ingilîzî
"morfem" ew jî navlêkirina
prof. Qenatê Kurdo ye, hin
nivîskar bêjeya "kît" bi vê
wateyê dixebitînin, lê mîr
Celadet Bedirxan "kît" bi
wateya "syllable" a ingilîzî
bikar aniye, lewma em ê
pirtik bi wateya
"morfem" û kît bi
wateya "syllable" bi kar
bînin
[5] Bingeha
bêjeya "berxwedan",
"liberxwedan" e, anku (li
ber xwe dan). Lê bi egera
sivikiyê daçeka "li" ji
bêjeyê ketiye.
[6] Amred
Tîgrîs: lêkera "dê" li
daçekên zimanê tirkî naçe,
li lêkerên alîkar ên
Hindûewropî dice - 19.
Cotmehê 2005 - malpera
Amîdakurd: www.amidakurd.com
[7] Puxte:
encama gotinê, xulasse (bi
erebî)
|